'Darbeyên siyasî' yên li dijî siyaseta kurd: Gelê kurd bi tevahî hedef tê girtin

  • rojane
  • 09:08 23 Tebax 2019
  • |
img

ENQERE - Hatîp Dîcle, bilêv kir ku gelê kurd bi tevahî hedef hatiye girtin, Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku vegera ji çewtî û şaşiya dubare dike "aqlê dewletê yê rasyonel" e û Ertûgrûl Kurkçu jî got, di paşperdeya rojeva girtina partiyê de, endezyariya siaysetê heye. 

Tevgera siyasî ya kurd, bi qeyûman desteserkirina şaredariya bajarê mezin a Amed, Wan û Mêrdînê, wekî "Darbeya Rêveberiyên Herîmê ya 19'ê Tebaxa 2019'an" bi nav kir. Ji salên 90'î heta niha li hemberî tevgera siyasî ya kurd "4 darbeyên sivîl siyasî" pêk hatin. Darbeya ewil di sala 1994'an de li hemberî parlementerên DEP'ê pêk hatin. Di vê darbeyê de parlementerên DEP'ê hatin girtin. Her sê darbeyên din jî di serdema AKP'ê de li ser hev pêk hatin; "Darbeya Li Hemberî DTP'ê ya 14'ê Nîsana 2009'an", "Darbeya Li hemberî HDP'ê ya 4'ê Mijdara 2016'an" û "Darbeya Li Hemberî Rêveberiyên Herêmî ya 19'ê Tebaxa 2019'an". 
 
KURKÇU: LI KURDISTANÊ PROJEYA ENDEZYARIYA SIYASETÊ HEYE 
 
Serokê Fexrî yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, ji bo nîqaşên der barê girtina partiyê de got: "Eger neyteke wan î wisa hebe, divê em bi tevahiya hêza xwe, yanî hêza xwe ya civakiyî, siyasî û ehlaqî li dijî vê yekêd erkevin. Divê vê yekê neynin bîra xwe jî. Em bi mewzûatê dizanin. Ji bo girtina HDP'ê tu tiştek jî tune ye ût iştekî me kiribe jît une ye. Girtina HDP'ê bi tu awayî wê ne hiqûqî be, ev yek tenê bi projeya darê zorê pêkan e." 
 
Her wiha Kurkçu, bal kişand ser mînaka Batasûnayê jî ûg ot: "Li Spanyayê çi bûye çi ne bûye, em nizanin. Em tam ne serwextê van dosyeya ne. Wekî ku çi tiştên li Spanyayê hebin li Tirkiyeyê jî hene, tenê girtina Batasûnayê maye." 
 
Kurkçu, got: "Nexwe di serê AKP'ê de li Kurdistanê çêkirina spektrûmeke siyasî ya nû û projeyeke endezyariya siyasetê heye. Wê ev bê ceribandin. Tiştên ji derdorê tên dawişandin, tiştên ji tabeleya 'Balikçi' diweşin, nûçeyên Independent Turkçeyê, tiştên ji devên qaşo muhafezakar û lîberalan derdikevin... tê wateya ku di sponsoriya dewletê de li ser projeyeke endezyariyê ya der barê siyaseta kurd de hûr dibin. Ev nûçeyên tên çêkirin jî sirf dixwazin hay ji refleksa civakê çêbibin. Ez dibêjim 'dest nede HDP'ê wê bi we vede.' Divê demokrat hemû vî tiştî bêjin." 
 
DÎCLE: GELÊ KURD BI TEVAHÎ HEDEF HATIYE GIRTIN 
 
Parlementerê DEP'ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dîcle, sedema tayînkirina qeyûman wiha rave kir: "demildest qeyûm tayîn nekirin. Çimkî hilbijartina Stenbolê kir ku bişewişin. Di nav îtifaqa AKP-MHP-Ergenekonê de nîqaşên kûr hatin kirin. Îktîdarê got 'Ne hewce ye mirov li ser stratejiyeke din hûr bibe, em ê armanca xwe ya dewletê ya 2071'ê ku dagirkirina Rojhilata Navîn, têkşikandina vîna gelê kurd di xwe de dihebîne ûa rmanc hemegonya ye bidomînin.' Di bin vê yekê de êrîş heye. Çawa di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bid estê Îttihat û terakiyê Qirkirina Ermenan pêk anîn, niha jî -cîhan en cîhan berê ye- hewl didin li hemû perçeyan gelê kurd hedef bigirin." 
 
Dîcle, bilêv kir ku wê ev biryara qeyûman berê xwe bide şaredariyên CHP'î jî û got: "Di vî warî de peywira Ergenekonê peywireke pir berfireh e." 
 
TURKDOGAN: TIRKIYE HEMAN ŞAŞIYAN DUBARE DIKE 
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî got: "Her ku Tirkiye ji polîtîkayên aştiyane dûr dikeve, heman şaşî û çewtiyand ubare dike. Ne heyfa mirovên vî welatî, aborî û erdnîgariya vî welatî." 
 
Turkdogan, destnîşan kir ku polîtîkayên ewlehîparêz ên di 10 salên dawî de pêk tên bi kêrî tiştekî jî nayên ûg ot: "Hêza tevgera syasî ya krud tim zêde bû. Êdî tu zext û zorî nikarin HDP'ê daxin biniya 10 ji sedî. Li Tirkiyeyê hin hêzên tam ehlê demokrasiyê ne hene. Ev yek di 23'yê Hezîranêd e hat dîtin. Êdî hat wê astê ku piraniya gel destekê didin hêzên demokrasiyê." 
 
Turkdogan, diyar kir ku ji bo tayînkirina qeyûman ku piştî peyamên Ocalan pêk hatin got: "Abdullah Ocalan bi israr û inyad helwesta xwe ya ji bo aştiyê diparêze. Divê hebûna vî kesê ku tesîreke wî ya mezin u ser gelê kurd û siyasetê heye bê dîtin ûr êz bê nîşandan. Ev firsendeke dîrokî ye. Divê wekî Mandela mafê Ocalan jî bê teslîmkirin. Divê îktîdara siyasî hesabgêriyekê bike û dev ji şaşiyan berde. Tişta jê re dibêjin 'aqlê dewletê yê arsyonel' ev bixwe ye. Ocalan, ji bo vê yekê bang dike. Ev bagawazî bangeke girîng e û divê bi erênî bê bersivandin." 
 
Herî dawî Turkdogan got: "Eger hûn rê li ber pêvajoya ber bi aştiyê ve diçe vekin dibe ku hûn îktîdara xwe bidomînin. Lê eger hûn bixitimînin hûn ê nikaribin îktîdara xwe bidomînin." -
 
MA / Deniz Nazlim - Selman Guzelyuz

Sernavên din

22:13 Zilamê ji ber tecawiz, derbkirin û îstismarkirina zayendî dihat darizandin nehat girtin!
22:04 Li Somayê karkerek jiyana xwe ji dest da
21:26 FED'ê faîz kêm kir
20:18 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
19:07 Rojnamevanê astengdar Dûran hat berdan
18:56 Piştî 43 rojan cenazeyê wî dan malbatê
16:57 Malbatên Înîsiyatifa Pirsûsê cil diyarî zarokên Dersîmê kirin
16:01 Dayika li ber avahiya AKP’ê: Min kurê xwe da dewletê, ez ji dewletê dixwazim
15:42 Sarisaç dîktator Ceauşescu bi bîra AKP’ê xist
15:32 'Em ji bo aştiyê çûn, lê bi kaşkirinê em binçav kirin’
15:07 HDP'ê ji gelek bajaran bang kir: Emê serî netewînin
14:29 Biryara hinceta Doza JÎTEM’a Qoserê: Beyan razber in û delîlên teqez nînin
14:23 Dadgeha Bilind cezayê 2 kesên Doza Sereke ya KCK’ê erê kir
13:46 Li ber avahiyên AKP’ê çalakî berbelav dibin
13:17 Cenazeyê firoşkarê texsiyan Tuncer hat dîtin
12:37 ‘Roja ku Soylu hat Pasûrê biryara plana girtin û qeyûm da’
12:31 Biryarek din a girtinê derbarê hunermend Tunç de dan
12:16 Malbata esker a li ber HDP'ê: Li ser me qehremaniyê dikin
12:10 Ceylan: Bi senaryoyek kûr hestên malbatan îstîsmar dikin
11:59 Ceza ji bo polîsê Mazlum ê 16 salî kuşt nexwestin
11:05 Danişîna Demîrtaş a li DMME’yê: Parêzer dê parastinê bikin û biryar pişt re bê eşkerekirin
11:04 Dayikên çalakiya wan li ber AKP’ê hat astengkirin: Gelo em ê bi ku ve biçin?
11:04 Qeyûm tayînî Şaredariya Qereyaziyê jî kirin
10:51 Meclisa Şaredariya Amedê bi awayekî fîîlî hat feshkirin
10:37 Ji ber axaftina kurdî ceza li girtî birîn!
10:36 Berhemên keda hevpar a jinan li bazarê ye
10:14 Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin
10:03 Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne
09:17 Li mezrika nifûsa wê hezar kes e ceryan hat qutkirin
09:16 Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî
09:16 ‘Ji bo îfadeyê gazî min kirin, lê li parkê min dan ber lêpirsînê'
09:12 Kooperatîf hat girtin lê dîsa jî dev ji hilberînê berneda!
09:11 Deriyê Sînor ê Esendere veguheriye deriyê eziyetê!
09:10 Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket
09:09 Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!
09:08 Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN
07:42 Li qada daristanî li 25 deveran agir bi daristanê ket
17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene