'Darbeyên siyasî' yên li dijî siyaseta kurd: Gelê kurd bi tevahî hedef tê girtin 2019-08-23 09:08:05 ENQERE - Hatîp Dîcle, bilêv kir ku gelê kurd bi tevahî hedef hatiye girtin, Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku vegera ji çewtî û şaşiya dubare dike "aqlê dewletê yê rasyonel" e û Ertûgrûl Kurkçu jî got, di paşperdeya rojeva girtina partiyê de, endezyariya siaysetê heye.  Tevgera siyasî ya kurd, bi qeyûman desteserkirina şaredariya bajarê mezin a Amed, Wan û Mêrdînê, wekî "Darbeya Rêveberiyên Herîmê ya 19'ê Tebaxa 2019'an" bi nav kir. Ji salên 90'î heta niha li hemberî tevgera siyasî ya kurd "4 darbeyên sivîl siyasî" pêk hatin. Darbeya ewil di sala 1994'an de li hemberî parlementerên DEP'ê pêk hatin. Di vê darbeyê de parlementerên DEP'ê hatin girtin. Her sê darbeyên din jî di serdema AKP'ê de li ser hev pêk hatin; "Darbeya Li Hemberî DTP'ê ya 14'ê Nîsana 2009'an", "Darbeya Li hemberî HDP'ê ya 4'ê Mijdara 2016'an" û "Darbeya Li Hemberî Rêveberiyên Herêmî ya 19'ê Tebaxa 2019'an".    KURKÇU: LI KURDISTANÊ PROJEYA ENDEZYARIYA SIYASETÊ HEYE    Serokê Fexrî yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, ji bo nîqaşên der barê girtina partiyê de got: "Eger neyteke wan î wisa hebe, divê em bi tevahiya hêza xwe, yanî hêza xwe ya civakiyî, siyasî û ehlaqî li dijî vê yekêd erkevin. Divê vê yekê neynin bîra xwe jî. Em bi mewzûatê dizanin. Ji bo girtina HDP'ê tu tiştek jî tune ye ût iştekî me kiribe jît une ye. Girtina HDP'ê bi tu awayî wê ne hiqûqî be, ev yek tenê bi projeya darê zorê pêkan e."    Her wiha Kurkçu, bal kişand ser mînaka Batasûnayê jî ûg ot: "Li Spanyayê çi bûye çi ne bûye, em nizanin. Em tam ne serwextê van dosyeya ne. Wekî ku çi tiştên li Spanyayê hebin li Tirkiyeyê jî hene, tenê girtina Batasûnayê maye."    Kurkçu, got: "Nexwe di serê AKP'ê de li Kurdistanê çêkirina spektrûmeke siyasî ya nû û projeyeke endezyariya siyasetê heye. Wê ev bê ceribandin. Tiştên ji derdorê tên dawişandin, tiştên ji tabeleya 'Balikçi' diweşin, nûçeyên Independent Turkçeyê, tiştên ji devên qaşo muhafezakar û lîberalan derdikevin... tê wateya ku di sponsoriya dewletê de li ser projeyeke endezyariyê ya der barê siyaseta kurd de hûr dibin. Ev nûçeyên tên çêkirin jî sirf dixwazin hay ji refleksa civakê çêbibin. Ez dibêjim 'dest nede HDP'ê wê bi we vede.' Divê demokrat hemû vî tiştî bêjin."    DÎCLE: GELÊ KURD BI TEVAHÎ HEDEF HATIYE GIRTIN    Parlementerê DEP'ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dîcle, sedema tayînkirina qeyûman wiha rave kir: "demildest qeyûm tayîn nekirin. Çimkî hilbijartina Stenbolê kir ku bişewişin. Di nav îtifaqa AKP-MHP-Ergenekonê de nîqaşên kûr hatin kirin. Îktîdarê got 'Ne hewce ye mirov li ser stratejiyeke din hûr bibe, em ê armanca xwe ya dewletê ya 2071'ê ku dagirkirina Rojhilata Navîn, têkşikandina vîna gelê kurd di xwe de dihebîne ûa rmanc hemegonya ye bidomînin.' Di bin vê yekê de êrîş heye. Çawa di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bid estê Îttihat û terakiyê Qirkirina Ermenan pêk anîn, niha jî -cîhan en cîhan berê ye- hewl didin li hemû perçeyan gelê kurd hedef bigirin."    Dîcle, bilêv kir ku wê ev biryara qeyûman berê xwe bide şaredariyên CHP'î jî û got: "Di vî warî de peywira Ergenekonê peywireke pir berfireh e."    TURKDOGAN: TIRKIYE HEMAN ŞAŞIYAN DUBARE DIKE    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî got: "Her ku Tirkiye ji polîtîkayên aştiyane dûr dikeve, heman şaşî û çewtiyand ubare dike. Ne heyfa mirovên vî welatî, aborî û erdnîgariya vî welatî."    Turkdogan, destnîşan kir ku polîtîkayên ewlehîparêz ên di 10 salên dawî de pêk tên bi kêrî tiştekî jî nayên ûg ot: "Hêza tevgera syasî ya krud tim zêde bû. Êdî tu zext û zorî nikarin HDP'ê daxin biniya 10 ji sedî. Li Tirkiyeyê hin hêzên tam ehlê demokrasiyê ne hene. Ev yek di 23'yê Hezîranêd e hat dîtin. Êdî hat wê astê ku piraniya gel destekê didin hêzên demokrasiyê."    Turkdogan, diyar kir ku ji bo tayînkirina qeyûman ku piştî peyamên Ocalan pêk hatin got: "Abdullah Ocalan bi israr û inyad helwesta xwe ya ji bo aştiyê diparêze. Divê hebûna vî kesê ku tesîreke wî ya mezin u ser gelê kurd û siyasetê heye bê dîtin ûr êz bê nîşandan. Ev firsendeke dîrokî ye. Divê wekî Mandela mafê Ocalan jî bê teslîmkirin. Divê îktîdara siyasî hesabgêriyekê bike û dev ji şaşiyan berde. Tişta jê re dibêjin 'aqlê dewletê yê arsyonel' ev bixwe ye. Ocalan, ji bo vê yekê bang dike. Ev bagawazî bangeke girîng e û divê bi erênî bê bersivandin."    Herî dawî Turkdogan got: "Eger hûn rê li ber pêvajoya ber bi aştiyê ve diçe vekin dibe ku hûn îktîdara xwe bidomînin. Lê eger hûn bixitimînin hûn ê nikaribin îktîdara xwe bidomînin." -   MA / Deniz Nazlim - Selman Guzelyuz