AMED - Têkildarî bûyera şewitandina dormîşek, 4 kes li Amedê hatin binçavkirin.
Duh êvarê li kolana Dr. Sitki Goral a navçeya Peyasê ya Amedê, dormîşeke rêwiya ya bi pîleqeya 21 M 0052, ji aliyê komekê ve hatibû rawestandin û piştî rêwî ji hatibûn pêyakirin, hatibû şewitandin. Piştî bûyerê di saetên şevê de polisan bi ser hin mala de girtin û welatiyên bi navê Z.Ç., D.A., S.K. û M.K. binçav kirin. Hat hînbûn ku polisan her çar kesan jî biriya Miduriyeta Polisan a Amedê.