MÊRDÎN - Li navbera gundê Ewîna Cirzê, Quzêrîb û Dêrîş yên Navçeya Stewrê, agir bi daristanê ket. Sedema şewatê nehat zanîn. Welatiyan diyar kirin ku dixwazin agir bitemirînin, lê Qereqola Dêrîş nahêle.
Her roj daristanên li çiyayê herêmê dişewitin. Welatiyên dixwazin agirê bi daristanê ketiye vemirînin rastî astengiyên eskeran tên. Li navbera gundê Ewîna Cirzê, Quzêrîb û Dêrîş yên Navçeya Stewrê, agir bi daristanê ket. Sedema şewatê nehat zanîn. Welatiyan diyar kirin ku dixwazin agir bitemirînin, lê Qereqola Dêrîş nahêle.