AMED - Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) tayînkirina qeyûman û binçavkirinan şermezar kir û daxuyand ku qeyûman nas nekin.
Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) têkildarî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê daxuyanieyeke nivîskî da. KKP'ê di destpêka daxuyaniyê de gotinên Serokkomar Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên beriya hilbijartinê ku gotibûn 'em ê dîsa qeyûm tayîn bikin' bi bîr xist û ev tişt ragihand: "Tifaqa Cûmhûriyetê ji ber ku dît di meha tebaxê de li Kurdistanê (Rojhlilatê Firatê) serkeftinê bi dest nexe, weke sala 2016'an qanûnên xwe binpê kir û berê xwe da destkeftiyên gelê me.
'EM ŞERMEZAR DIKIN'
Di berdewama daxuyaniyê de hat desnîşankirin ku AKP'ê bi tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP'ê careke din vîna gelê kurd nas nekir. Tayînkirina qeyûman darbe ye. Ji bo pêşîligirtina vê yekê, divê li Kurdistanê tifaqa neteweyî bê pêşxistin û bi gelên Tirkiyeyê re eniyeke berfireh a demokrasiyê bê avakirin. Divê gelê me li dijî vê êrîşa nehiqûqî derkeve û bibêje vîna me Mizrakli-Turk-Ertan e. Em tayînkirina qeyûman û binçavkirinan şermezar dikin."