RIHA - Li Wêranşarê cendirmeyan 3 kesan binçav kir.
Li navçeya Wêranşar a Rihayê, Serdozgeriya Komarê ya Wêranşarê di çaroveya lêpirsînekê de derbarê 4 kesan de biryara binçavkirinê da. Di çarçoveya vê lşêpirsînê de cendirmeyan îro bi malan de girt û 3 kesan binçav kir û kesek jî ji ber ku ne li mala xwe bû nehat binçavkirin. Hat hînbûn ku her sê kesên ku hatine binçavkirin, piştî kontrolên wan ên tenduristiyê, birine Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê.