ÊLIH - Hevşaredarên Şaredariya Êlihê, gotin ew ê qeyûman nas nekin û kes nikare îpotekê deyne ser vîna gel.
Hevşaredarên Şaredariya Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û gotin, tayînkirina qeyûman bêhiqûqîtî ye.
Demîr, diyar kir ku ew bi rêjeyeke mezin hatine hilbijartin û got: "Pêşî hûn ê mazbatayê bidin û paşê rabin tiştekî wiha bikin. Tu beramberiyeke vê yekê tune ye. Gel qeyûm nas nekirin û wê nas nekin jî." Demîr, destnîşan kir ku ne di raya navnetewî ne jî di raya Tirkiyeyê de tu rewabûneke qeyûman tune ye.
'WÊ XIZMETA ME DEwAM BIKE'
Demîr, bilêv kir ku ew ê li gor biryarên partiya xwe tev bigerin û got, ew bawer dikin wê gel tu carî qeyûman nas neke. Demîr, got: "Rewşa aboriyê ne tu rewş e. Her roj sermaye ji welat direve. Betalî zêde dibe. Li bajarekî wekî Êlihê rêjeya betaliyê pir zêde ye. Sedema evana hemûyan terhê siyaseta îktîdarê ye. Demildest divê dev ji vê şaşiyê berdin û rêzê nîşanî vîna ji sindoqê derketiye bidin."
Hevşaredar Songul Korkmaz jî got: "Li hemberî vîna gel darbeyek pêk hat. Kesên digotin em ê rêzê nîşanî sindoqê bidin, niha sindoqê esas nagirin. Li vira hûn kî hildibijêrin hilbijêrin dibêjim em vîna we nas nakin. Ne em ne jî gelê me ne qeyûman ne jî we nas nakin." Korkmaz, bi bîr xist ku pergala hevserokatiyê ji sala 2014'an ve tê bikaranîn û pergaleke rewa ye ûg ot: "Hevserokatî ne hinceteke ji bo tayînkirina qeyûman. Ew bi vî awayî vîna jinê tune dihesibînin."
'ROJ ROJA YEKÎTIYÊ YE'
Korkmaz, got: "Ev gel, ev peywir da me. Nexwe ê me ji peywirê bigire jî tenê gel e. Em nûnerên vî gelî ne, gel çi bêje ew e. Loma em ê tim piştgiriyê bidin hevşaredarên her sê bajaran. Ji bo vê jî em bang li gelê xwe dikin û dibêjin, roj roja yekîtiyê ye, roj roja xwedîderketina li vîna xwe ye."