ENQERE - Siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal, diyar kir ku AKP, fatûreya hilbijartina Stenbolê li kurdan dibire û got, dibe ku qeyûm tayînî partiyên din jî bên kirin û di dorê de Mansûr Yavaş hebe. Her wiha Unsal, got çûyîma Îmamoglû ya Amedê wê tiştekî di cî de be.
Siyasetmedar û parlemnterê berê yê AKP'ê Ahmet Farûk Unsal, tayînkirina qeyûman nirxand.
FATÛREYA STENBOLÊ LI KURDAN BIRÎN
Unsal, diyar kir ku sedemeke ku îktîdar bi ser HDP'ê de diçe jî hilbijartina Stenbolê ye û got: "Jixwe pratîkeke dewletê ya bi ser HDP'ê de diçe hebû. Lê belê sedema sereke ya dawîn jî hilbijartina Stenbolê ye. Windakirina Stenbolê ji bo AKP'ê darbeyeke mezin û, ne li bendî tiştekî wisa bûn. AKP, fatûreya vê têkçûyînê di ser HDP'ê re li kurdan dibire."
DIBE DOR A MANSÛR YAVAŞ BE
Unsal, diyar kir ku dibe ku qeyûm tayînî partiyên din jî bên kirin û niha yek ji şaredariyên CHP'î yên bi rîskeke mezin re rû bi rû ne jî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ye. Unsal, got: "Niha der barê Mansûr Yavaş de pêvajoyeke hiqûqî heye. Eger ev pêvajo bi encam bibe - ez nebawer im- dibe di dorê de Mansûr Yavaş hebe."
‘GER ÎMAMOGLÛ BIÇE AMEDÊ WÊ BAŞ BE'
Unsal, bilêv kir ku ger Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû biçe Amed, Wan û Mêrdînê wê pir baş be û got: "Hem ji bo pêwendîdanîna bi hilbijêrên ew hilbijartine hem jî wekî şaredarekî ku carekê mazbataya wî hatiye betalkirin wê pir baş be. Wê di cî de be. Îmamoglû, beriya hilbijartina 23'yê Hezîranê çûbû Rojhilatê Behra Reş. Tûra xwe ya li Behra Reş temam kir, lê eger biçe bajarê kurdan jî wê pir baş be."
Unsal, bal kişand ser helwesta partiyên muxalîf ên li dijî qeyûman jî û got, helwesta wan rast e lê belê divê tenê bi vê nemîne.
‘DIVÊ DENGÊ OCALAN ESAS BÊ GIRTIN'
Her wiha Unsal bal kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî ku gotibû 'ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ez amade me" û got: "Divê dengê ku Ocalan bilind dike esas bê girtin û divê dewlet bi dijminahiyî nêzî pergala li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê nebe."
MA / Diren Yurtsever