AMED - Dayika girtî Yakup Eryilmaz, Kudret Yilmaz diyarkir ku girtî bi gelek pirsgirêkan rû bi rû mane û wiha got: “Rayedarên girtîgehê 3-4 rojin çopên girtiyan kom nekirine. Rayedaran ji girtiyan re gotiye 'Bila şaredariya we were kom bike' û qerfê xwe bi girtiyan kirine.
Kudret Eryilmaz a 3 sal in kurê wê Yakup Eryilmaz li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê girtî ye, binpêkirinên mafan vegot. Eryilmaz, têkildarî hevdîtinên bi kurê xwe re axivî û wiha got: "Rewşa girtiyan nebaş e. Pirsgirêkên wan pir giran in. Car caran ava pîs didin wan carna xwarina wan tune ye. Bi bihayekî zêde xwarinê didin wan. Radyoyan, pirtûkan, rojnameyan nadin wan ji agahiyên dinyayê mehrûmin. Ji ber ku girtiyan 15’ê Tebaxê di nava xwe de pîroz kirine derbarê 300 girtiyan de lêpirsîn vekirine.”
'BI KÎN Û NEFRET NÊZÎK DIBIN'
Eryilmaz bal kişand ku gardiyan ji ber grevên birçîbûnê bi kîn û nefret nêzîkî girtiyan dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “3-4 rojin çopên wan kom nekirine. Ji ber ku nû ji greva birçîbûnê derketine bunyeya wan hêj zeîf e. Nikarin bêhneke zêde giran hilînin. Girtiyan ji gardiyanan re gotine werin çopê me kom bikin, hûn çima kom nakin. Gotine bila şaredariya we were kom bike. Ê temam bihêlin bila şaredarî were kom bike. Heke hûn bihêlin şaredarî dê li ser serê xwe kom bike. Çi eleqeya şaredarî û çopê zindanê ji hev heye.”
'DÊ GIRTÎ DÎSA BI DEST ÇALAKIYA BIKIN'
Eryilmaz da zanîn ku di saet 2-3’yê şevê de diçin ser odeyên girtiyan digirin û wiha got: “Girtiyan gotin heke ev zilm û zordarî li ser serê me dewam bike em ê dîsa bi dest çalakiyan bikin. Tiştek bi serê zarokên me were berpirsyar Wezîrê Dadê û Midûrê Girtîgehê ye. Bila vê zilmê li ser zarokên me hilînin. Mafê wan ê derketina sporê ji wan girtine nahêlin biçin. Nahêlin hevdîtinan rast û dirûst bi hevre bikin. Girtiyan du sê caran ji bo van pirsgirêkan serî li Miduriyet û Dozgerê girtîgehê dane lê bê bersiv hiştine. Ne pirtûk ne rojname tiştekê nadin wan. Mexsûs cilên wan belav dikin piyê xwe lê dixin, şerê psîkolojîk bi rêve dibin bi sebra girtiyan dilîzin. Bi grevên birçîbûnê muameleyên keyfî zêde bûne bi zimanekî tund ser girtiyan de diçin.”
'EM BI PIRSGIRÊKAN RE RÛBIRÛ DIMÎNIN'
Eryilmaz, bilêv kir ku weke malbat dema diçin girtîgehê ji bo hevdîtinê bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin wiha axivî: “Em zarokên biçûk carna bi xwe re dibin quna wan girê didin dibin. Dema lêgerînê dikin bezê qûna zarokan jê dikin paketa bezên xwe tînin ji bo ku em dîsa bêxinê. Ev tişt li ser me tên kirin. Em nikarin bi axivin. Bi ser û bin lêgerînê li me dikin wek lêgerîna tazî. Em van tiştan dibînin dengê xwe nakin dibên ji bo ku zarokên me pê aciz nebin.”
'EM Ê DINYAYÊ BI SERÊ WAN DE XERA BIKIN'
Eryilmaz, ji Wezîrê Dadê, parlementer, Saziyên Mafên Mirovan û hemû cemaweriyê xwest ku li hemberî meseleya heqaret, zilm û zordariya li zindanan bêdeng nemînin û wiha lê zêde kir: "Vê zilm û zorê bila li ser zarokên me rakin. Bila vê heqaretê li zarokên me nekin. Wilah tiştek li serê zarokên me were em ê dinyayê bi serê wan de xerab bikin. Em dayik vê zilm û zordariyê qebûl nakin. Em ê herin derê zindanê xwe bi şewitînin. Zarokên me vê tiştê heq nakin.”
'EZ Ê XWE BI ŞEWTÎNIM'
Eryilmaz herî dawî got ku “Heta dilopeke xwîna min hebe ez ê li pey doza kurê xwe bim. Vê zilmê qebûl nakim. Neynuka kurê min bi kevir bikeve ez ê li hemberî cîhanê şuşeyeke benzînê bi xwe da bikim xwe bişewitînim. Bila êdî kezeba dayikan neşewite, bila êdî dayik negîrin. Me zarokên xwe xwedî nekirine ji bo mirinê. Ma mirin tim para me ye em êdî mirinê qebûl nakin. Ji ber van pirsgirêkan şev êdî nikarim razim. Ez nexweşa şekir, tansiyon û dil im. Sê caran min qeyran derbaskirî ye. Ez rojê 8-9 heb hep dixwim. Tiştek bi serê kurê min were ez jî dê tiştekê li xwe bikim. Berpirsyarê vê jî Wezîrê Dadê, Midûrê Girtîgehê ye êdî em nikarin zilm û zorê li ser zarokên xwe qebûl bikin.”
Têkildarî mijarê em li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê geriyan. Rayedarên girtîgehê gotin: "Em bi riya telefonê nikarin tiştekî bêjin. Serî li girtîgehê bidin ji bo îddîayan."