* HDP'iyan bertek nîşanî qedexekirina zozan û mêrgên li Colemêrgê dan û destnîşan kirin ku qedexekirina zozanan bi zanebûnî tê kirin ku gelê herêmê bê tepisandin û sewalvanî bê qedandin.
* Parêzer Ercan Kanar, bal kişand ser Qanûna Bingehîn a 1921'ê ku Ocalan îşaret pê kiribû û diyar kir ku Ocalan bi vê yekê derî li ber demokrasiyê vedike û got: "Tayînkirina qeyûman nîşan da ku pêdiviya Tirkiyeyê demildest bi qanûneke bingehîn a ji Qanûna Bingehîn a 1921'ê wêdetir heye."
* Nivîskar Aydin Engîn, bilêv kir ku di demeke ku Ocalan dibêje "Ez ji bo çareseriyê amade me" de kesên dewletê bi rê ve dibin qeyûman tayîn kirin û ev tê wateya ku dewlet bi awayekî cidî nêzî vî karî nebûye. Engîn, anî ziman ku dewlet bi gotinên "em ê bitepisînin, êrîş bikin, bin pê bikin" bersivê dide bangawaziyên ji bo aştiyê.
* Siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal, diyar kir ku AKP, fatûreya hilbijartina Stenbolê li kurdan dibire û got, dibe ku qeyûm tayînî partiyên din jî bên kirin û di dorê de Mansûr Yavaş hebe. Her wiha Unsal, got çûyîma Îmamoglû ya Amedê wê tiştekî di cî de be.
* Hevşaredarên Şaredariya Êlihê, gotin ew ê qeyûman nas nekin û kes nikare îpotekê deyne ser vîna gel.
* Dayika girtî Yakup Eryilmaz, Kudret Yilmaz diyarkir ku girtî bi gelek pirsgirêkan rû bi rû mane û wiha got: “Rayedarên girtîgehê 3-4 rojin çopên girtiyan kom nekirine. Rayedaran ji girtiyan re gotiye 'Bila şaredariya we were kom bike' û qerfê xwe bi girtiyan kirine.
* Endam û rêveberên HDP'ê wê li dijî tayînkirina qeyûman a şaredariyên Mêrdîn, Wan û Amedê li Parka Karayollari ya Mêrdinê û li pêş AZC Plaza ya Ofîsa Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* OHD û şaxa ÇHD'ê ya Îzmirê ku bi KHK'ê hat girtin wê li dijî Qeyûman li pêş Edliyeya îzmirê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)
* Platforma Jinan a Enqereyê wê li dijî tayînkirina qeyûman li Yekîtiya Mulkiyeyan civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê wê li dijî tayînkirina qeyûna li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî yê li Wanê tev li daxuyaniya çapemeniyê bibe. (14.00)
* Platforma Jinan a Îzmirê wê li dijî tayinkirina qeyûman li Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)