Xebatên rojnamegeriyê yên Rojnameger Ergin Çaglar sûc dîtin

  • rojane
  • 20:44 19 Tebax 2019
  • |
img
MÊRSÎN – Midûriyeta Polîsan di lêpirsîna Rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ergin Çaglar de hemû xebatên rojnamegeriyê sûc dît. 
 
Nûçegîhanê Ajansa me Mezopotamya (MA) yê Mêrsînê Ergîn Çaglar, di 16'ê Tebaxê de dema çû Edliyeya Mêrsînê di çarçova lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de, polîsan ew binçav kirin. Polîsan piştî Çaglar li Edliyê binçav kirin, birin nexweşxaneyê û ji wir jî birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.  Çaglar, li Midûriyeta Polisan a Mêrsinê rastî lêpirsînek balkêş hat. Dema polîsan îfadeya Çaglar stendin pirsên balkêş pirsîn. Polîsên ku bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" Çaglar binçav kirin, îfadeyên şahidên nepen esas girtin. Yek ji Şahidê Nepen ê bi kodê “2019N04S16”  der barê Çaglar de wiha îfade daye: “Kesê di wêne de yê bi navê Ergîn piştnavê wî nizanim. Nûçegîhanê DÎHA ye. Xwişka wî Berfin xebatkara MKM'ê ye. Berfîn tev li kaddoya çiyê bû. Ergîn di nava rêxistinê de çalak xebatan dike. Ergîn ewil agahdar dike. Ji bo dîmen cihekî bi ewle tê amadekirin. Piştî dîmen tên kişandin, ji BESTA NUÇE, ANF û ANHA yên rêxistinê re tên şandin." 
 
Şahida nepen a bi kodê “Jiyan Eren” jî di îfadeya xwe de gotiye Çaglar li Mêrsinê nûçegîhanê DÎHA ye. Nûçeyên çalakiyên li ser banga Rêxistina terorê dike nûçe û ji siteyên ANF, NUÇE, ANHA yên rêxistinê re dişîne. 
 
Polîsan di lêpirsînê de pirtûka “Bogurtlen Zamani 2 Buluşma”, “Tarih Yukarı Mezopotamya’da Başlar” û “Dagin Ardından Bakmak” wekî amûrê sûc nirxandin. 
 
Polîsan dîsa nûçeyên ku Çaglar der barê çalakiyên greva birçibûnê de çêkiribûn jî wekî sûc dît. 
 
Tê payin ku Çaglar sibê sewqî edliyê bikin. 
 
 
 

Sernavên din

21:33 Hevşaredarên Pasûrê hatin girtin
20:53 Girtiyê nexweş Mûstafa Aykol hat veşartin
18:31 Hevşaredara Pasûrê Ay hat binçavkirin
17:04 Li Gêlê mirina bi guman a jinekê
16:57 Parêzerên Leyla Guven derbarê 28 kesan de gilî kirin
16:47 Mizrakli: Wê zilma we bi encam nebe
16:23 Xebatkarên medya havuzê li ber HDP’ê pevçûn!
15:56 TJA'yê li Bazara Jinan kampanya vegotin
15:50 Hevşaredara Pasûrê bersiv da îdiayan: Xebata rê di çavdêriya esker û polîsan de tê kirin
15:11 Komîsyona Mafê Perwerdeyê ya ÎHD'ê: Bila perwerdeya wekhev û bêpere bê dabînkirin
15:07 ‘Ji ber ew kurd e îşkence lê tê kirin’
15:07 Bulbul ji Suleyman Soylu re got: Biçe li Qendilê çalakiya rûniştinê li dar bixe
14:29 Malbatên xwendekarên girtî li ber avahiya AKP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
14:13 Taşçier: Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasî pêş nakeve
13:32 Li Pasûrê hejmara binçavkiriyan derket 4 kesan
13:22 Girtiyê nexweş Mustafa Akyol jiyana xwe ji dest da
13:19 Mexdûrê KHK’ê yê li ber avahiya AKP’ê hat binçavkirin
13:12 Serokkomarê Îranê Rûhanî li Qesra Çankayayê ye
12:58 Garantorên Astanayê li Enqereyê ne: Rê ji Tirkiyeyê re diyar dibe
11:53 Piştgiriya ji bo Nobeta Demokrasiyê mezin dibe
10:43 Bêkarî gehişt 4 mîlyon û 253 hezarî
10:30 Bi îdiaya ‘qaçaxê’ ceryana gund birîn
09:00 Qeyûm hat xebat sekinî
09:00 'Alîkariya Destpêkê' li hewara kurdan tê!
09:00 Karkerên Cargillê: Em tenê karê xwe dixwazin
09:00 Turmen: Divê têkoşîna demokrasiyê bi hev re bê dayîn
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2016'AN
15/09/2019
20:20 Esad beriya civîna bilind a Enqereyê efûyê derxist
16:48 Togrûl: Ji bo ku hemû zarok bizivirin, tekane çareserî aştiye
16:25 Li Çiyayên Kazê 52 roj: Ji bo Heskîfê em dest bidin hev
16:00 Şandeya HDP’ê wê li Ewropa hin hevdîtina pêk bîne
15:34 ‘Em bi israrin ku qeyûm bişînin’
15:33 Jinên Îzmîrî ji bo ku xwedî ‘Hevserokatiyê’ derkevin wê li hev kom bibin
14:27 Mînîbusa karkerên çandinê lê sîwar bûn qulipî
14:06 Li Samsun û Eskîşehîrê cînayetên kar
13:45 Hevşaredarê Pasûrê ‘3 rojin bê hincet’ dibin çavan de tê girtin
13:22 Mesûtoglû yê 84 rojin di greva birçîbûnê deye darizandinek adîlane dixwaze
12:57 Koçyîgît: HDP adresa çareseriyê ye
12:27 Kiliçdaroglu: Dayikên li Amedê jî mafdarin
11:37 Girtiyê nexweş Guler ê 80 salî nayê derman kirin
11:04 15 gundiyên kana kevirina nexwest ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Leyla Guven bang li hemû dayikan kir: Werin em li maf, hiqûq û çareseriyê bigerin
10:04 Li Afyonê otobusa rêwiyan qulipî
09:25 Uras: Peyama Ocalan temînata jiyanek hevbeş e
09:23 Ji ber karek bi dest nekat dest bi çandina tûtinê kir
09:07 Qeyûm li ser navê şaredariyê kirê kiriye, lê xizmên xwe lê bi cih kirine
09:05 Qeyûm bi nanê 5 hezar kesî leyîstin!
09:04 Ne cotkar dikare hilberîne, ne jî bazarvan dikare bifiroşe
09:03 Berên ewil ên 'Sereya Bêasteng' gihan
09:02 Walîtiya Wanê nehişt li 66 polîsên îşkence kirin lêpirsîn bê destpêkirin