Xebatên rojnamegeriyê yên Rojnameger Ergin Çaglar sûc dîtin 2019-08-19 20:44:40   MÊRSÎN – Midûriyeta Polîsan di lêpirsîna Rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ergin Çaglar de hemû xebatên rojnamegeriyê sûc dît.    Nûçegîhanê Ajansa me Mezopotamya (MA) yê Mêrsînê Ergîn Çaglar, di 16'ê Tebaxê de dema çû Edliyeya Mêrsînê di çarçova lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de, polîsan ew binçav kirin. Polîsan piştî Çaglar li Edliyê binçav kirin, birin nexweşxaneyê û ji wir jî birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.  Çaglar, li Midûriyeta Polisan a Mêrsinê rastî lêpirsînek balkêş hat. Dema polîsan îfadeya Çaglar stendin pirsên balkêş pirsîn. Polîsên ku bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" Çaglar binçav kirin, îfadeyên şahidên nepen esas girtin. Yek ji Şahidê Nepen ê bi kodê “2019N04S16”  der barê Çaglar de wiha îfade daye: “Kesê di wêne de yê bi navê Ergîn piştnavê wî nizanim. Nûçegîhanê DÎHA ye. Xwişka wî Berfin xebatkara MKM'ê ye. Berfîn tev li kaddoya çiyê bû. Ergîn di nava rêxistinê de çalak xebatan dike. Ergîn ewil agahdar dike. Ji bo dîmen cihekî bi ewle tê amadekirin. Piştî dîmen tên kişandin, ji BESTA NUÇE, ANF û ANHA yên rêxistinê re tên şandin."    Şahida nepen a bi kodê “Jiyan Eren” jî di îfadeya xwe de gotiye Çaglar li Mêrsinê nûçegîhanê DÎHA ye. Nûçeyên çalakiyên li ser banga Rêxistina terorê dike nûçe û ji siteyên ANF, NUÇE, ANHA yên rêxistinê re dişîne.    Polîsan di lêpirsînê de pirtûka “Bogurtlen Zamani 2 Buluşma”, “Tarih Yukarı Mezopotamya’da Başlar” û “Dagin Ardından Bakmak” wekî amûrê sûc nirxandin.    Polîsan dîsa nûçeyên ku Çaglar der barê çalakiyên greva birçibûnê de çêkiribûn jî wekî sûc dît.    Tê payin ku Çaglar sibê sewqî edliyê bikin.