Li dijî tayinkirina qeyûm daketin kolanan

  • rojane
  • 16:43 19 Tebax 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Wan, Amed û Mêrdinê kirin, endam û rêveberên HDP'ê li gelek bajaran daketin kolanan û çalakî li dar xistin. Girseya ku daketin kolanan bertekên li dijî AKP'ê û qeyûm anîn ziman. Girsê dîsa daxwazên xwe yên demokrasiyê anîn ziman. 

 
Wezîrê Karên Hundir serê sibê Qeyûm tayînî Şaredariyên HDP'ê yên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê kirin. Di heman wextê de bi ser gelek malan de girtin û nêzî 400 kes binçavkirin. Piştî operasyona tayînkirina qeyûm binçavkirinan bertek û nerazîbûnên girsê zêde bû. Li Mêrdinê piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin, polîsan avahiya Şaredariya Mêrdînê dorpêç kirin û destûr nedan Hevşaredara Mêrdînê Figen Altindag û endamên meclîsa Şaredariyê derbasî avahiyê bibin. Girseya gel jî bi boneya li vîna xwe xwedî derkevin hatin ber avahiya şaredariyê kom bûn. Parlamenterên HDP'ê û gelek welatiyên din xwestin derbasî şaredariyê bibin. Lê girse rastî astengiyên polîsan û hêzên çevîk bûn. 
 
Girsê tevî hemû astengiyan li pêş avahiya Şaredariya Mêrdîn daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak, bertek nişanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: "Di hilbijartina 31'ê Adarê de partiya me li Amedê ji sedî 63, li Mêrdînê ji sedî 56 û li Wanê ji sedî 53 deng stendiye. Lê hevşaredarên me tevî vê yekê ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ji peywirê hatin girtin. Li dijî endamên me yên meclîsa Şaredariyan operasyonek mezin a binçavkirinê heye. Ev aşkere darbeya siyasî ye. Ev di heman demê de ne naskirina vîna gelê Kurd e."  
 
OCALAN: HIN KES LI PÊŞ PROVOKASYONAN IN
 
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî bertek nîşanî tayînkirina Qeyûmê da û wiha got: "Tirkiye serberjêr ber bi zinar ve diçe. Me bi dehan caran banga aştî û çareseriya demokratîk kir. Lê hin kes bi kîmyaya welat lidîsin. Li pey provokasyon in. Divê demek berî demekê dawî li van provokasyon an bînin. Vîna gel û Şaredariya Gel bi TOMA û hêza polîsan nayê astengkirin. " 
 
Platforma Şaxan a KESK'ê û Odeya Tabiban a Mêrdînê jî daxuyani dan û bertek nîşani tayînkirina qeyûm dan. 
 
WAN
 
Li Wanê jî piştî tayînkirina Qeyûm girse li pêş avahiya HDP'ê ya Wanê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Bi sedan kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP'e yê Wanê Umît Dede jî diyar kir ku ev biryar raste rast darbeya siyasî ya li dijî vîna gel e û wiha got: "Di rapora Sayiştayê de jî aşkere hat dîtin ku qeyûmê berê nelirêtî kiribûn. Wezîrê Karên Hundir, ronikirina vê nerilêtî, dizî û bê sinciya di serdema xwe de bêtir tehamul nekir. Nexwest bêtir ev yek ronî bibe. Ji ber ku li herêmê esker û polîsan xwedi dike hêza xwe ji eskerî û polîsan distînin. Bi qasî misqalekê demokratîkbûna vê îktîdarê nemaye." 
 
SIBÊ LI PARKA FEQIYÊ TEYRAN IN
 
Dede, anî ziman ku dê sibê saet di 13.00'an de li Parka Feqiyê Teyran bi  tevlêbûna parlamenter û hevşaredarên bi girseyî daxuyaniyê bidin çapemeniyê û vê yekê şermezar bikin. Daxuyanî bi dirûşmeyên “Zext me bêzar nakin" û "Bêdeng nebe wê dor bê te jî" berz kirin. 
 
STENBOL 
 
Li Stenbolê jî Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP'ê û Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu jî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Vîna gel nayê xezpkirin" vekirin. Ewil Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çiçek axivî û tayînkirina qeyûm şermezar kir û wiha got: "Îro hemû welat bi xezp û bêhiqûqiyê hişyar bû. Me ev fîlm berê jî dîtibû. Em niha bi hevre van pêkanînên dijdemokratîk dibînin. Em êrîşên li dijî vîna gel bi hevre temaşe dikin. Ev ax bûye erdnîgariya qeyûman. Dixwazin Kurdan bi tenê bihêlin. Dixwazin çalakiyên li dijî Kazê, Mûnzûr û Dersimê ji hev qut bikin. Dixwazin hemû kesên ji bo demokrasî, azadî û edaletê têdikoşin tecrîd bikin." 
 
Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş jî bertek nîşanî qeyûman da û got: "Ev welat bûye welatê darbeyan. Tirkiye bûye welatê darbeyan. Bûye welatê qeyûman. Bûye welatê OHAL’ê. 
 
 
Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu jî anî ziman ku kesên qeyûm tayîn kirin, li dijî kesên aştî û demokrasiyê dixwazin dibêjin "Êm şer dixwazin"  Ji bo kesên dibêjin 'Em aştî û edaletê dixwazin' bersîva "Em zulmê dixwazin." e. Şenoglu anî ziman ku yên di 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de winda kirin vê yekê tehamul nakin û ji bo vê yekê qebûl nakin vîna gel nas nakin." 
 
 
ÎZMÎR 
 
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û tayînkirina qeyûman şermezar kir. 
 
 
RIHA 
 
Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist û tayînkirina Qeyûman şermezar kir. Parlamenterên HDP'ê û Hevşaredarên HDP'ê yên Pirsûsê jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Adile Oncel jî anî ziman ku tayînkirina qeyûm ne tenê li dijî HDP'ê û gelê Kurd, li dijî hemû gelê Tirkiye hatiye îlankirin. 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin HATE NÛKIRIN
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
18/12/2025
16:53 Wezaretê piştî salek û nîvan biryara bultena sor a ji bo kujerê Kazanhan cîbicî kir
16:37 Rojnameger Aykol 2 meh in di beşa çavdêriya awarte de ye
16:36 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
16:20 Baroya Qersê giliyê bijîşka nîjadperest kir
15:50 Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:44 Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin
15:35 CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir
15:25 Çetîn Arkaş: Heke aştî bibe divê hevrûbûn çêbibe
15:03 KESK: Kedkar vê budçeyê qebûl nakin
14:59 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel diyar bû
14:55 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin
14:29 Bijîşkekê heqaret li Kurdan kir: Bila mafên wan bên sînordarkirin û neyên xebitandin
13:45 Ahmet Turk bertek nîşanî Bursasporê da: Ev heqareteke li dijî hemû Kurdan e
13:31 Baroyan bertek nîşanî heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin dan
13:30 Dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandibûn bên pêşandan
12:36 Danişîna doza Sîncar careke din ji bo mutalaayê hat taloqkirin
11:59 Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
11:30 Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe
11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn
09:05 Dîmenên îşkenceya li girtî derketin holê
09:01 Belçîka: Rêveberiya navendî midaxileyê karên xwecihî nake, hişmendiya komunîteryen serdest e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2025'AN
17/12/2025
22:00 Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn
21:10 Komîsyonê ji bo raporê biryara avakirina 'koma nivîsê' da
17:05 Komîsyona Lêkolînê ya Dîlan Karaman: Agahî bi baldarî tên berhevkirin
17:04 Dîba Keskîn: Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin dê tune bibin
16:49 Koma Jinan a Meclisê ya DEM Partiyê têkildarî ‘îstîsmarê’ daxuyanî da
16:48 Olûç: Divê hin karbidestiyên serokkomartiyê dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin
16:47 Hevdîtina Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir
16:47 Kesê tacîza zayendî li 6 xwendkaran kir nehate girtin
16:30 Tedawiya rojnameger Aykol bi antîbiyotîkan didome
16:03 Arkaş: Ji bilî Rêber Apo kesek nikare aştiya Tirk-Kurdan bike
14:04 Serlêdana dozgeriyê ya ji bo cezakirina rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat redkirin
13:50 Sancar: Niha dema amadekirina hiqûqa aştiyê ye
13:01 Dê Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di komîsyonê de bicivin
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye
11:44 Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:30 Karkerê Kurd bi hinceta ‘ser siyasetê axiviye’ ji kar hat derxistin
11:07 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
10:58 Civaknasê Alman: Banga Abdullah Ocalan kêliyeke kêmpeyda ye ji bo hêviyê
10:35 Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin
10:20 Platforma Şiyar Be! dê li Licê nûnertiyekê veke
10:18 Çîftyurek: Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî ve pêş bikeve
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
09:44 8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn
09:17 Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin
09:13 Zarokên gel Nazim û Cîhan
09:08 'Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin'
09:04 Almanya: Hêz û desthilat di destê şaredariyan de ne
09:03 Sala 2025'an banga statuya ji bo Kurdî bilind bû
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN
16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin