Li dijî tayinkirina qeyûm daketin kolanan 2019-08-19 16:43:18 NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Wan, Amed û Mêrdinê kirin, endam û rêveberên HDP'ê li gelek bajaran daketin kolanan û çalakî li dar xistin. Girseya ku daketin kolanan bertekên li dijî AKP'ê û qeyûm anîn ziman. Girsê dîsa daxwazên xwe yên demokrasiyê anîn ziman.    Wezîrê Karên Hundir serê sibê Qeyûm tayînî Şaredariyên HDP'ê yên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê kirin. Di heman wextê de bi ser gelek malan de girtin û nêzî 400 kes binçavkirin. Piştî operasyona tayînkirina qeyûm binçavkirinan bertek û nerazîbûnên girsê zêde bû. Li Mêrdinê piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin, polîsan avahiya Şaredariya Mêrdînê dorpêç kirin û destûr nedan Hevşaredara Mêrdînê Figen Altindag û endamên meclîsa Şaredariyê derbasî avahiyê bibin. Girseya gel jî bi boneya li vîna xwe xwedî derkevin hatin ber avahiya şaredariyê kom bûn. Parlamenterên HDP'ê û gelek welatiyên din xwestin derbasî şaredariyê bibin. Lê girse rastî astengiyên polîsan û hêzên çevîk bûn.    Girsê tevî hemû astengiyan li pêş avahiya Şaredariya Mêrdîn daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak, bertek nişanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: "Di hilbijartina 31'ê Adarê de partiya me li Amedê ji sedî 63, li Mêrdînê ji sedî 56 û li Wanê ji sedî 53 deng stendiye. Lê hevşaredarên me tevî vê yekê ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ji peywirê hatin girtin. Li dijî endamên me yên meclîsa Şaredariyan operasyonek mezin a binçavkirinê heye. Ev aşkere darbeya siyasî ye. Ev di heman demê de ne naskirina vîna gelê Kurd e."     OCALAN: HIN KES LI PÊŞ PROVOKASYONAN IN   Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî bertek nîşanî tayînkirina Qeyûmê da û wiha got: "Tirkiye serberjêr ber bi zinar ve diçe. Me bi dehan caran banga aştî û çareseriya demokratîk kir. Lê hin kes bi kîmyaya welat lidîsin. Li pey provokasyon in. Divê demek berî demekê dawî li van provokasyon an bînin. Vîna gel û Şaredariya Gel bi TOMA û hêza polîsan nayê astengkirin. "    Platforma Şaxan a KESK'ê û Odeya Tabiban a Mêrdînê jî daxuyani dan û bertek nîşani tayînkirina qeyûm dan.    WAN   Li Wanê jî piştî tayînkirina Qeyûm girse li pêş avahiya HDP'ê ya Wanê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Bi sedan kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP'e yê Wanê Umît Dede jî diyar kir ku ev biryar raste rast darbeya siyasî ya li dijî vîna gel e û wiha got: "Di rapora Sayiştayê de jî aşkere hat dîtin ku qeyûmê berê nelirêtî kiribûn. Wezîrê Karên Hundir, ronikirina vê nerilêtî, dizî û bê sinciya di serdema xwe de bêtir tehamul nekir. Nexwest bêtir ev yek ronî bibe. Ji ber ku li herêmê esker û polîsan xwedi dike hêza xwe ji eskerî û polîsan distînin. Bi qasî misqalekê demokratîkbûna vê îktîdarê nemaye."    SIBÊ LI PARKA FEQIYÊ TEYRAN IN   Dede, anî ziman ku dê sibê saet di 13.00'an de li Parka Feqiyê Teyran bi  tevlêbûna parlamenter û hevşaredarên bi girseyî daxuyaniyê bidin çapemeniyê û vê yekê şermezar bikin. Daxuyanî bi dirûşmeyên “Zext me bêzar nakin" û "Bêdeng nebe wê dor bê te jî" berz kirin.    STENBOL    Li Stenbolê jî Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP'ê û Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu jî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Vîna gel nayê xezpkirin" vekirin. Ewil Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çiçek axivî û tayînkirina qeyûm şermezar kir û wiha got: "Îro hemû welat bi xezp û bêhiqûqiyê hişyar bû. Me ev fîlm berê jî dîtibû. Em niha bi hevre van pêkanînên dijdemokratîk dibînin. Em êrîşên li dijî vîna gel bi hevre temaşe dikin. Ev ax bûye erdnîgariya qeyûman. Dixwazin Kurdan bi tenê bihêlin. Dixwazin çalakiyên li dijî Kazê, Mûnzûr û Dersimê ji hev qut bikin. Dixwazin hemû kesên ji bo demokrasî, azadî û edaletê têdikoşin tecrîd bikin."    Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş jî bertek nîşanî qeyûman da û got: "Ev welat bûye welatê darbeyan. Tirkiye bûye welatê darbeyan. Bûye welatê qeyûman. Bûye welatê OHAL’ê.      Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu jî anî ziman ku kesên qeyûm tayîn kirin, li dijî kesên aştî û demokrasiyê dixwazin dibêjin "Êm şer dixwazin"  Ji bo kesên dibêjin 'Em aştî û edaletê dixwazin' bersîva "Em zulmê dixwazin." e. Şenoglu anî ziman ku yên di 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de winda kirin vê yekê tehamul nakin û ji bo vê yekê qebûl nakin vîna gel nas nakin."      ÎZMÎR    Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û tayînkirina qeyûman şermezar kir.      RIHA    Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist û tayînkirina Qeyûman şermezar kir. Parlamenterên HDP'ê û Hevşaredarên HDP'ê yên Pirsûsê jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Adile Oncel jî anî ziman ku tayînkirina qeyûm ne tenê li dijî HDP'ê û gelê Kurd, li dijî hemû gelê Tirkiye hatiye îlankirin.