Elewiyan îşaretkirina deriyan şermezar kirin

  • rojane
  • 09:07 25 Mijdar 2017
  • |
img

ÎZMÎR – Nûnerên saziyên elewiyan bertek nîşanî îşaretkirina deriyên malen elewiyên li Meletiyê dan û vê yekê wiha pênase kirin: “Zarokên oldar, kîndar û êrîşkar dîsa li ser kar in.” 

Li Taxa Cemal Gursel a Meletiyê malên elewiyan wek beriya dema 19-26’ê Kanûna 1978’an Komkujiya Mereşê hatin îşaretkirin. Nûnerên saziyên elewiyan ên li Îzmîrê bertek nîşanî vê rewşê dan. Nûnerên rêxistinên elewiyan got ku ber bi 39’emîn salvgera Komkujiya Mereşê ve, qewimîna tiştekî wisa ne tesadufî ye. Rêxistinên elewiyan vê yekê wek provakasyonê dinirxînin û balê kişandin ser vegotinên îktidara siyasî yên “Em ê nifşekî kîndar û oldar bigihînin.” 
 
Hevserokê Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê Huseyîn Ozan, anî ziman ku ev tişta ne cara ewil e. Ozan got ku di dîroka elewiyan de gelek komkujî çê bûne û bi bîr xist ku di dîroka komarê de jî gelek komkujî çê bûne. Ozan anî ziman ku bi şerê li Sûriyeyê re dîsa êrîşên li hemberî elewiyan ketine rojevê. Ozan got ku bi qewimînên li Sûriyeyê re li Tirkiyeyê derdorên tundraw elewiyan hedef digirin. Ozan kampa penaberan a li gundê Terolar ê Mereşê jî bi bîr xist û van tiştan wek provakasyonê wesifandin. Ozan ku got “Li Tirkiyeyê kengî pêdivî bi provakasyonekê çê bibe, pêşî elewî hedef tên girtin” û diyar kir ku vegotinên îktîdara siyasî êrîşên bi vî rengî gur dike. Ozan, diyar kir ku elewî yek ji faktorên herî girîng ên muxalefeta civakiyî ne û kesên êrîşan pêk tînin ji aliyê îktîdara siyasî ve tên destekkirin. Ozan, dest nîşan kir ku ev yek ji bo wan cihê xemgîniyê ye û divê gelê wan hay ji vê rewşê hebe. 
 
Serokê Federasyona Elewî Bektaşiyan Coşkûn Begen jî, diyar kir ku tiştên qewimîne êrîş û provakasyon in. Coşkûn wiha got: “Heke kesekî ku Tirkiyeyê bi rê ve dibe derkeve û bêje ‘Ez ê nifşekî oldar, kîndar bigihînim’ wê muştaqên wê jî tiştên wisa bikin. Ber bi salvegera Komkujiya Mereşê qewimîna tiştên wisa, dixwazin hin tiştan tev bidin.” Begen, diyar kir ku êrîşî noqteya zihîf a elewiyan dikin û wiha axivî: “Yên vî welatî ber cudaparêzî, mezhebparêzîiyê ve dibe hikûmet in. Kiryarên vê bûyerê diyar in. Aşkere ye ku provakasyon e. Polîs û MÎT’a vê dewletê heye. Heke di bûyereke biçûk de berpirsiyaran dibînin, nexwe divê kesên ev tişt kirine jî bibînin.” 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleyên Çandê yê Pîr Sûltan Abdalê (PSAKD) û Berprisiyarê Herêma Egeyê Kemal Yildiz jî ku got “Zarokên oldar, kîndar û êrîşkar dîsa li ser kar in” balê kişand ser 39’emîn salvegera Komkujiya Mereşê. Yildiz, diyar kir ku li taxên elewiyan kesên tarî digerin û ev tişt ji bo elewiyan talûkeyê dide der. Yildiz, anî ziman ku ji bo şert û mercên Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê kamil bibin Komkujiya Mereşê pêk hatiye û ev tişt gotin: “Îro jî ji bo ji aloziya siyasî ya em niha tê de ne dîsa bûyerên civakî bên afirandin zarokên oldar, kîndar û êrîşkar xistine dewrê û dîsa wek hedef elewî hatine hilbijartin. Ev yek li cem me cihê şik û gumanên mezin e. Gelo hedefgirtina elewiyan ji bo kamîlbûna kîjan şert û mercan e?” 
 
Yildiz, dest nîşan kir ku divê demildest rûçikê bûyerê bê aşkerekirin. Yildiz bi bîr xist ku yê ji jiyana welatiyan berpirsiyar dewlet e. Yildiz, got ku di sala 2012’an de li Tirkiyeyê li çend bajaran bûyerên bi vî rengî qewimîne û ew elewî tim li hemberî zilm û zaliman, li gel kesên mafdar û mazlûm cih digirin.” 
 

Sernavên din

25/11/2017
11:32 'Jin di qada cemaweriyê de rastî tundiyê tên'
11:19 Saziyên navneteweyî fikir dan DMME'ê: Girtina wekîlan binpêkirina mafan e
11:19 Polîsan gelek kes li Îskenderunê binçav kirin
10:37 Platforma Jinan: Jinên Şengal û Reqayê bûn hêviya jinan
10:26 Bostan: Welatek di bin tecrîdê de ye
10:26 Kedkarên malan di 25'ê Mijdarê de li kolanan e
10:25 Seroka KADUM’ê: Bila desteka hiqûqî ji bo jinan bê temînkirin
10:03 Koordînasyona Rojava xwest Tirkiye êrîşan rawestîne
09:34 2 hezar koçber li benda alîkariyê ne!
09:31 Karkera Realê: Beramberiya keda 17 salan ‘birçîtî’ ye
09:10 ‘Naxwazin Ocalan ji mirovan re bibe ronahî’
09:09 300 sal in qonaxa dîrokî îhtişama xwe diparêze
09:08 ‘Jin herî baş xwe bi hunerê îfade dike’
09:07 Elewiyan îşaretkirina deriyan şermezar kirin
09:06 Krîza aborî tenê bandorê li sergînan nekiriye!
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2017'AN
24/11/2017
22:48 Ji ber parvekirinên medyaya civakî 16 kes hatin binçavkirin
22:37 Amediyan li Pale Hunerê temaşeyî fîlmê ‘Kollektivet’ê kir
22:27 KCD’ê li Cizîrê serdana saziyên civaka sivîl kir
21:55 Li Meletiyê êrîşî komeleya ermenan kirin
20:31 Rojnameger Aşan hat berdan
19:32 Polîsan avêt ser mala Çekwar Çûbûk: Kekê wî hat binçavkirin
17:31 Piştî xwişka wan hat kuştin têkoşîna jinan nas kirin
16:25 Jinan tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin
15:40 'Guleya ku Tahîr Elçî kuşt ji çeka zarokên baş derket?'
15:02 KADUM: Di 5 salan de hezar û 285 jin hatin kuştin
14:47 Li Yukselê 381 roj e çalakî didome: Baş e ku Nuriye tu hatî dinê!
14:24 Hunermenda NÇM'ê hat binçavkirin
14:12 5 girtiyên li Şakranê xistin 'qefesa têlînî'
14:04 Waliyê Edîrneyê daxwaza dadgehê red kir
13:48 Li Amedê 10 siyasetmedar hatin girtin
12:52 Polîsan li Semsûrê êrîş titûnvanan kir û gelek kes birîndar bûn
12:50 Altiparmak: DMME dixwaze riya hiqûqa navxweyî dirêj bibe
12:49 Serokê PSAKD’ê: Dixwazin Elewiyan koç bikin
12:44 Cenazeyê Oz a li Cizîrê hat kuştin 21 meh şûnde teslîm kirin
12:20 Malbatan gorên zarokên xwe yên Qeyûmê xera kirin ji nûve ava kirin
12:14 Kemalbay: Pêwistiya me bi têkoşîna civakî ya jinê û hevgirtinê heye
11:51 Di kana komirinê de karkerek mir
11:34 Li Amedê kesek hat kuştin û 3 hatin binçavkirin
11:30 8 kes li Bursayê û 14 kes ji li Enqerê hatin binçavkirin
11:04 Yek jî teamên herî xweş ên Bazîdê: Kifteyên Evdîgorê
11:03 Suryaniyên vegeriyan gundê xwe: Zeviyên me bidin me
11:02 Zeytûnên Nîzîpê ji ber zuhabûnê hişk bûn
10:59 Dadger parastina Erebî û Kurdî wekî 'parastina xerab' pênase kir
10:45 Cenazeyê kesên li Bestayê jiyana xwe ji dest dan li ku ne?
10:28 Di 'Trom'ê de hezkirin, tenêmayîn û têkoşîna jiyanê derket pêş
09:58 Wekîla HDP'ê Îrmez: Min ji bo Taybet Wezîr agahdar kir
09:57 Sewalkar îsal kayê peyda nakin
09:12 Bazara qazên Qersê li ber girtinê ye
09:11 'Dê kesên di GEMÎ’yê de xelas bibin'
09:10 ‘Divê li DMME’yê giliyê CPT’yê bê kirin’
09:08 Wezîrê AKP'ê yê berê: Doza Zarrab hin derdoran bêzar dike
09:07 Kaniyên li taxên kurdan nayên nûkirin
09:06 Jin bi Muay Thaî parastina çewherî dikin
09:04 Girtiyê ji sedî 100 astengdar bernadin
09:01 Dozger 90 sal ceza ji rojnameger Alayumat û Akman re xwest
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2017'AN
23/11/2017
22:06 Li Farqînê 3 kes hatin girtin
21:06 Li Wanê qeyûm 6 karker ji kar avêtin
19:26 Cenazeyê meleyê gund li qeraxa rê hat dîtin
17:09 Ji bo mitînga TJA ya Wanê destûr hat dayîn
16:52 Li Silopiyê êrîşî maşîna zirxî hat kirin: 2 leşker birîndar bûn
16:04 Ket greva birçîbûnê 227 lîra cezayê para lê birîn
16:00 Serlêdana 250 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re red kirin
15:40 Bîlgen: Gotina bila kurd nebin, tê wateya bila xwîn zêdetir birije
15:18 Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: Emniyet çi vedişêre?
15:06 Ji bo Gokçek der barê Demîrtaş de fezleke amade kirin
14:48 Ji Tuncel peyama 25’ê Mijdarê: Îtîraz têrê nake divê alternatîf hebin
14:39 Polîsan li Yukselê 5 kes binçav kirin
14:02 7 sal in bi tena serê xwe vê tesîsa qerase bi rê ve dibe
13:59 'Mêraniya di civakê de tê parastin û tê pîrozkirin'
13:58 Têkoşîna jinên Reqqa azad kirin kir fîlm
13:56 'Heta roja mamosteya tê pîrozkirin, bila şertên wan bên başkirin'
13:55 Cotkar êdî nikarin mazotê bikirin
13:24 Karkerê karê xwe dixwaze hat binçavkirin
13:14 Geverî mirina leşkerê ji Wanê bir meclisê
13:13 Rojnameger Demîr ê hempîşeyên xwe bibîr anî doz lê vebû
13:12 Xetereya jiyanî ya Rûken Cansiri didome
12:57 250 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Hesabê TJA’yê hat rawestandin
12:53 Doza parazvanê mafê mirovan Bîlîcî taloq kirin
11:54 Prz. Yurekli: Îmralî bûye pergala bê hiqûqê
11:43 7 sal û 6 meh ceza dan hevjînê Remziye Bor
11:22 Polîsan li Cizîrê kesek binçav kir
11:22 Li 8 gundên Sêrtê 'qedexe' hat îlankirin
10:19 Di du mehan de Tirkiye li sînorê Efrînê çi kir?
09:52 Hevjînê Taybet: Şeva bûyerê em gelek caran li 155’an geriyan
09:51 Gelo wê ev car Cinêv karibe ji bo Sûriyeyê formuleke hevsengiyî peyda bike?
09:50 Fîlmê komuna Danîmarkayê ‘Kollektivet’ wê li Amedê bê nişandan
09:49 2-3 sal şûnde li Tirkiye dê sewalkarî bi dawî bibe
09:22 ‘Êrîşa li dijî jin û xwezayê heman hişmendî ye'
09:21 Di avahiya yek odeyî de zivistanê pêşwazî dikin
09:21 Kevirê Oltiyê hêj rastî eleqeyek mezin tên
09:20 Koçeran xwe berda quntarên Bagokê
09:19 Karmenda hat îhrackirin niha findan difiroşe
09:00 23 MIJDARA 2017'AN
08:43 Gund û mezrayek Farqînê hatin qedexekirin
22/11/2017
20:01 Pûtîn: Bila Sûriye bi xwe qedera xwe diyar bike
19:29 Maşîna zirxî ya polîsan zarokeke din birîndar kir
17:14 Jinan banga tevlêbûna mîtînga 25'ê mijdarê kirin