Elewiyan îşaretkirina deriyan şermezar kirin 2017-11-25 09:07:24 ÎZMÎR – Nûnerên saziyên elewiyan bertek nîşanî îşaretkirina deriyên malen elewiyên li Meletiyê dan û vê yekê wiha pênase kirin: “Zarokên oldar, kîndar û êrîşkar dîsa li ser kar in.”  Li Taxa Cemal Gursel a Meletiyê malên elewiyan wek beriya dema 19-26’ê Kanûna 1978’an Komkujiya Mereşê hatin îşaretkirin. Nûnerên saziyên elewiyan ên li Îzmîrê bertek nîşanî vê rewşê dan. Nûnerên rêxistinên elewiyan got ku ber bi 39’emîn salvgera Komkujiya Mereşê ve, qewimîna tiştekî wisa ne tesadufî ye. Rêxistinên elewiyan vê yekê wek provakasyonê dinirxînin û balê kişandin ser vegotinên îktidara siyasî yên “Em ê nifşekî kîndar û oldar bigihînin.”    Hevserokê Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê Huseyîn Ozan, anî ziman ku ev tişta ne cara ewil e. Ozan got ku di dîroka elewiyan de gelek komkujî çê bûne û bi bîr xist ku di dîroka komarê de jî gelek komkujî çê bûne. Ozan anî ziman ku bi şerê li Sûriyeyê re dîsa êrîşên li hemberî elewiyan ketine rojevê. Ozan got ku bi qewimînên li Sûriyeyê re li Tirkiyeyê derdorên tundraw elewiyan hedef digirin. Ozan kampa penaberan a li gundê Terolar ê Mereşê jî bi bîr xist û van tiştan wek provakasyonê wesifandin. Ozan ku got “Li Tirkiyeyê kengî pêdivî bi provakasyonekê çê bibe, pêşî elewî hedef tên girtin” û diyar kir ku vegotinên îktîdara siyasî êrîşên bi vî rengî gur dike. Ozan, diyar kir ku elewî yek ji faktorên herî girîng ên muxalefeta civakiyî ne û kesên êrîşan pêk tînin ji aliyê îktîdara siyasî ve tên destekkirin. Ozan, dest nîşan kir ku ev yek ji bo wan cihê xemgîniyê ye û divê gelê wan hay ji vê rewşê hebe.    Serokê Federasyona Elewî Bektaşiyan Coşkûn Begen jî, diyar kir ku tiştên qewimîne êrîş û provakasyon in. Coşkûn wiha got: “Heke kesekî ku Tirkiyeyê bi rê ve dibe derkeve û bêje ‘Ez ê nifşekî oldar, kîndar bigihînim’ wê muştaqên wê jî tiştên wisa bikin. Ber bi salvegera Komkujiya Mereşê qewimîna tiştên wisa, dixwazin hin tiştan tev bidin.” Begen, diyar kir ku êrîşî noqteya zihîf a elewiyan dikin û wiha axivî: “Yên vî welatî ber cudaparêzî, mezhebparêzîiyê ve dibe hikûmet in. Kiryarên vê bûyerê diyar in. Aşkere ye ku provakasyon e. Polîs û MÎT’a vê dewletê heye. Heke di bûyereke biçûk de berpirsiyaran dibînin, nexwe divê kesên ev tişt kirine jî bibînin.”    Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleyên Çandê yê Pîr Sûltan Abdalê (PSAKD) û Berprisiyarê Herêma Egeyê Kemal Yildiz jî ku got “Zarokên oldar, kîndar û êrîşkar dîsa li ser kar in” balê kişand ser 39’emîn salvegera Komkujiya Mereşê. Yildiz, diyar kir ku li taxên elewiyan kesên tarî digerin û ev tişt ji bo elewiyan talûkeyê dide der. Yildiz, anî ziman ku ji bo şert û mercên Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê kamil bibin Komkujiya Mereşê pêk hatiye û ev tişt gotin: “Îro jî ji bo ji aloziya siyasî ya em niha tê de ne dîsa bûyerên civakî bên afirandin zarokên oldar, kîndar û êrîşkar xistine dewrê û dîsa wek hedef elewî hatine hilbijartin. Ev yek li cem me cihê şik û gumanên mezin e. Gelo hedefgirtina elewiyan ji bo kamîlbûna kîjan şert û mercan e?”    Yildiz, dest nîşan kir ku divê demildest rûçikê bûyerê bê aşkerekirin. Yildiz bi bîr xist ku yê ji jiyana welatiyan berpirsiyar dewlet e. Yildiz, got ku di sala 2012’an de li Tirkiyeyê li çend bajaran bûyerên bi vî rengî qewimîne û ew elewî tim li hemberî zilm û zaliman, li gel kesên mafdar û mazlûm cih digirin.”