Malbatan gorên zarokên xwe yên Qeyûmê xera kirin ji nûve ava kirin

  • rojane
  • 12:20 24 Mijdar 2017
  • |
img

AMED - Malbatên ku qeyûmê kevirên gorên zarokên wan xera kirin û nav jê birin, ji nûve ava kirin. Malbatan, bertek nîşanî helwesta qeyûm û polîsan dan û diyar kirin ku ew vê yekê qebûl nakin. 

Midûriyeta Polîsan a Amedê bi nivîsekê ferman da Qeyûma Amedê û xwest gorên endamên YPS'ê yên li Sûrê di şer de jiyana xwe ji dest dane û endamên YPG’ê yên di şerê Rojava yê li dijî DAIŞ'ê de şer kirin û jiyana xwe ji dest dane ku li goristana Yenîkoyê ya Amedê hatine defin kirin xera bike û li şûna wan kevirên ku tenê nav û dîroka zayîn û mirinê lê heye binivîse. Li ser vê yekê xebatkarên şaredariyê di bin ewlehiya polîsan de şev nîvê şevê kêliyên li ser goran ên ku nav û wêneyên ciwanên kurd li ser hebû rakirin û li şûna wan kevirên din danîn. Bi vê yekê jî nehatin ser û kevirên berê şikandin û li holê belav kirin. Personelên qeyûmê li ser kevirên nû tenê nav, paşnav û dîroka zayin û mirinê nivîsandin. 
 
NAVÊ ÇEKVAR ÇUBUK JI NÛVE NIVÎSANDIN
 
Gorên ku heta niha gelek caran polîsan şikandin û herî dawî bi rêya qemûmê dîsa kevir hatin guhertin, malbatan dîsa ji nûve kevirên ku nasname û wêneyên zarokên wan li ser heye çikilandin. Malbatên ku bêyî destûr û daxwaza wan kevirên zarokên wan hatin şikandin û guhertin, kevirên gorên zarokên xwe nûkirin. Malbatan piştî agahî girtin çûn ser gorên zarokên xwe û kevirên hatine şikandin û belavkirin kom kirin û li şûna wan kevirên nû çikilandin. Malbatan dîsa nasnameya zarokên xwe û wêneyên zarokên xwe li ser keviran nivîsandin û av dan darên li nava goristanê. Malbata Çekvar Çubuk ê 15 salî ku li navçeya Sûrê jiyana xwe ji dest dabû kevirê ku polîsan navê berê jê rakirn û Aliş Çubuk nivîsandibûn rakirin û dîsa navê Cekvar nivîsandin. Dayika Cekvar Çubuk Netice Çubuk, navê kurê xwe yê Çekvar ji nûve li ser kêliya gorê da nivîsandin. 
 
ZAGON TÊN BINPÊKIRIN Û WÎCDAN TÊN ECIQANDIN
 
Nevzat Guçlu ku gorê xizmên xwe ziyared kir, diyar kir ku tevî dizanin ku kurd çiqas qîmetê didin gorên xwe jî bi dehan caran êrîşî gorên zarokên kurdan kirine. Guçlu, anî ziman ku yên êrîşî goran dikin zagonan binpê dikin û wîcdanên mirovan dieciqînin. Guçlu, anî ziman ku armanca van êrîşan ewe ku hafizaya kurdan tune bikin û wiha got: "Bu tunekirina goristanan dixwazin hafiza kurdan a berxwedan û tekoşînê tune bikin. Dixwazin her tiştê aydî kurdan tune bikin û ji holê rakin."  
 
Dayika Endamê YPG'ê Alî Narîn yê di sala 2013'an de li dijî DAIŞ'ê li Rojava şer kir û jiyana xwe ji dest da Besile Narin jî bertek nîşanî helwesta qeyûm û polîsan da û wiha got: "Kurê min li Rojava li dijî DAIŞ'ê şer kir û jiyana xwe ji dest da. Çima êrîşî gorên zarokên me dikin. Gelo tola xwe hiltînin? Ev neheqî û bê hiqûqî ye. Min bi xwe gora kurê xwe çêkir. Bêyî min çawa diguherînin. Bi vê yekê dîsa birînên me derb dikin. Dixwazin bi vê yekê bêtir êşa me zêde bikin." 
 
EM VÊ YEKÊ JI ÎNSAFA WAN RE NAHÊLIN
 
Dayika Mahmut Bulak ê li Sûrê jiyana xwe ji dest da Menife Bulak jî got: "Ji ber ku kurê min kurd bû hat kuştin. Em gorê zarokên xwe ji însafa wan re nahêlin." 
 
Bavê endamê PKK’ê  Remzi Ay Mahmut Ay jî anî ziman ku heta wî cenazeyê kurê xwe girt rastî gelek zor û zahmet hat, lê niha jî nahêhin ku zarokên wan di gorê de jî rehet bimînin."
 

Sernavên din

25/11/2017
11:32 'Jin di qada cemaweriyê de rastî tundiyê tên'
11:19 Saziyên navneteweyî fikir dan DMME'ê: Girtina wekîlan binpêkirina mafan e
11:19 Polîsan gelek kes li Îskenderunê binçav kirin
10:37 Platforma Jinan: Jinên Şengal û Reqayê bûn hêviya jinan
10:26 Bostan: Welatek di bin tecrîdê de ye
10:26 Kedkarên malan di 25'ê Mijdarê de li kolanan e
10:25 Seroka KADUM’ê: Bila desteka hiqûqî ji bo jinan bê temînkirin
10:03 Koordînasyona Rojava xwest Tirkiye êrîşan rawestîne
09:34 2 hezar koçber li benda alîkariyê ne!
09:31 Karkera Realê: Beramberiya keda 17 salan ‘birçîtî’ ye
09:10 ‘Naxwazin Ocalan ji mirovan re bibe ronahî’
09:09 300 sal in qonaxa dîrokî îhtişama xwe diparêze
09:08 ‘Jin herî baş xwe bi hunerê îfade dike’
09:07 Elewiyan îşaretkirina deriyan şermezar kirin
09:06 Krîza aborî tenê bandorê li sergînan nekiriye!
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2017'AN
24/11/2017
22:48 Ji ber parvekirinên medyaya civakî 16 kes hatin binçavkirin
22:37 Amediyan li Pale Hunerê temaşeyî fîlmê ‘Kollektivet’ê kir
22:27 KCD’ê li Cizîrê serdana saziyên civaka sivîl kir
21:55 Li Meletiyê êrîşî komeleya ermenan kirin
20:31 Rojnameger Aşan hat berdan
19:32 Polîsan avêt ser mala Çekwar Çûbûk: Kekê wî hat binçavkirin
17:31 Piştî xwişka wan hat kuştin têkoşîna jinan nas kirin
16:25 Jinan tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin
15:40 'Guleya ku Tahîr Elçî kuşt ji çeka zarokên baş derket?'
15:02 KADUM: Di 5 salan de hezar û 285 jin hatin kuştin
14:47 Li Yukselê 381 roj e çalakî didome: Baş e ku Nuriye tu hatî dinê!
14:24 Hunermenda NÇM'ê hat binçavkirin
14:12 5 girtiyên li Şakranê xistin 'qefesa têlînî'
14:04 Waliyê Edîrneyê daxwaza dadgehê red kir
13:48 Li Amedê 10 siyasetmedar hatin girtin
12:52 Polîsan li Semsûrê êrîş titûnvanan kir û gelek kes birîndar bûn
12:50 Altiparmak: DMME dixwaze riya hiqûqa navxweyî dirêj bibe
12:49 Serokê PSAKD’ê: Dixwazin Elewiyan koç bikin
12:44 Cenazeyê Oz a li Cizîrê hat kuştin 21 meh şûnde teslîm kirin
12:20 Malbatan gorên zarokên xwe yên Qeyûmê xera kirin ji nûve ava kirin
12:14 Kemalbay: Pêwistiya me bi têkoşîna civakî ya jinê û hevgirtinê heye
11:51 Di kana komirinê de karkerek mir
11:34 Li Amedê kesek hat kuştin û 3 hatin binçavkirin
11:30 8 kes li Bursayê û 14 kes ji li Enqerê hatin binçavkirin
11:04 Yek jî teamên herî xweş ên Bazîdê: Kifteyên Evdîgorê
11:03 Suryaniyên vegeriyan gundê xwe: Zeviyên me bidin me
11:02 Zeytûnên Nîzîpê ji ber zuhabûnê hişk bûn
10:59 Dadger parastina Erebî û Kurdî wekî 'parastina xerab' pênase kir
10:45 Cenazeyê kesên li Bestayê jiyana xwe ji dest dan li ku ne?
10:28 Di 'Trom'ê de hezkirin, tenêmayîn û têkoşîna jiyanê derket pêş
09:58 Wekîla HDP'ê Îrmez: Min ji bo Taybet Wezîr agahdar kir
09:57 Sewalkar îsal kayê peyda nakin
09:12 Bazara qazên Qersê li ber girtinê ye
09:11 'Dê kesên di GEMÎ’yê de xelas bibin'
09:10 ‘Divê li DMME’yê giliyê CPT’yê bê kirin’
09:08 Wezîrê AKP'ê yê berê: Doza Zarrab hin derdoran bêzar dike
09:07 Kaniyên li taxên kurdan nayên nûkirin
09:06 Jin bi Muay Thaî parastina çewherî dikin
09:04 Girtiyê ji sedî 100 astengdar bernadin
09:01 Dozger 90 sal ceza ji rojnameger Alayumat û Akman re xwest
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2017'AN
23/11/2017
22:06 Li Farqînê 3 kes hatin girtin
21:06 Li Wanê qeyûm 6 karker ji kar avêtin
19:26 Cenazeyê meleyê gund li qeraxa rê hat dîtin
17:09 Ji bo mitînga TJA ya Wanê destûr hat dayîn
16:52 Li Silopiyê êrîşî maşîna zirxî hat kirin: 2 leşker birîndar bûn
16:04 Ket greva birçîbûnê 227 lîra cezayê para lê birîn
16:00 Serlêdana 250 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re red kirin
15:40 Bîlgen: Gotina bila kurd nebin, tê wateya bila xwîn zêdetir birije
15:18 Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: Emniyet çi vedişêre?
15:06 Ji bo Gokçek der barê Demîrtaş de fezleke amade kirin
14:48 Ji Tuncel peyama 25’ê Mijdarê: Îtîraz têrê nake divê alternatîf hebin
14:39 Polîsan li Yukselê 5 kes binçav kirin
14:02 7 sal in bi tena serê xwe vê tesîsa qerase bi rê ve dibe
13:59 'Mêraniya di civakê de tê parastin û tê pîrozkirin'
13:58 Têkoşîna jinên Reqqa azad kirin kir fîlm
13:56 'Heta roja mamosteya tê pîrozkirin, bila şertên wan bên başkirin'
13:55 Cotkar êdî nikarin mazotê bikirin
13:24 Karkerê karê xwe dixwaze hat binçavkirin
13:14 Geverî mirina leşkerê ji Wanê bir meclisê
13:13 Rojnameger Demîr ê hempîşeyên xwe bibîr anî doz lê vebû
13:12 Xetereya jiyanî ya Rûken Cansiri didome
12:57 250 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Hesabê TJA’yê hat rawestandin
12:53 Doza parazvanê mafê mirovan Bîlîcî taloq kirin
11:54 Prz. Yurekli: Îmralî bûye pergala bê hiqûqê
11:43 7 sal û 6 meh ceza dan hevjînê Remziye Bor
11:22 Polîsan li Cizîrê kesek binçav kir
11:22 Li 8 gundên Sêrtê 'qedexe' hat îlankirin
10:19 Di du mehan de Tirkiye li sînorê Efrînê çi kir?
09:52 Hevjînê Taybet: Şeva bûyerê em gelek caran li 155’an geriyan
09:51 Gelo wê ev car Cinêv karibe ji bo Sûriyeyê formuleke hevsengiyî peyda bike?
09:50 Fîlmê komuna Danîmarkayê ‘Kollektivet’ wê li Amedê bê nişandan
09:49 2-3 sal şûnde li Tirkiye dê sewalkarî bi dawî bibe
09:22 ‘Êrîşa li dijî jin û xwezayê heman hişmendî ye'
09:21 Di avahiya yek odeyî de zivistanê pêşwazî dikin
09:21 Kevirê Oltiyê hêj rastî eleqeyek mezin tên
09:20 Koçeran xwe berda quntarên Bagokê
09:19 Karmenda hat îhrackirin niha findan difiroşe
09:00 23 MIJDARA 2017'AN
08:43 Gund û mezrayek Farqînê hatin qedexekirin
22/11/2017
20:01 Pûtîn: Bila Sûriye bi xwe qedera xwe diyar bike
19:29 Maşîna zirxî ya polîsan zarokeke din birîndar kir
17:14 Jinan banga tevlêbûna mîtînga 25'ê mijdarê kirin