Malbatan gorên zarokên xwe yên Qeyûmê xera kirin ji nûve ava kirin 2017-11-24 12:20:35 AMED - Malbatên ku qeyûmê kevirên gorên zarokên wan xera kirin û nav jê birin, ji nûve ava kirin. Malbatan, bertek nîşanî helwesta qeyûm û polîsan dan û diyar kirin ku ew vê yekê qebûl nakin.  Midûriyeta Polîsan a Amedê bi nivîsekê ferman da Qeyûma Amedê û xwest gorên endamên YPS'ê yên li Sûrê di şer de jiyana xwe ji dest dane û endamên YPG’ê yên di şerê Rojava yê li dijî DAIŞ'ê de şer kirin û jiyana xwe ji dest dane ku li goristana Yenîkoyê ya Amedê hatine defin kirin xera bike û li şûna wan kevirên ku tenê nav û dîroka zayîn û mirinê lê heye binivîse. Li ser vê yekê xebatkarên şaredariyê di bin ewlehiya polîsan de şev nîvê şevê kêliyên li ser goran ên ku nav û wêneyên ciwanên kurd li ser hebû rakirin û li şûna wan kevirên din danîn. Bi vê yekê jî nehatin ser û kevirên berê şikandin û li holê belav kirin. Personelên qeyûmê li ser kevirên nû tenê nav, paşnav û dîroka zayin û mirinê nivîsandin.    NAVÊ ÇEKVAR ÇUBUK JI NÛVE NIVÎSANDIN   Gorên ku heta niha gelek caran polîsan şikandin û herî dawî bi rêya qemûmê dîsa kevir hatin guhertin, malbatan dîsa ji nûve kevirên ku nasname û wêneyên zarokên wan li ser heye çikilandin. Malbatên ku bêyî destûr û daxwaza wan kevirên zarokên wan hatin şikandin û guhertin, kevirên gorên zarokên xwe nûkirin. Malbatan piştî agahî girtin çûn ser gorên zarokên xwe û kevirên hatine şikandin û belavkirin kom kirin û li şûna wan kevirên nû çikilandin. Malbatan dîsa nasnameya zarokên xwe û wêneyên zarokên xwe li ser keviran nivîsandin û av dan darên li nava goristanê. Malbata Çekvar Çubuk ê 15 salî ku li navçeya Sûrê jiyana xwe ji dest dabû kevirê ku polîsan navê berê jê rakirn û Aliş Çubuk nivîsandibûn rakirin û dîsa navê Cekvar nivîsandin. Dayika Cekvar Çubuk Netice Çubuk, navê kurê xwe yê Çekvar ji nûve li ser kêliya gorê da nivîsandin.    ZAGON TÊN BINPÊKIRIN Û WÎCDAN TÊN ECIQANDIN   Nevzat Guçlu ku gorê xizmên xwe ziyared kir, diyar kir ku tevî dizanin ku kurd çiqas qîmetê didin gorên xwe jî bi dehan caran êrîşî gorên zarokên kurdan kirine. Guçlu, anî ziman ku yên êrîşî goran dikin zagonan binpê dikin û wîcdanên mirovan dieciqînin. Guçlu, anî ziman ku armanca van êrîşan ewe ku hafizaya kurdan tune bikin û wiha got: "Bu tunekirina goristanan dixwazin hafiza kurdan a berxwedan û tekoşînê tune bikin. Dixwazin her tiştê aydî kurdan tune bikin û ji holê rakin."     Dayika Endamê YPG'ê Alî Narîn yê di sala 2013'an de li dijî DAIŞ'ê li Rojava şer kir û jiyana xwe ji dest da Besile Narin jî bertek nîşanî helwesta qeyûm û polîsan da û wiha got: "Kurê min li Rojava li dijî DAIŞ'ê şer kir û jiyana xwe ji dest da. Çima êrîşî gorên zarokên me dikin. Gelo tola xwe hiltînin? Ev neheqî û bê hiqûqî ye. Min bi xwe gora kurê xwe çêkir. Bêyî min çawa diguherînin. Bi vê yekê dîsa birînên me derb dikin. Dixwazin bi vê yekê bêtir êşa me zêde bikin."    EM VÊ YEKÊ JI ÎNSAFA WAN RE NAHÊLIN   Dayika Mahmut Bulak ê li Sûrê jiyana xwe ji dest da Menife Bulak jî got: "Ji ber ku kurê min kurd bû hat kuştin. Em gorê zarokên xwe ji însafa wan re nahêlin."    Bavê endamê PKK’ê  Remzi Ay Mahmut Ay jî anî ziman ku heta wî cenazeyê kurê xwe girt rastî gelek zor û zahmet hat, lê niha jî nahêhin ku zarokên wan di gorê de jî rehet bimînin."