Kemalbay: Pêwistiya me bi têkoşîna civakî ya jinê û hevgirtinê heye

  • rojane
  • 12:14 24 Mijdar 2017
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, destnîşan kir ku wekî Xwişkên Mîrabal, li Tirkiyeyê jî li dijî rejîma AKP-Qesrê serhildanek jinê heye û wiha got: "Li dijî van hemû polîtîkayan, pêwistiya me bi têkoşîna civakî û hevgirtinek xurt heye." 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştgiriya Navneteweyî ya li Dijî Şideta li ser Jinê, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û geşedanên di rojevê de nirxand.
 
Kemalbay da zanîn ku li Tirkiyeyê dixwazin rejîmeke dîkta ava bikin, jinan li dijî vê serî rakiriye û wiha axivî: "Ya rast Xwişkên Mîrabel jî li dijî dîktatorekî tê dikoşiyan û di dawiya vê têkoşîna li dijî dîktator de, bi destê hêzên serdest hatin qetilkirin." Kemalbay got ku "Ji wê rojê şûn ve Xwişkên Mîrabal ji bo cîhanê bûne mînak" û piştrast kir ku rejîna ku AKP-Qesir dixwazin li Tirkiyeyê ava bikin, jin li dijî wê têkoşînê dimeşînin.
 
‘AKP DIXWAZE SERÎ BI JINÊ BIDE TEWANDIN’
 
Kemalbay destnîşan kir ku dema pêkanînên demê dawî û qanûnên ku tên sererastkirin bên mêzekirin, êrîşa li dijî jinê armanc dikin û wiha pê de çû: "Desthilatdarî dixwaze civakê biguherîne. AKP-Qesir ji bo dewleta xwe ava bike, bi taybetî êrîşê jinan dike. Ji van yek polîtîkaya di pergala perwerdeyê de ye. Di pergala perwerdeyê de hin gotin bi cih kirine û dixwaze bi van gotinan civakê biguherîne û polîtîkaya xwe ya der barê jinê de li ser civakê ferz bike. Yanî dixwazin jinê di malê de hepis bikin û stû bi jinê bidin xwarkirin."
 
‘DIXWAZIN JINÊ JI SIYASETÊ DÛR BIXIN’
 
Kemalbay diyar kir ku di heman demê de dixwazin jinê ji siyasetê jî dûr bixin û xistina wekîltiya Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi bîr xist. Kemalbay anî ziman ku bi taybetî AKP-Qesir diwaze pergala hevserokatiyê ya di partiya wan de belav bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi heman hişmendiyê êrîşê rêveberiyên herêmî jî dikin. Bi rêya qeyûman hemû destkeftiyên jinan ên di rêveberiyên herêmî de desteser kirin. Ev jî têrê nekir bi Peymana Stenbolê destkeftiyên me yên neteweyî û navbeteweyî bi qedexeyan ji holê rakirin. Em wekî koma jinan di vê mijarê de itirazên xwe tînin ziman."
 
‘POLÎTÎKAYÊN ZAYENDPEREST Û FAŞÎST KETINE NAVA HEV’
 
Kemalbay, bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan ên wekî “10-15 zarokên terorîstan hene” û ev nirxandin kir: “Polîtîkayên zayendperest û faşîst ketine nava hev û pêvajoyek wiha dewam dike. Dixwazin ji ber baweriyan di navbera jinên kurd û jinên ne misilman de cudahiyê derxin holê û jinan hev parçe bikin. Dibêjin ‘Ger hûn kurd bin, hûn ne misilman in.’ Dixwizin wisan civakê ji hev cuda bikin. Ji ber vê yekê divê xebatên me yên 25’ê Mijdarê û sekna jinê ya vê tabloyê baş bibînin û wisan tevbigerin.”  
 
'PÊDIVIYA ME BI TIFAQEK MEZIN A JINAN HEYE'
 
Kemalbay, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li dijî van hemû polîtîkayan pêdiviya têkoşîna jinan bi civakbûyîneke mezin heye. Ji bo ku di meclisê de em hinek tiştan rawestînin, pêdiviya me bi tifaq û têkoşînek mezin a jinan heye. Li parlamentoyê divê em bi parlamenterên jin ên partiyên din re îtîraz bikin. Ji bo vê yekê xebatên me didomin. Em ê di 25’ê Mijdarê de bi hev re dengê xwe bilind bikin û li kuçeyan têkoşîna xwe mezin kirin, ev gelekî girîng e. Em ê di 25’ê Mijdarê de bi hemû jinan re li kuçeyan bin. Em ê hemû pirsgirêkên di meclisê de binîn ser ziman. Weke jinên di HDP’ê de cih digirin, em ê jiyanek nû ava bikin. Di vê pêvajoyê de jinan bi baweriyeke mezin rolên şoreşgertî girtinê ser milên xwe. Em têkoşîna wekheviya zayendî, demokrasî û ekolojiyê didin û em bi hevre têkoşînê bi rêxistin bikin.”
 

Sernavên din

25/11/2017
11:32 'Jin di qada cemaweriyê de rastî tundiyê tên'
11:19 Saziyên navneteweyî fikir dan DMME'ê: Girtina wekîlan binpêkirina mafan e
11:19 Polîsan gelek kes li Îskenderunê binçav kirin
10:37 Platforma Jinan: Jinên Şengal û Reqayê bûn hêviya jinan
10:26 Bostan: Welatek di bin tecrîdê de ye
10:26 Kedkarên malan di 25'ê Mijdarê de li kolanan e
10:25 Seroka KADUM’ê: Bila desteka hiqûqî ji bo jinan bê temînkirin
10:03 Koordînasyona Rojava xwest Tirkiye êrîşan rawestîne
09:34 2 hezar koçber li benda alîkariyê ne!
09:31 Karkera Realê: Beramberiya keda 17 salan ‘birçîtî’ ye
09:10 ‘Naxwazin Ocalan ji mirovan re bibe ronahî’
09:09 300 sal in qonaxa dîrokî îhtişama xwe diparêze
09:08 ‘Jin herî baş xwe bi hunerê îfade dike’
09:07 Elewiyan îşaretkirina deriyan şermezar kirin
09:06 Krîza aborî tenê bandorê li sergînan nekiriye!
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2017'AN
24/11/2017
22:48 Ji ber parvekirinên medyaya civakî 16 kes hatin binçavkirin
22:37 Amediyan li Pale Hunerê temaşeyî fîlmê ‘Kollektivet’ê kir
22:27 KCD’ê li Cizîrê serdana saziyên civaka sivîl kir
21:55 Li Meletiyê êrîşî komeleya ermenan kirin
20:31 Rojnameger Aşan hat berdan
19:32 Polîsan avêt ser mala Çekwar Çûbûk: Kekê wî hat binçavkirin
17:31 Piştî xwişka wan hat kuştin têkoşîna jinan nas kirin
16:25 Jinan tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin
15:40 'Guleya ku Tahîr Elçî kuşt ji çeka zarokên baş derket?'
15:02 KADUM: Di 5 salan de hezar û 285 jin hatin kuştin
14:47 Li Yukselê 381 roj e çalakî didome: Baş e ku Nuriye tu hatî dinê!
14:24 Hunermenda NÇM'ê hat binçavkirin
14:12 5 girtiyên li Şakranê xistin 'qefesa têlînî'
14:04 Waliyê Edîrneyê daxwaza dadgehê red kir
13:48 Li Amedê 10 siyasetmedar hatin girtin
12:52 Polîsan li Semsûrê êrîş titûnvanan kir û gelek kes birîndar bûn
12:50 Altiparmak: DMME dixwaze riya hiqûqa navxweyî dirêj bibe
12:49 Serokê PSAKD’ê: Dixwazin Elewiyan koç bikin
12:44 Cenazeyê Oz a li Cizîrê hat kuştin 21 meh şûnde teslîm kirin
12:20 Malbatan gorên zarokên xwe yên Qeyûmê xera kirin ji nûve ava kirin
12:14 Kemalbay: Pêwistiya me bi têkoşîna civakî ya jinê û hevgirtinê heye
11:51 Di kana komirinê de karkerek mir
11:34 Li Amedê kesek hat kuştin û 3 hatin binçavkirin
11:30 8 kes li Bursayê û 14 kes ji li Enqerê hatin binçavkirin
11:04 Yek jî teamên herî xweş ên Bazîdê: Kifteyên Evdîgorê
11:03 Suryaniyên vegeriyan gundê xwe: Zeviyên me bidin me
11:02 Zeytûnên Nîzîpê ji ber zuhabûnê hişk bûn
10:59 Dadger parastina Erebî û Kurdî wekî 'parastina xerab' pênase kir
10:45 Cenazeyê kesên li Bestayê jiyana xwe ji dest dan li ku ne?
10:28 Di 'Trom'ê de hezkirin, tenêmayîn û têkoşîna jiyanê derket pêş
09:58 Wekîla HDP'ê Îrmez: Min ji bo Taybet Wezîr agahdar kir
09:57 Sewalkar îsal kayê peyda nakin
09:12 Bazara qazên Qersê li ber girtinê ye
09:11 'Dê kesên di GEMÎ’yê de xelas bibin'
09:10 ‘Divê li DMME’yê giliyê CPT’yê bê kirin’
09:08 Wezîrê AKP'ê yê berê: Doza Zarrab hin derdoran bêzar dike
09:07 Kaniyên li taxên kurdan nayên nûkirin
09:06 Jin bi Muay Thaî parastina çewherî dikin
09:04 Girtiyê ji sedî 100 astengdar bernadin
09:01 Dozger 90 sal ceza ji rojnameger Alayumat û Akman re xwest
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2017'AN
23/11/2017
22:06 Li Farqînê 3 kes hatin girtin
21:06 Li Wanê qeyûm 6 karker ji kar avêtin
19:26 Cenazeyê meleyê gund li qeraxa rê hat dîtin
17:09 Ji bo mitînga TJA ya Wanê destûr hat dayîn
16:52 Li Silopiyê êrîşî maşîna zirxî hat kirin: 2 leşker birîndar bûn
16:04 Ket greva birçîbûnê 227 lîra cezayê para lê birîn
16:00 Serlêdana 250 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re red kirin
15:40 Bîlgen: Gotina bila kurd nebin, tê wateya bila xwîn zêdetir birije
15:18 Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: Emniyet çi vedişêre?
15:06 Ji bo Gokçek der barê Demîrtaş de fezleke amade kirin
14:48 Ji Tuncel peyama 25’ê Mijdarê: Îtîraz têrê nake divê alternatîf hebin
14:39 Polîsan li Yukselê 5 kes binçav kirin
14:02 7 sal in bi tena serê xwe vê tesîsa qerase bi rê ve dibe
13:59 'Mêraniya di civakê de tê parastin û tê pîrozkirin'
13:58 Têkoşîna jinên Reqqa azad kirin kir fîlm
13:56 'Heta roja mamosteya tê pîrozkirin, bila şertên wan bên başkirin'
13:55 Cotkar êdî nikarin mazotê bikirin
13:24 Karkerê karê xwe dixwaze hat binçavkirin
13:14 Geverî mirina leşkerê ji Wanê bir meclisê
13:13 Rojnameger Demîr ê hempîşeyên xwe bibîr anî doz lê vebû
13:12 Xetereya jiyanî ya Rûken Cansiri didome
12:57 250 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Hesabê TJA’yê hat rawestandin
12:53 Doza parazvanê mafê mirovan Bîlîcî taloq kirin
11:54 Prz. Yurekli: Îmralî bûye pergala bê hiqûqê
11:43 7 sal û 6 meh ceza dan hevjînê Remziye Bor
11:22 Polîsan li Cizîrê kesek binçav kir
11:22 Li 8 gundên Sêrtê 'qedexe' hat îlankirin
10:19 Di du mehan de Tirkiye li sînorê Efrînê çi kir?
09:52 Hevjînê Taybet: Şeva bûyerê em gelek caran li 155’an geriyan
09:51 Gelo wê ev car Cinêv karibe ji bo Sûriyeyê formuleke hevsengiyî peyda bike?
09:50 Fîlmê komuna Danîmarkayê ‘Kollektivet’ wê li Amedê bê nişandan
09:49 2-3 sal şûnde li Tirkiye dê sewalkarî bi dawî bibe
09:22 ‘Êrîşa li dijî jin û xwezayê heman hişmendî ye'
09:21 Di avahiya yek odeyî de zivistanê pêşwazî dikin
09:21 Kevirê Oltiyê hêj rastî eleqeyek mezin tên
09:20 Koçeran xwe berda quntarên Bagokê
09:19 Karmenda hat îhrackirin niha findan difiroşe
09:00 23 MIJDARA 2017'AN
08:43 Gund û mezrayek Farqînê hatin qedexekirin
22/11/2017
20:01 Pûtîn: Bila Sûriye bi xwe qedera xwe diyar bike
19:29 Maşîna zirxî ya polîsan zarokeke din birîndar kir
17:14 Jinan banga tevlêbûna mîtînga 25'ê mijdarê kirin