Kemalbay: Pêwistiya me bi têkoşîna civakî ya jinê û hevgirtinê heye 2017-11-24 12:14:21 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, destnîşan kir ku wekî Xwişkên Mîrabal, li Tirkiyeyê jî li dijî rejîma AKP-Qesrê serhildanek jinê heye û wiha got: "Li dijî van hemû polîtîkayan, pêwistiya me bi têkoşîna civakî û hevgirtinek xurt heye."  Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştgiriya Navneteweyî ya li Dijî Şideta li ser Jinê, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û geşedanên di rojevê de nirxand.   Kemalbay da zanîn ku li Tirkiyeyê dixwazin rejîmeke dîkta ava bikin, jinan li dijî vê serî rakiriye û wiha axivî: "Ya rast Xwişkên Mîrabel jî li dijî dîktatorekî tê dikoşiyan û di dawiya vê têkoşîna li dijî dîktator de, bi destê hêzên serdest hatin qetilkirin." Kemalbay got ku "Ji wê rojê şûn ve Xwişkên Mîrabal ji bo cîhanê bûne mînak" û piştrast kir ku rejîna ku AKP-Qesir dixwazin li Tirkiyeyê ava bikin, jin li dijî wê têkoşînê dimeşînin.   ‘AKP DIXWAZE SERÎ BI JINÊ BIDE TEWANDIN’   Kemalbay destnîşan kir ku dema pêkanînên demê dawî û qanûnên ku tên sererastkirin bên mêzekirin, êrîşa li dijî jinê armanc dikin û wiha pê de çû: "Desthilatdarî dixwaze civakê biguherîne. AKP-Qesir ji bo dewleta xwe ava bike, bi taybetî êrîşê jinan dike. Ji van yek polîtîkaya di pergala perwerdeyê de ye. Di pergala perwerdeyê de hin gotin bi cih kirine û dixwaze bi van gotinan civakê biguherîne û polîtîkaya xwe ya der barê jinê de li ser civakê ferz bike. Yanî dixwazin jinê di malê de hepis bikin û stû bi jinê bidin xwarkirin."   ‘DIXWAZIN JINÊ JI SIYASETÊ DÛR BIXIN’   Kemalbay diyar kir ku di heman demê de dixwazin jinê ji siyasetê jî dûr bixin û xistina wekîltiya Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi bîr xist. Kemalbay anî ziman ku bi taybetî AKP-Qesir diwaze pergala hevserokatiyê ya di partiya wan de belav bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi heman hişmendiyê êrîşê rêveberiyên herêmî jî dikin. Bi rêya qeyûman hemû destkeftiyên jinan ên di rêveberiyên herêmî de desteser kirin. Ev jî têrê nekir bi Peymana Stenbolê destkeftiyên me yên neteweyî û navbeteweyî bi qedexeyan ji holê rakirin. Em wekî koma jinan di vê mijarê de itirazên xwe tînin ziman."   ‘POLÎTÎKAYÊN ZAYENDPEREST Û FAŞÎST KETINE NAVA HEV’   Kemalbay, bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan ên wekî “10-15 zarokên terorîstan hene” û ev nirxandin kir: “Polîtîkayên zayendperest û faşîst ketine nava hev û pêvajoyek wiha dewam dike. Dixwazin ji ber baweriyan di navbera jinên kurd û jinên ne misilman de cudahiyê derxin holê û jinan hev parçe bikin. Dibêjin ‘Ger hûn kurd bin, hûn ne misilman in.’ Dixwizin wisan civakê ji hev cuda bikin. Ji ber vê yekê divê xebatên me yên 25’ê Mijdarê û sekna jinê ya vê tabloyê baş bibînin û wisan tevbigerin.”     'PÊDIVIYA ME BI TIFAQEK MEZIN A JINAN HEYE'   Kemalbay, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li dijî van hemû polîtîkayan pêdiviya têkoşîna jinan bi civakbûyîneke mezin heye. Ji bo ku di meclisê de em hinek tiştan rawestînin, pêdiviya me bi tifaq û têkoşînek mezin a jinan heye. Li parlamentoyê divê em bi parlamenterên jin ên partiyên din re îtîraz bikin. Ji bo vê yekê xebatên me didomin. Em ê di 25’ê Mijdarê de bi hev re dengê xwe bilind bikin û li kuçeyan têkoşîna xwe mezin kirin, ev gelekî girîng e. Em ê di 25’ê Mijdarê de bi hemû jinan re li kuçeyan bin. Em ê hemû pirsgirêkên di meclisê de binîn ser ziman. Weke jinên di HDP’ê de cih digirin, em ê jiyanek nû ava bikin. Di vê pêvajoyê de jinan bi baweriyeke mezin rolên şoreşgertî girtinê ser milên xwe. Em têkoşîna wekheviya zayendî, demokrasî û ekolojiyê didin û em bi hevre têkoşînê bi rêxistin bikin.”