Tirkiye hemû axa Kurdan dixwaze

img

KOBANÊ - Tirkiye dixwaze 30 kîlometre li nava axa Bakur û Rojhilatê Sûriye "herêma Ewle" bê avakirin. Li aliyê din bazara hêzên navneteweyî û gelê herêmê ya "Herêma ewle" ku dixwazin li ser sînor ava bikin berdewam dike. Tirkiye armanc dike ku hemû axa Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriye têxin bin kontrola xwe. Hêzên din jî dixwazin tenê li ser herêma firehiya wê 5 kilometre "Herêma ewle" bê avakirin. 

 
Niqaşên "Herêma Ewle" ku armanc dikin li ser sînorê Bakur û Rojhilata Sûriye ava bikin berdewam dike. Hêzên navneteweyî û koalîsyonê ku Tirkiye û DYA serkêşiya wê dike armanc dike ku qadek fireh li herêmê wekî "Herêma Ewle" ava bike. Lê hêzên herêmî jî li dijî vê yekê derdikevin. Niqaşên di navbera hêzên navneteweyî û hêzên herêmî yên gel de berdewam dikin. Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, li ser maseyê her dem gefên "Emê êrîş bikin" rûdinê. Têkildarî mijarê tê payin ku heyeta DYA îro bê Tirkiye û niqaşan bimeşîne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî herêma ku plan dikin ava bikin dixwaze bi firehiya 5 kilometre bê avakirin. Dîsa dixwaze asayiş ji aliyê asayişa meclîsa bajar ve bê diyarkirin û avakirin. QSD dixwaze ev yek jî di bin kontrola koalîsyonê de be. Tê payin ku heyet li Tirkiye vê mijarê bîne rojevê û niqaş ikin. Tê payin ku Tirkiye bi DYA'Yê re “Koorîdora Aştiyê" niqaş bike. 
 
HERDU ALÎ CÛDA DINERIN
 
Demek dirêj e 'Herêma Ewle' tê niqaşkirin. Lê herdu alî cuda li mijare dinerin. Tirkiye ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriye de dibêje "Ezê derbasî Rojhilatê Firatê bibim" û Bakur û Rojhilatê Sûriye ji bo xwe dike armanc. Armanc dike ku sînor derbas bike û vê herêmê têxe bin kontrola xwe. Hêzên herêmê û QSD jî diyar kirin ku di serî de Tirkiye û hêzên din ger ku êrîş bikin wê ewlehiya herêmê biparêzin. Tirkiye her dem Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrye ji bo xwe wekî 'Gef' dibîne û bi vê hincetê dixwaze operasyonan pêk bîne. Lê ji roja Şerê navxweyî yê Sûriye destpêkiriye heta niha ji herêmê tu êrîş li dijî Tirkiye pêş neketine. Li gel vê yekê Tirkiye her dem gefan dixwe. Her dem dibêje "Ezê derbasî Rojhilatê Firatê bibim."  Tirkiye ku heta niha bi rêbazên dîplomatîk encam bi dest nexist, niha hewl dide ku bi operasyona eskerî encam bistîne.
 
Tirkiye ku hewldana wê ya têkeve nava Bakur û Rojhilatê Sûriye bi encam nebû, niha dixwaze 30 kîlometre firehî "Herêma Ewle" ava bike. Niqaşên di navbera Tirikye, hêzên navneteweyî û Hêzên herêmî ya li ser "Herêma Ewle" didomin. Ji ber ku Tirkiye nikare bi rêya mase û dîplomasiyê encam bi dest dixe, her dem dixwaze operasyonên eskerî pêş bixe û têkeve nava axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji bo vê yekê têkiliyên xwe yên bi DYA û Rûsyayê re berdewam dike. Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan duh li Bûrsayê dîsa gefa “Em ê têkevin Rojhilatê Sûriyeyê" dubare kir.  
 
PÊŞNIYARA QSD’Ê PIRZELAL E
 
Hêzên QSD'ê pir zelal pêşniyar kirin ku ewê hêza xwe ya YPG/YPJ'ê 5 kîlometre ji ser sînorê Sûriye û Tirkiye vekişînin û li şûna wê asayişa herêmê û meclîsa herêmê wê ewlihiyê biparêzin. Dîsa dixwaze hêzên eskeri yên bên avakirin wê di venêrtina hêzên koalisyonê de be. Diyar dike ku şertên wan pêk bên wê Tirkiye jî harime li herêmê dewriye bigere. 
 
TIRKIYE TEVAHIYA HERÊMÊ DIXWAZE
 
Lê Tirkiye li dijî vê pêşniyarê dixwaze firehiya "Herêma Ewle" 30 kilometre di nava sinorê Suriye (Bakurê Sûriye) de be. Dîsa dixwaze nokteyên eskerî ji aliyê eskerên TSK'ê ve bên parastin. Bi vî rengî dixwaze hemû herêmê têxe bin kontrola xwe. Tirkiye bi vê pêşniyarê axa ku Kurd lê dijîn armanc dike û tarif dike. 30 kîlometreyên ku Tirkiye peşniyar dike xeta ku Kurd û Ereb ji hev qud dibin û bi vê yekê dixwaze hemû axa Kurdan têxe bin kontrola xwe. Hêzên qadê, hêzên Navneteweyî û hêzên ereb vê  pêşniyara Tirkiye rast û guncav nabinin. 
 
Li gel van hiqaşn Tirkiye sewqîqata eskerî ya li ser sînorê Kobane, Girê Spî û Serêkanîyê berdewam dike û amadekariya operasyonên nû dike. 
 
Beriya Hevdîtinên DYA û Tiriye Serokê AKP’ê Erdogan, dîsa got "Êm ê têkevin Rojhilatê Firatê" û sînyala operasyona nû da. Di civîna MGK'ê de jî biryar girtibûn ku “Koridora Aştiyê" ava bikin. 
 
Disa Tirkiye dixwaze ku Konseya Neteweya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) di nava rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriye de cih bigire. Di vê mijarê de hêzên koalisyonê di pêşengiya Fransa de navbênkarî dikin. Rêveberiya herêmê jî erênî nabîne ku nûnerên ENKS'ê di nava rêveberiyê de cih bigire. Dîsa niqaşên ku Pêşmergeyên Roj bîne li herêmê bi cih bikin tê kirin. Lê QSD germ li vê mijarê nanere." 
 
MA / Nazim Daştan
 
 
 

Sernavên din

07/08/2019
09:04 Ne koçertî û ne jî zozanvanî hiştin
09:01 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2019'AN
06/08/2019
21:32 Peykê mezinahiya dîmenên şewata Heskîfê da nîşandan
20:28 Kampanya ji ‘Demîrtaş Re Azadî’ li ser Twîtterê berfireh dibe
20:14 Guven ji Hussein xwest ji bo Mexmûrê bikeve nava hewldanan
17:13 TJA'yê li Sêrtê civîna perwerdeyê li dar xist
16:59 TJA plana 6 mehan bi jinên Çinarê re parve kir
16:27 Agirê bi Çiyayê Bagokê ketiye belav dibe
16:14 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
15:57 Bianet jî di navde 136 navnîşanên înternetê hatin sansurkirin
15:55 Wesayîta ku xiza zêde kir li jineke cîwan qelibî
15:01 16 penaber li goristana bêkesan hat definkirin
15:00 HDP'ê encama Konferansa Rêxistiniyê ragihand
14:59 Malbatê cenazeyê Başaran di bin dorpêçê de defin kir
14:47 Ji DÎSKÎ'yê agahdarnameya 'Bi ava torê avdanî nayê kirin'
14:25 Paylan ê HDP’î: Erdogan û Bahaçelî, dixwazin mîna Enver û Talat Paşa bikin
13:58 Onlu: Me dît ku em pir navendî bûne
13:57 Operasyona li ser jinan şermezar kirin
13:27 Li Peyîzava operasyona leşkerî
12:27 Amerîka: Em ê operasyona yekalî ya li dijî Bakurê Sûriyeyê asteng bikin
11:46 Cenazeyên Başaran û Akay dan malbatên wan
11:42 Duh 'Kembera Ereban' îro 'Kembera Tirkan'
11:41 Qûrbanî di dest de man
11:11 Otobusa rêwiyan û maşîneyeke kar li hev qelibîn: 5 kes birîndar bûn
11:05 Li Nisêbînê endamê meclisa şaredariyê yê HDP'î hat binçavkirin
10:46 Faîlê "Teqîna Guvenparkê" bêyî ku îfadeyê wî bê girtin hat berdan!
10:14 Polîsan li Tetwanê 4 kes binçav kirin
09:50 Li Girtîgehên herema Egeyê 193 girtiyên nexweş hene
09:33 Yolerî: Divê ji bo koçberan xeta têkoşînê ya navneteweyî bê avakirin
09:28 Cenazeyê şivanê xeniqî hat dîtin
09:21 Hevberdevka Meclîsên Ciwanan a HDP’ê: Ciwan dikevin rêya berxwedanê
09:20 Kanar: Neberdana girtiyên kurd û çepgir cotstandî ye
09:15 Temellî: Ne bi korîdora aştiyê werin bi kurdan re li rêya aştiyê bigerin
09:14 Jinên Kadîfekaleyê hin bêtir dezgehan dixwazin
09:11 Hezar û 500 mexdûrên DGM’ê li benda darizandina ji nûve ne
09:09 ‘Dewlet naxwaze muzîka kurdî bigihîje gel’
09:08 ‘Peyamên Ocalan hêza têkoşînkirinê dide jinan’
09:06 Tufan: Mirovekî bêje ez tirk im vê îxanetê çawa li miletê me dike
09:04 Li Rihayê kes qurbanan nakire: Sewalkarî qediyaye
09:02 Cotkar ji ber zirarê navê ‘yên sor’ li firingiyan kir
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2019'AN
08:41 Ciwanên li Heskîfê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/08/2019
21:31 Şivanê ket ava bendavê winda bû
21:17 Polîsan li Heskîfê 19 ciwanên HDP’yî binçav kir
18:15 6 HDP'î li Panosê şandin girtîgehê
18:07 Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê hat berdan
17:03 10 rojin cenazeyê 3 HPG’iyan nadin malbatên wan
16:48 Sûriyeyê agirbesta bi şert a Idlîbê bi dawî kir
16:41 Ev 4 rojin cenazeyê Haşem Tîlaver ê ser sînor hat kuştin nadin malbatê
16:11 Dozger xwest Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Amak bigirin
15:58 Li Bagokê teqîn: 3 leşker birîndar bûn
15:54 Li Mîlasê agir bi qadek bexçeyê zeytûnan ket
15:52 Ji bo doza Pirsûsê banga tevlêbûnê
15:18 Bi kincên herêmî tevlî civînê bûn
15:07 Bi deh hezaran kesên ji bo Çiyayên Kazê hatin gelhev astengî nas nakirin
14:41 Şaredariyê û Odeya Esnafan a Kanîreşê deriyê 18 esnafan mohr kir
14:11 Şaredariya Êlihê: Birîna daran şaş e, em ê telafî bikin
13:22 Îdîaya li Girtîgeha Xerpetê girtî derb kirin
13:19 Li Aydinê cotkarekî întîxar kir
13:05 Şaredariya Qoserê bi zêdebûna dengan navê ‘Navenda Jin a Nuda' qebûl kir
12:55 Şewata li Çiyayê Bagokê rû da, belavî çoltera Hezexê dibe
12:03 Li gundê 300 malî qijniyan bi 20 kesî veda
11:28 Li bendê ye Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Amak sewqî dozgeriyê bikin
11:12 Tirkiye hemû axa Kurdan dixwaze
11:06 Li Midyadê cerdevanê ku tundiyê li hevjîna xwe kir hat binçavkirin
09:48 Parlementera HDP’ê Beştaş: Tecrît bi biryara şer ve girêdayî ye
09:36 Aktar: Daxuyanî û xwepêşandan ne girêdayî destûrê ne divê astengê bên darizandin'
09:08 Dozgeriyê li 9 kesên 58 saniye rê li trafîkê girtin doz vekir
09:06 Pîlotê teqawîd Altan: Ger hûn 30 kîlometre têkevin nava welatekî ev dagirkerî ye
09:04 ÎHD'ê ji DMME'ê xwest ku biryar ji bo hemû girdiyan derbasdar be
09:02 ‘Em mecbûrîn koçberan biparêzin'
09:01 Di 2002'an de bi 3.55 kîlo petêx 1 lître mazot dihat kirîn
Di 2018'an de bi 5.52 kilo petêx 1 lître mazot tê kirîn
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2019'AN
04/08/2019
20:52 1'emîn Konferansa Rêxistinî ya HDP'ê bi dawî bû
20:39 Polîsan Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak binçav kirin
19:10 Li Mîdyadê jina rastî tundiya zilam hat ket komayê
18:38 Cenazeyê zilamekî yê bi dîrek ve darvekirî hat dîtin
18:31 Zarokên di Çemê Mûradê de fetisîn li tenişta hev defin kirin
18:23 Erdogan li Bûrsayê gef li Bakur û Rojhilatê Sûriye xwar
16:12 Karkerên çandiniyê yên demsalî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne
14:35 Li Hesekê du teqînan rû dan: Kesekê jiyana xwe ji dest da
14:32 KCD, HDK û HDP: Em bang li her kesî dikin ku li şûna şer, afirandina aştî û aqil pêş bixin
13:14 ‘Gelo çima qedera vê erdnîgariyê tim ciwanên Kurd dikûşe?’
12:45 Li ser rêya Amed û Farqînê qeza çêbû: 2 jê giran 7 kes birindar bûn
12:45 Rêveberiya YYU'yê li dijî biryara AYM'ê derket
10:55 'Cînayetên li ser sînor encama polîtîkayên şer in'
10:48 Şaredariya Êlihê dar birîn
Gel bertek nîşanî birîna daran da
09:26 Li Hûmûsê muhîmat teqîya 30 kes mirin
09:12 Dengbêjan li Parka Koşuyolu şev geş kirin
09:04 Helbestvanê Kurd Bêkes 6 sal berê çû lê navê wî ma
09:03 Şêniyên Esenyûrtê: Dewletê penaber kiriye amûra destê xwe
09:02 Şenoglu: Têkoşîna gelan dikare deriyê Îmraliyê veke
09:00 ‘Otogara Esenlerê êdî ne bi ewle ye'
09:00 ROJEVA 04'Ê TEBAXA 2019'AN
03/08/2019
22:31 Li DYA êrîşa çekdarî: 15 kes mirin
21:46 Li Çiyayê Bagokê piştî şer agir bi daristanê ket
20:44 Dorpêça Mexmûrê didome: 2 pitikan jiyana xwe ji dest dan
20:22 4 zarokên ketin çemê Muradê fetisîn û 2 zarok jî winda ne
18:55 Şengaliyan xweserî xwestin
17:06 KCD, HDK û HDP sibê daxuyaniyeke hevpar didin