Tirkiye hemû axa Kurdan dixwaze 2019-08-05 11:12:39 KOBANÊ - Tirkiye dixwaze 30 kîlometre li nava axa Bakur û Rojhilatê Sûriye "herêma Ewle" bê avakirin. Li aliyê din bazara hêzên navneteweyî û gelê herêmê ya "Herêma ewle" ku dixwazin li ser sînor ava bikin berdewam dike. Tirkiye armanc dike ku hemû axa Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriye têxin bin kontrola xwe. Hêzên din jî dixwazin tenê li ser herêma firehiya wê 5 kilometre "Herêma ewle" bê avakirin.    Niqaşên "Herêma Ewle" ku armanc dikin li ser sînorê Bakur û Rojhilata Sûriye ava bikin berdewam dike. Hêzên navneteweyî û koalîsyonê ku Tirkiye û DYA serkêşiya wê dike armanc dike ku qadek fireh li herêmê wekî "Herêma Ewle" ava bike. Lê hêzên herêmî jî li dijî vê yekê derdikevin. Niqaşên di navbera hêzên navneteweyî û hêzên herêmî yên gel de berdewam dikin. Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, li ser maseyê her dem gefên "Emê êrîş bikin" rûdinê. Têkildarî mijarê tê payin ku heyeta DYA îro bê Tirkiye û niqaşan bimeşîne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî herêma ku plan dikin ava bikin dixwaze bi firehiya 5 kilometre bê avakirin. Dîsa dixwaze asayiş ji aliyê asayişa meclîsa bajar ve bê diyarkirin û avakirin. QSD dixwaze ev yek jî di bin kontrola koalîsyonê de be. Tê payin ku heyet li Tirkiye vê mijarê bîne rojevê û niqaş ikin. Tê payin ku Tirkiye bi DYA'Yê re “Koorîdora Aştiyê" niqaş bike.    HERDU ALÎ CÛDA DINERIN   Demek dirêj e 'Herêma Ewle' tê niqaşkirin. Lê herdu alî cuda li mijare dinerin. Tirkiye ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriye de dibêje "Ezê derbasî Rojhilatê Firatê bibim" û Bakur û Rojhilatê Sûriye ji bo xwe dike armanc. Armanc dike ku sînor derbas bike û vê herêmê têxe bin kontrola xwe. Hêzên herêmê û QSD jî diyar kirin ku di serî de Tirkiye û hêzên din ger ku êrîş bikin wê ewlehiya herêmê biparêzin. Tirkiye her dem Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrye ji bo xwe wekî 'Gef' dibîne û bi vê hincetê dixwaze operasyonan pêk bîne. Lê ji roja Şerê navxweyî yê Sûriye destpêkiriye heta niha ji herêmê tu êrîş li dijî Tirkiye pêş neketine. Li gel vê yekê Tirkiye her dem gefan dixwe. Her dem dibêje "Ezê derbasî Rojhilatê Firatê bibim."  Tirkiye ku heta niha bi rêbazên dîplomatîk encam bi dest nexist, niha hewl dide ku bi operasyona eskerî encam bistîne.   Tirkiye ku hewldana wê ya têkeve nava Bakur û Rojhilatê Sûriye bi encam nebû, niha dixwaze 30 kîlometre firehî "Herêma Ewle" ava bike. Niqaşên di navbera Tirikye, hêzên navneteweyî û Hêzên herêmî ya li ser "Herêma Ewle" didomin. Ji ber ku Tirkiye nikare bi rêya mase û dîplomasiyê encam bi dest dixe, her dem dixwaze operasyonên eskerî pêş bixe û têkeve nava axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji bo vê yekê têkiliyên xwe yên bi DYA û Rûsyayê re berdewam dike. Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan duh li Bûrsayê dîsa gefa “Em ê têkevin Rojhilatê Sûriyeyê" dubare kir.     PÊŞNIYARA QSD’Ê PIRZELAL E   Hêzên QSD'ê pir zelal pêşniyar kirin ku ewê hêza xwe ya YPG/YPJ'ê 5 kîlometre ji ser sînorê Sûriye û Tirkiye vekişînin û li şûna wê asayişa herêmê û meclîsa herêmê wê ewlihiyê biparêzin. Dîsa dixwaze hêzên eskeri yên bên avakirin wê di venêrtina hêzên koalisyonê de be. Diyar dike ku şertên wan pêk bên wê Tirkiye jî harime li herêmê dewriye bigere.    TIRKIYE TEVAHIYA HERÊMÊ DIXWAZE   Lê Tirkiye li dijî vê pêşniyarê dixwaze firehiya "Herêma Ewle" 30 kilometre di nava sinorê Suriye (Bakurê Sûriye) de be. Dîsa dixwaze nokteyên eskerî ji aliyê eskerên TSK'ê ve bên parastin. Bi vî rengî dixwaze hemû herêmê têxe bin kontrola xwe. Tirkiye bi vê pêşniyarê axa ku Kurd lê dijîn armanc dike û tarif dike. 30 kîlometreyên ku Tirkiye peşniyar dike xeta ku Kurd û Ereb ji hev qud dibin û bi vê yekê dixwaze hemû axa Kurdan têxe bin kontrola xwe. Hêzên qadê, hêzên Navneteweyî û hêzên ereb vê  pêşniyara Tirkiye rast û guncav nabinin.    Li gel van hiqaşn Tirkiye sewqîqata eskerî ya li ser sînorê Kobane, Girê Spî û Serêkanîyê berdewam dike û amadekariya operasyonên nû dike.    Beriya Hevdîtinên DYA û Tiriye Serokê AKP’ê Erdogan, dîsa got "Êm ê têkevin Rojhilatê Firatê" û sînyala operasyona nû da. Di civîna MGK'ê de jî biryar girtibûn ku “Koridora Aştiyê" ava bikin.    Disa Tirkiye dixwaze ku Konseya Neteweya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) di nava rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriye de cih bigire. Di vê mijarê de hêzên koalisyonê di pêşengiya Fransa de navbênkarî dikin. Rêveberiya herêmê jî erênî nabîne ku nûnerên ENKS'ê di nava rêveberiyê de cih bigire. Dîsa niqaşên ku Pêşmergeyên Roj bîne li herêmê bi cih bikin tê kirin. Lê QSD germ li vê mijarê nanere."    MA / Nazim Daştan