Wekîla HDP'ê Îrmez: Min ji bo Taybet Wezîr agahdar kir

  • rojane
  • 09:58 24 Mijdar 2017
  • |
img

ŞIRNEX – Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez ku di dema qedexeya derketina der ve de li Silopiyayê bû, ji bo bersiva emniyetê ku gotibû “6 roj şûnde hayê me ji Taybet çê bû” wiha got: “Piştî bûyerê demildest em gelek caran li 112 û 155’an geriyan. Min Wezareta Karên Hundir agahdar kir. Ji ber guleyên dihatin reşandin ambulans vegeriya.” 

Li Silopiyaya Şirnexê, di dema qedexeya derketina derve ya di 14’ê Kanûnê hatibû îlankirin de, Taybet Înan a 57 salî û tiye wê Yûsûf Înan hatibûn kuştin. Di çarçoveya lêpirsîna mirina wan de dozgeriyê nivîsek ji Muduriyeta Polîsan a Navçeyê re şand û emniyetê di bersiva xwe de derpêş kir ku piştî bûyerê bi 6 rojan şûnde hayê wan ji mirina Taybet Înan ku 7 rojan cenazeyê li erde ma çêbûye. Lê belê hevjînê Taybet Înan û kekê Yûsûf Înan Halît Înan ev bersiva emniyetê derewandibû û gotibû roja bûyerê ew gelek caran li 155’an geriyane lê belê ji bo wan bersiveke erênî nehatiye dayîn. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez jî hema bêje heman tişt gotin û Muduriyeta Polîsan a Navçeyê derewand. 
 
‘QEYDÊN TELEFONAN DIKARÊN BÊN DÎTIN’ 
 
Îrmez, dest nîşan kir çawa bûyer diqewime kurê Taybet Înanê lê digere. Îrmez got ku li ser vê ew li Serwîsa Lezgîn 112’an geriyaye û wan jî ew berhêlî 155’an kirine. Îrmez, anî ziman ku ew li 155’an geriyaye û diyar kiriye ku Taybet û Yûsûf Înan birîndar in û ev tişt gotin: “Heta serê sibehê ez gelek caran li 155’an û 112’an geriyam. Heta ez li cendirmeyan jî geriyam û min ew agahdar kirin. Dikarin qeydên telefonan ên wê rojê peyda bikin. Polîsên 155’ê diyar kirin ku herêma ku herdu Înan lê ne, ne herêmeke ewle ye û ji ber wê ew ê nehêlin ambulans biçe wir.” 
 
‘MIN WEZÎRÊ KARÊN NAVXWEYÎ JÎ AGAHDAR KIR’ 
 
Îrmez, dest nîşan kir ku wê Wezîrê Karên Navxweyî jî agahdar kiriye. Îrmez bi bîr xist ku raya giştî ji nêz ve bûyerê dişopand û wiha got: “Hemû cîhan hay jê çê bû. Heta li ser israra me ya zêde du caran berê ambulansê dan cihê bûyerê. Lê belê dema ferdên malbatê bi alayên spî xwestin biçin cem Taybet Înan, gule reşandin ser wan. Ji ber wê ambulans vegeriya.”
 
‘ÇEKÊN NE DI ENVANTERÊ DE HATIN BIKARANÎN’ 
 
Îrmez, balê kişand ser biryara raporên pêzaniyê ku diyar kiribûn nayê zanîn ka ew perçeyên metal ên ji canê Taybet Înanê derketine aîdî kîjan çekan e û wiha axivî: “Di bûyerên wisa de bi piranî tê diyarkirin ku nehatiye tespîtkirin ka guleyên ku ji bedenê derketine aîdî kîjan çekê ne. Ev yek ne tiştekî tesaduf e. Hîn qedexe ranebûbû, polîs û leşkerên li bajêr hemû çekên xwe firotin. Mebest ji vê ew bû ku li pêyî xwe tu delîlan nehêlin. Heta wê demê hin çekên di envantera hêzên dewletê de neqeydkirî jî hatin bikaranîn.” 
 
Îrmez, biryara dozgeriyê ku gotibû “hêzên dewletê terorîst be jî gule bernedane tu kesên bê çek” şîrove kir û wiha got: “Wê demê zaroka 13 salî, kalê 72 salî jî mirin. Divê li temenên van mirovan baş bê nihêrîn. Ma di dest zarokên biçûk û mirovên extiyar de çek hebûn? Dema mirov van tiştan bîne ber çav, nakokî derdikevin holê.” Îrmez, dest nîşan kir ku di dema qedexeyê de hêzên dewletê her kesî wek “sûcdarên” potansiyel dîtine û wiha got: “Malên mirovan bi ser serê wan de hatin rûxandin. Tî û birçî hatin hiştin. Bi awayekî giştî mirov birin eywanên sporê yên girtî û di lêpirsînan re hatin derbas kirin. Gelek mirov hatin îşkencekirin. Bi zorê avêtin ser malan.” 

Sernavên din

25/11/2017
11:32 'Jin di qada cemaweriyê de rastî tundiyê tên'
11:19 Saziyên navneteweyî fikir dan DMME'ê: Girtina wekîlan binpêkirina mafan e
11:19 Polîsan gelek kes li Îskenderunê binçav kirin
10:37 Platforma Jinan: Jinên Şengal û Reqayê bûn hêviya jinan
10:26 Bostan: Welatek di bin tecrîdê de ye
10:26 Kedkarên malan di 25'ê Mijdarê de li kolanan e
10:25 Seroka KADUM’ê: Bila desteka hiqûqî ji bo jinan bê temînkirin
10:03 Koordînasyona Rojava xwest Tirkiye êrîşan rawestîne
09:34 2 hezar koçber li benda alîkariyê ne!
09:31 Karkera Realê: Beramberiya keda 17 salan ‘birçîtî’ ye
09:10 ‘Naxwazin Ocalan ji mirovan re bibe ronahî’
09:09 300 sal in qonaxa dîrokî îhtişama xwe diparêze
09:08 ‘Jin herî baş xwe bi hunerê îfade dike’
09:07 Elewiyan îşaretkirina deriyan şermezar kirin
09:06 Krîza aborî tenê bandorê li sergînan nekiriye!
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2017'AN
24/11/2017
22:48 Ji ber parvekirinên medyaya civakî 16 kes hatin binçavkirin
22:37 Amediyan li Pale Hunerê temaşeyî fîlmê ‘Kollektivet’ê kir
22:27 KCD’ê li Cizîrê serdana saziyên civaka sivîl kir
21:55 Li Meletiyê êrîşî komeleya ermenan kirin
20:31 Rojnameger Aşan hat berdan
19:32 Polîsan avêt ser mala Çekwar Çûbûk: Kekê wî hat binçavkirin
17:31 Piştî xwişka wan hat kuştin têkoşîna jinan nas kirin
16:25 Jinan tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin
15:40 'Guleya ku Tahîr Elçî kuşt ji çeka zarokên baş derket?'
15:02 KADUM: Di 5 salan de hezar û 285 jin hatin kuştin
14:47 Li Yukselê 381 roj e çalakî didome: Baş e ku Nuriye tu hatî dinê!
14:24 Hunermenda NÇM'ê hat binçavkirin
14:12 5 girtiyên li Şakranê xistin 'qefesa têlînî'
14:04 Waliyê Edîrneyê daxwaza dadgehê red kir
13:48 Li Amedê 10 siyasetmedar hatin girtin
12:52 Polîsan li Semsûrê êrîş titûnvanan kir û gelek kes birîndar bûn
12:50 Altiparmak: DMME dixwaze riya hiqûqa navxweyî dirêj bibe
12:49 Serokê PSAKD’ê: Dixwazin Elewiyan koç bikin
12:44 Cenazeyê Oz a li Cizîrê hat kuştin 21 meh şûnde teslîm kirin
12:20 Malbatan gorên zarokên xwe yên Qeyûmê xera kirin ji nûve ava kirin
12:14 Kemalbay: Pêwistiya me bi têkoşîna civakî ya jinê û hevgirtinê heye
11:51 Di kana komirinê de karkerek mir
11:34 Li Amedê kesek hat kuştin û 3 hatin binçavkirin
11:30 8 kes li Bursayê û 14 kes ji li Enqerê hatin binçavkirin
11:04 Yek jî teamên herî xweş ên Bazîdê: Kifteyên Evdîgorê
11:03 Suryaniyên vegeriyan gundê xwe: Zeviyên me bidin me
11:02 Zeytûnên Nîzîpê ji ber zuhabûnê hişk bûn
10:59 Dadger parastina Erebî û Kurdî wekî 'parastina xerab' pênase kir
10:45 Cenazeyê kesên li Bestayê jiyana xwe ji dest dan li ku ne?
10:28 Di 'Trom'ê de hezkirin, tenêmayîn û têkoşîna jiyanê derket pêş
09:58 Wekîla HDP'ê Îrmez: Min ji bo Taybet Wezîr agahdar kir
09:57 Sewalkar îsal kayê peyda nakin
09:12 Bazara qazên Qersê li ber girtinê ye
09:11 'Dê kesên di GEMÎ’yê de xelas bibin'
09:10 ‘Divê li DMME’yê giliyê CPT’yê bê kirin’
09:08 Wezîrê AKP'ê yê berê: Doza Zarrab hin derdoran bêzar dike
09:07 Kaniyên li taxên kurdan nayên nûkirin
09:06 Jin bi Muay Thaî parastina çewherî dikin
09:04 Girtiyê ji sedî 100 astengdar bernadin
09:01 Dozger 90 sal ceza ji rojnameger Alayumat û Akman re xwest
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2017'AN
23/11/2017
22:06 Li Farqînê 3 kes hatin girtin
21:06 Li Wanê qeyûm 6 karker ji kar avêtin
19:26 Cenazeyê meleyê gund li qeraxa rê hat dîtin
17:09 Ji bo mitînga TJA ya Wanê destûr hat dayîn
16:52 Li Silopiyê êrîşî maşîna zirxî hat kirin: 2 leşker birîndar bûn
16:04 Ket greva birçîbûnê 227 lîra cezayê para lê birîn
16:00 Serlêdana 250 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re red kirin
15:40 Bîlgen: Gotina bila kurd nebin, tê wateya bila xwîn zêdetir birije
15:18 Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: Emniyet çi vedişêre?
15:06 Ji bo Gokçek der barê Demîrtaş de fezleke amade kirin
14:48 Ji Tuncel peyama 25’ê Mijdarê: Îtîraz têrê nake divê alternatîf hebin
14:39 Polîsan li Yukselê 5 kes binçav kirin
14:02 7 sal in bi tena serê xwe vê tesîsa qerase bi rê ve dibe
13:59 'Mêraniya di civakê de tê parastin û tê pîrozkirin'
13:58 Têkoşîna jinên Reqqa azad kirin kir fîlm
13:56 'Heta roja mamosteya tê pîrozkirin, bila şertên wan bên başkirin'
13:55 Cotkar êdî nikarin mazotê bikirin
13:24 Karkerê karê xwe dixwaze hat binçavkirin
13:14 Geverî mirina leşkerê ji Wanê bir meclisê
13:13 Rojnameger Demîr ê hempîşeyên xwe bibîr anî doz lê vebû
13:12 Xetereya jiyanî ya Rûken Cansiri didome
12:57 250 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Hesabê TJA’yê hat rawestandin
12:53 Doza parazvanê mafê mirovan Bîlîcî taloq kirin
11:54 Prz. Yurekli: Îmralî bûye pergala bê hiqûqê
11:43 7 sal û 6 meh ceza dan hevjînê Remziye Bor
11:22 Polîsan li Cizîrê kesek binçav kir
11:22 Li 8 gundên Sêrtê 'qedexe' hat îlankirin
10:19 Di du mehan de Tirkiye li sînorê Efrînê çi kir?
09:52 Hevjînê Taybet: Şeva bûyerê em gelek caran li 155’an geriyan
09:51 Gelo wê ev car Cinêv karibe ji bo Sûriyeyê formuleke hevsengiyî peyda bike?
09:50 Fîlmê komuna Danîmarkayê ‘Kollektivet’ wê li Amedê bê nişandan
09:49 2-3 sal şûnde li Tirkiye dê sewalkarî bi dawî bibe
09:22 ‘Êrîşa li dijî jin û xwezayê heman hişmendî ye'
09:21 Di avahiya yek odeyî de zivistanê pêşwazî dikin
09:21 Kevirê Oltiyê hêj rastî eleqeyek mezin tên
09:20 Koçeran xwe berda quntarên Bagokê
09:19 Karmenda hat îhrackirin niha findan difiroşe
09:00 23 MIJDARA 2017'AN
08:43 Gund û mezrayek Farqînê hatin qedexekirin
22/11/2017
20:01 Pûtîn: Bila Sûriye bi xwe qedera xwe diyar bike
19:29 Maşîna zirxî ya polîsan zarokeke din birîndar kir
17:14 Jinan banga tevlêbûna mîtînga 25'ê mijdarê kirin