Wekîla HDP'ê Îrmez: Min ji bo Taybet Wezîr agahdar kir 2017-11-24 09:58:00 ŞIRNEX – Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez ku di dema qedexeya derketina der ve de li Silopiyayê bû, ji bo bersiva emniyetê ku gotibû “6 roj şûnde hayê me ji Taybet çê bû” wiha got: “Piştî bûyerê demildest em gelek caran li 112 û 155’an geriyan. Min Wezareta Karên Hundir agahdar kir. Ji ber guleyên dihatin reşandin ambulans vegeriya.”  Li Silopiyaya Şirnexê, di dema qedexeya derketina derve ya di 14’ê Kanûnê hatibû îlankirin de, Taybet Înan a 57 salî û tiye wê Yûsûf Înan hatibûn kuştin. Di çarçoveya lêpirsîna mirina wan de dozgeriyê nivîsek ji Muduriyeta Polîsan a Navçeyê re şand û emniyetê di bersiva xwe de derpêş kir ku piştî bûyerê bi 6 rojan şûnde hayê wan ji mirina Taybet Înan ku 7 rojan cenazeyê li erde ma çêbûye. Lê belê hevjînê Taybet Înan û kekê Yûsûf Înan Halît Înan ev bersiva emniyetê derewandibû û gotibû roja bûyerê ew gelek caran li 155’an geriyane lê belê ji bo wan bersiveke erênî nehatiye dayîn. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez jî hema bêje heman tişt gotin û Muduriyeta Polîsan a Navçeyê derewand.    ‘QEYDÊN TELEFONAN DIKARÊN BÊN DÎTIN’    Îrmez, dest nîşan kir çawa bûyer diqewime kurê Taybet Înanê lê digere. Îrmez got ku li ser vê ew li Serwîsa Lezgîn 112’an geriyaye û wan jî ew berhêlî 155’an kirine. Îrmez, anî ziman ku ew li 155’an geriyaye û diyar kiriye ku Taybet û Yûsûf Înan birîndar in û ev tişt gotin: “Heta serê sibehê ez gelek caran li 155’an û 112’an geriyam. Heta ez li cendirmeyan jî geriyam û min ew agahdar kirin. Dikarin qeydên telefonan ên wê rojê peyda bikin. Polîsên 155’ê diyar kirin ku herêma ku herdu Înan lê ne, ne herêmeke ewle ye û ji ber wê ew ê nehêlin ambulans biçe wir.”    ‘MIN WEZÎRÊ KARÊN NAVXWEYÎ JÎ AGAHDAR KIR’    Îrmez, dest nîşan kir ku wê Wezîrê Karên Navxweyî jî agahdar kiriye. Îrmez bi bîr xist ku raya giştî ji nêz ve bûyerê dişopand û wiha got: “Hemû cîhan hay jê çê bû. Heta li ser israra me ya zêde du caran berê ambulansê dan cihê bûyerê. Lê belê dema ferdên malbatê bi alayên spî xwestin biçin cem Taybet Înan, gule reşandin ser wan. Ji ber wê ambulans vegeriya.”   ‘ÇEKÊN NE DI ENVANTERÊ DE HATIN BIKARANÎN’    Îrmez, balê kişand ser biryara raporên pêzaniyê ku diyar kiribûn nayê zanîn ka ew perçeyên metal ên ji canê Taybet Înanê derketine aîdî kîjan çekan e û wiha axivî: “Di bûyerên wisa de bi piranî tê diyarkirin ku nehatiye tespîtkirin ka guleyên ku ji bedenê derketine aîdî kîjan çekê ne. Ev yek ne tiştekî tesaduf e. Hîn qedexe ranebûbû, polîs û leşkerên li bajêr hemû çekên xwe firotin. Mebest ji vê ew bû ku li pêyî xwe tu delîlan nehêlin. Heta wê demê hin çekên di envantera hêzên dewletê de neqeydkirî jî hatin bikaranîn.”    Îrmez, biryara dozgeriyê ku gotibû “hêzên dewletê terorîst be jî gule bernedane tu kesên bê çek” şîrove kir û wiha got: “Wê demê zaroka 13 salî, kalê 72 salî jî mirin. Divê li temenên van mirovan baş bê nihêrîn. Ma di dest zarokên biçûk û mirovên extiyar de çek hebûn? Dema mirov van tiştan bîne ber çav, nakokî derdikevin holê.” Îrmez, dest nîşan kir ku di dema qedexeyê de hêzên dewletê her kesî wek “sûcdarên” potansiyel dîtine û wiha got: “Malên mirovan bi ser serê wan de hatin rûxandin. Tî û birçî hatin hiştin. Bi awayekî giştî mirov birin eywanên sporê yên girtî û di lêpirsînan re hatin derbas kirin. Gelek mirov hatin îşkencekirin. Bi zorê avêtin ser malan.”