ENQERE - Parlementerê HDP’ê Farûk Gergerlîoglû, îdîayên derbarê welatiyê binavê M.Z.Ç. ê 4 rojan dibin çavan de rastî îşkencê û mûameleya xerab hat, kîs xistin serê wî û derp kirin de bir rojeva Meclîsê.
Parlementerê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî Omar Farûk Gergerlîoglû, îdîayên derbarê welatiyê binavê M.Z.Ç. ê 4 rojan dibin çavan de rastî îşkencê û mûameleya xerab hat, kîs xistin serê wî û derp kirin de, bir rojeva Meclîsê.
‘KÎS XISTIN SERÊ WÎ Û DERP KIRIN’
Gergerlîoglû, ji bo ku Alîkarî Serokkomar Fûat Oktay bersiv bide, pirsname da Meclîsê. Gergerlîoglû di pirsnameya xwe de cih da nameya M.A.Ç. ê bi navbeynkariya parêzerê xwe şandî. Di nameyê de hatibû îdîakirin ku M.A.Ç. di 4 rojên dibin çavan de rastî îşkencê û mûameleya xerab heye, sûcê ku nekirî bi zorê pê dane qebûlkirin, piştmantî ferzî wî kirine, kîs xistin serê wî û derp kirin.
Gergerlîoglû ev pirs kirin:
“ * Îdîayên Prz. Zehra Karakûlak ji bo me ragihandin, rastin?
* Derbarê îşkenceyên hatine kirin de, qet lêpirsîn hatine dest pê kirin?
*Ger lêpirsîn hatibe vekirin, di kîjan astê deye?
*Gelo derbarê îdîayên îşkence û mûameleyên xerab ên 4 salên dawî de, ji bo erkdarên dewletê lêpirsîna hatiye vekirin? Ji van erkdarên dewletê çend jê hatin cezakirin?"