Îdîaya dibin çavan de îşkence: Kîs xistin serî, derp kirin 2019-07-30 10:54:00   ENQERE - Parlementerê HDP’ê Farûk Gergerlîoglû, îdîayên derbarê welatiyê binavê M.Z.Ç. ê 4 rojan dibin çavan de rastî îşkencê û mûameleya xerab hat, kîs xistin serê wî û derp kirin de bir  rojeva Meclîsê.   Parlementerê Partîya Demokratîk a  Gelan (HDP) yê Kocaelî Omar Farûk Gergerlîoglû, îdîayên derbarê welatiyê binavê M.Z.Ç. ê 4 rojan dibin çavan de rastî îşkencê û mûameleya xerab hat, kîs xistin serê wî û derp kirin de, bir rojeva Meclîsê.   ‘KÎS XISTIN SERÊ WÎ Û DERP KIRIN’   Gergerlîoglû, ji bo ku Alîkarî Serokkomar Fûat Oktay bersiv bide, pirsname da Meclîsê. Gergerlîoglû di pirsnameya xwe de cih da nameya M.A.Ç. ê bi navbeynkariya parêzerê xwe  şandî. Di nameyê de hatibû îdîakirin ku M.A.Ç. di 4 rojên dibin çavan de  rastî îşkencê û mûameleya xerab heye, sûcê ku nekirî bi zorê pê dane qebûlkirin, piştmantî ferzî wî kirine, kîs xistin serê wî û derp kirin.    Gergerlîoglû ev pirs kirin:   “ * Îdîayên Prz. Zehra Karakûlak ji bo me ragihandin, rastin?   * Derbarê îşkenceyên hatine  kirin de, qet lêpirsîn hatine dest pê kirin?    *Ger lêpirsîn hatibe vekirin, di kîjan astê deye?    *Gelo derbarê îdîayên îşkence û mûameleyên xerab ên 4 salên dawî de, ji bo erkdarên dewletê lêpirsîna hatiye vekirin? Ji van erkdarên dewletê çend jê hatin cezakirin?"