Huda Kaya: Eger Tirkiye mudaxileyî Rojava bike wê DAIŞ cardin aktîf bibe

  • rojane
  • 09:14 26 Tîrmeh 2019
  • |
img

STENBOL - Parlementera HDP'ê Huda Kaya, diyar kir ku ger Tirkiye mudaxileyî Rojavayê bike dibe ku bi hezaran DAIŞ'iyên dîlgirtî cardin çalak bibin û got: "Bi liv û tevgereke biçûk jî dibe ku herêm cardin veguhere gola xwînê. Ji bo vê demildest divê hiqûq û mekanîzmaya navnetewî têkeve dewrê." 

 
Li Bajarê Qamilo di navbera 6-8'ê Tîrmehê de Navenda Lêkolînên Stratejîk (NRLS) forûmek li dar xistibû. Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî tev li forûmê bibû. Kaya, çavdêriyên xwe yên li wir û qewimînên li wir nirxandin. 
 
Kaya, destnîşan kir ku forûm pir baş derbas bûye û bal kişand ser berxwedana di dema şer de. Kaya, got: "Bi vê berxwedana mezin DAIŞ qediya. Lê belkî bi awayekî fermî şer qediya bê, lê wê şopên vê yên civakiyî bi dehan sal jî bidomin." 
 
Kaya, destnîşan kir ku li Rojavayê bi deh hezaran DAIŞ'î girtî ne û got: "Rojava hîn nû ji şerekî giran derketiye û hîn nû nû pergala xwe ya civakiyî ava dike. Hem ji şerekî giran nû derketine û hem jî bi deh hezaran DAIŞ'î girtî ne û berpirsiyariya wê ay maddî û manewî heye. Çimkî li holê bedêleke giran heye." Kaya, bilêv kir ji ber vê ye konferans pir girîng bû û got: "Dibe ku ev organîzasyon li bajarekî din, li herêmeke din an jî li Eeropayê bihatana lidarxistin. Lê ji ber li rojava bû û ji ber bi sedan mirov hatin û bi çavê xwe herêm dîtin pir girîng e." 
 
‘MIJARA HERÎ GIRÎNG HIQÛQ BÛ' 
 
Kaya, destnîşan kir ku di forûmê de gelek mijar hatine nîqaşkirin û analîzkirin û got: "Lê mijara herî girîng hiqûq bû. Li wir bi hezaran DAIŞ'î dîl in. Bi rastî jî evan sûcên pri giran kirine. Niha li Rojavayê rêveberiyeke ku di warê navnetewî de rewabûneke wê tune ye heye. Hiqûqnasên navnetewî di vê çarçoveyê de nîqaşên cidî kirin. Fikra derket holê ev bû ku divê ev DAIŞ'î teqez bên darizandin û cezakirin. Ji bo vê jî hin nêrîn derketin holê. Hinan jê got 'divê li gorî hiqûq navnetewî bênd arizandin û paşê radestîw elatên Ewropayê bên kirin.' Hina jê jî got 'divê li gorî Qanûna Bingehîna Sûriyeyê bên darizandin û cezakirin.' Lê bi çi awayî dibe bila bibe divê ev kes bênd arizandin. Divê ji bo vê demildest hin gav bên avêtin." 
 
'DVÊ HIQÛQ Û MEKANÎZMAYÊN NAVNETEWÎ TÊKEVIN DEWRÊ' 
 
Her wiha Kaya bal kişand ser danezana encamê ya forûmê jî û got, hemû madeyên forûmê pir girîng in. Kaya, got: "Di danezanê de tê diyarkirin ku divê pergala demokratîka li Rojavayê dewam bike û bê parastin. Tê bilêvkirin ku divê dadgeheke navnetewî bê avakirin û meseleya bi ehzaran dîlgirtiyan bê çareerkirin. Xalên der barê jina û zarokan de hene. Divê zarokên li wir di feraseta DAIŞ'ê re hatine derbaskirin bên rehabîlîtekirin û xelaskirin. Lê talûkeya mezin a ku min li Rojavayê dît ev bû; Hevkêşeya li herêmê bi liv û tevgereke biçûk jî dikare biguhere. Yanî rîskek mezin heye. Tu dibê qey hevkêşeya kûrewî hemû li ser vê herêmê hûr bûye. Tirkiye bi liv û tevgereke derveyî sînor dikare cardin bi hezaran DAIŞ'iyên dîlgirtî berde û aktîf bike. Bi liv û tevgereke biçûk jî dibe ku herêm cardin veguhere gola xwînê. Ji bo vê demildest divê hiqûq û mekanîzmaya navnetewî têkeve dewrê."
 
Her wiha Kaya, destnîşan kir ku pirsgirêka DAIŞ'iyên dîlgirtî êdî en prisgirêka Rojavayê ye, bûye pirsgirêkeke navnetewî. Kaya, anî ziman ku ji bo vê jî divê hêzên kûrewî demildest tev bigerin û got: "Divê liv û tevgera li herêmê bi baldariyî bê şopandin. Ev rewşeke pri wehîm e. DAIŞ'î li bendê ne Tirkiye mudaxileyî Rojavayê bike. Hêviya DAIŞ'iyên dîlgirtî Tirkiye ye. Ev hem ji bo Rojavayê hem jî ji bo cîhanê tal»keyeke pir mezin e. Eger ev bombeya ku pîmê wê hatiye kişandin biteqe, tenê wê bi Rojava neteqe. Divê aktorên navnetewî hesbê vê yekê jî bikin." 
 
MA / Ferhat Çelik 

Sernavên din

27/07/2019
12:40 Balafirên şer ên TSK'ê çiyayê Xantûr ê Zaxoyê bombe kir
11:40 Aslan ê hat binçavkirin birin Rihayê
10:31 Polîsê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
09:06 Serokomar Rektorê 11 zanîngehan guhert
09:06 Tevahiya Çiyayên Mûnzûrê kirin qada madenê!
09:05 Kesên bi çekê birîndar kirin, der barê wan de lêpirsîn nehat vekirin
09:05 30 redkarên wijdanî serî li AYM'ê dan
09:04 Stenbolî: Em qanûneke bingehîn a demokratîk û pralî dixwazin
09:03 Parêzer: Girtiyê nexweş naşînin nexweşxaneyê
09:03 'Bi nîqaşên der barê nefeqeyê de dixwazin nasnameya jinê tune bikin'
09:02 Rêveberiya girtîgehê guh neda biryara Dadgeha Bilind
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2019'AN
26/07/2019
16:58 Bersûcê fîrar ê doza Dînk hat girtin
16:48 4 roj in xwe nagihînin cenazeyê welatiyê fetisî
16:24 Yoldaş ê di bin çavan de rastî îşkenceyê hat emeliyat kirin
15:51 'Em ê pêşiya qatilan bernedin’
15:03 Li Şirnexê starta kampanyeya "Ji bo azadiyê tu jî rabe ser piyan" hat dayîn
14:48 Şaredariya Sûrê dîsa vedigere xizmeta ‘pirzimaniyê’
14:32 Yuksekdag: Ne Kurd bûna wê pergalê hebûna xwe berdewam kiribûya
14:21 Walîtiya Dersimê belgefîlma Dayikên Şemiyê qedexe kir
14:18 Hesabê me yê Twîtterê hat hackkirin
14:09 12 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:09 Berdevkê HDP’ê: Çi bû karê we bi penaberên Sûriyeyê qediya gelo?
13:42 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê li ser nivînekê 3 kes radizin
13:21 Li Çelê eskerek hat kuştin
12:47 Qeyûmê Sûrê bi 110 hezar lîreyî lastîk ji maşîneya xwe zirxî re kiriye
12:46 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
12:35 Erdogan: Em nerîna xwe ya Herêma Ewle diparêzin
11:58 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:41 Danişîna Yuksekdag dest pê kir: Yên xwestin me tesfiye bikin, bixwe tesfiye bûn
11:26 DÎSKÎ’yê hişyariya qûtkirina avê da
10:53 Dersimî: Ev festîval nabe bersiva tiştê em dijîn
10:42 Li Amedê welatiyek hat binçavkirin
10:39 Wesayîta polîsan rastî êrîşê hat
10:30 Hunermendên ku konsera wan hat betalkirin: Kurdî tehamul nakin
09:55 Çelîk: Bê ruhsat û destûr çawa mizgefê ava dikin?
09:14 Huda Kaya: Eger Tirkiye mudaxileyî Rojava bike wê DAIŞ cardin aktîf bibe
09:14 Qeyûmê bi hilbijartinê çû, ji şaredariyê lîsteya karkeran xwest
09:13 Karkerên ji kar hatin avêtin: Werin em mil bidin milê hevdu
09:12 Li Rihayê di nava 6 mehan de 378 zarok rastî tecawîzê hatin
09:11 Bi kargeriya rîşalê hunerê hildiberînin
09:10 Rojnameger Stelya: Israra Tirkiye ya sontajên li Akdenîzê wê aloziyê kûr bike
09:10 Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl cara sêyemîn rastî tofana kêzikan tê
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:37 Nûçegîhanê ROJNEWS'ê yê Biradostê 6 rojin di bin çavan de ye
25/07/2019
16:00 Di 2018'an de li Tirkiyeyê 11 hezar û 629 zarok mirin
Bajarê Mêrdînê li Tirkiyeyê di rêza duyemîn de ye
14:54 TMMOB: Biryara Kent Ormani rawestînin
14:41 2 kesên li Lîcê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:31 Binçavkirinên li Mêrdînê hatin şermezarkirin
14:18 Festîvala Çand û Xwezayê ya Dersimê dest pê kir
13:49 Girtiyê nexweş Kizilkan hat definkirin
12:52 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
12:05 Tîraja rojname û kovaran ji sedî 17,6 kêm bûye
12:04 Serokê AYM’ê: Pêdivî bi hinek guhertinên qanûnî hene
12:04 12 kes li Îzmirê hatin binçavkirin
11:44 Koordinasyona Heskifê der barê şewata Heskifê de daxuyanî da
11:43 Jinek li Kocaelî hat kuştin
11:26 DYA, QSD û koalîsyon dibêje ‘herêma ewle’ Tirkiye jî dibêje ‘bila di kontrola min de be’
11:13 Dê weke ‘berpirsiyarê KCK’ê’ yê gundek xeyalî bê darizandin!
10:36 Li Lapsekî jinek hat qetilkirin
10:31 Li herêma operasyonê şewat: Keriyek pez şewitî
10:28 Tumuklu: Rojava deriyê şoreşa sedsala 21’ar vekir
10:02 Kavilên xaniyên tên rijandin eraziyên çandiniyê qirêj dikin
09:43 ‘Em ê bi her awayî li dijî hilweşandina Heskîfê derkevin’
09:21 Tirkiye ji bo xwe ji krîza aborî rizgar bike bi PDK’ê re li hev kir
09:19 Karataş: Tirkiye li Sûriyeyê di tengayiyê de ye
09:18 Li kuçe û kolanên Amedê cardin çalakiyên çandî
09:17 ‘Di cinayetên jinan de sedema sereke tê berevajîkirin'
09:17 Waniyan bertek nîşanî qedexekirina konsera Mem Ararat dan
09:16 Karkerên kaxizan kom dikin: Hêza li ser serfxwariyê bijî mahkûmê krîza aborî ye
09:15 ‘Sedemê krîza aborî ya li Dersimê koçberî û bêmirovkirin e’
09:14 Esnafên jin ên Wanê: Karê me nabe, em di zorê de ne
09:13 10 meh in cenaze nadin malbatê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2019'AN
24/07/2019
20:54 Girtiyê nexweş Kizilkan jiyana xwe ji dest da
19:33 Li Amedê êrîşî navendeke polîsan kirin
16:04 Ji Temel ê HDP'ê ji bo 24'ê Tîrmehê peyama Huseyîn Aykol
15:53 Şaredariya Çinarê kursa du zimanî ji bo jina vekir
15:06 TÎHV: Bila dersînorkirina bi zorê û komî bê rawestandin
13:41 Serdana goristanê xistin ber lêpirsînê
13:40 Li Kurdistana Federe DAIŞ’î li ‘kampek taybet’ hatin bicihkirin
13:32 Hakan Atîlla hat Tirkiyeyê
13:07 Hejmara binçavkiriyên li Mêrdînê derket 5’an
11:45 ÎRA: Azadiya çapemeniyê tune, 152 rojnameger girtî ne
11:21 Hevşaredarên Nisêbîn û Bismilê hatin binçavkirin
11:20 Mihrîcana Dersimê dest pê dike
11:20 Li Aydinê 64 JES’ên nû derxistin îhalê
10:30 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut hat binçavkirin
09:39 Temellî: Gava yekemîn a rêya sêyemîn makeqanûna demokratîk e
09:38 Endama Meclîsa Şaredariya Rezanê hat binçavkirin
09:18 Li Sîweregê hosteyê kulav ê dawî: Hewl didim vî pîşeyî bidim jiyîn
09:17 Di şûna cotkar û karkeran de navbeynkar qezenc dikin
09:15 Ji rojnamegerên astengdar peyama 24'ê tîrmehê: Rojnamegerî xizmeta civakî ye
09:14 Şivanê 30 salin di nava xwezayê de dijî bûye perçeyek xwezayê
09:14 Nasnameya ‘zilam’ ferzî Akgun a LGBTÎ ya girtî kirin
09:13 Karkerên tekstîlê yên ji kar hatin avêtin banga piştevaniyê kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:45 Maşina polîsan a zirxî li Amedê rastî êrîşê hat
23/07/2019
21:14 Endamên KCD û KÎD'ê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:25 Rêyên gundên Sêrtê di bin bendava Ilisû de man