Huda Kaya: Eger Tirkiye mudaxileyî Rojava bike wê DAIŞ cardin aktîf bibe 2019-07-26 09:14:50 STENBOL - Parlementera HDP'ê Huda Kaya, diyar kir ku ger Tirkiye mudaxileyî Rojavayê bike dibe ku bi hezaran DAIŞ'iyên dîlgirtî cardin çalak bibin û got: "Bi liv û tevgereke biçûk jî dibe ku herêm cardin veguhere gola xwînê. Ji bo vê demildest divê hiqûq û mekanîzmaya navnetewî têkeve dewrê."    Li Bajarê Qamilo di navbera 6-8'ê Tîrmehê de Navenda Lêkolînên Stratejîk (NRLS) forûmek li dar xistibû. Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî tev li forûmê bibû. Kaya, çavdêriyên xwe yên li wir û qewimînên li wir nirxandin.    Kaya, destnîşan kir ku forûm pir baş derbas bûye û bal kişand ser berxwedana di dema şer de. Kaya, got: "Bi vê berxwedana mezin DAIŞ qediya. Lê belkî bi awayekî fermî şer qediya bê, lê wê şopên vê yên civakiyî bi dehan sal jî bidomin."    Kaya, destnîşan kir ku li Rojavayê bi deh hezaran DAIŞ'î girtî ne û got: "Rojava hîn nû ji şerekî giran derketiye û hîn nû nû pergala xwe ya civakiyî ava dike. Hem ji şerekî giran nû derketine û hem jî bi deh hezaran DAIŞ'î girtî ne û berpirsiyariya wê ay maddî û manewî heye. Çimkî li holê bedêleke giran heye." Kaya, bilêv kir ji ber vê ye konferans pir girîng bû û got: "Dibe ku ev organîzasyon li bajarekî din, li herêmeke din an jî li Eeropayê bihatana lidarxistin. Lê ji ber li rojava bû û ji ber bi sedan mirov hatin û bi çavê xwe herêm dîtin pir girîng e."    ‘MIJARA HERÎ GIRÎNG HIQÛQ BÛ'    Kaya, destnîşan kir ku di forûmê de gelek mijar hatine nîqaşkirin û analîzkirin û got: "Lê mijara herî girîng hiqûq bû. Li wir bi hezaran DAIŞ'î dîl in. Bi rastî jî evan sûcên pri giran kirine. Niha li Rojavayê rêveberiyeke ku di warê navnetewî de rewabûneke wê tune ye heye. Hiqûqnasên navnetewî di vê çarçoveyê de nîqaşên cidî kirin. Fikra derket holê ev bû ku divê ev DAIŞ'î teqez bên darizandin û cezakirin. Ji bo vê jî hin nêrîn derketin holê. Hinan jê got 'divê li gorî hiqûq navnetewî bênd arizandin û paşê radestîw elatên Ewropayê bên kirin.' Hina jê jî got 'divê li gorî Qanûna Bingehîna Sûriyeyê bên darizandin û cezakirin.' Lê bi çi awayî dibe bila bibe divê ev kes bênd arizandin. Divê ji bo vê demildest hin gav bên avêtin."    'DVÊ HIQÛQ Û MEKANÎZMAYÊN NAVNETEWÎ TÊKEVIN DEWRÊ'    Her wiha Kaya bal kişand ser danezana encamê ya forûmê jî û got, hemû madeyên forûmê pir girîng in. Kaya, got: "Di danezanê de tê diyarkirin ku divê pergala demokratîka li Rojavayê dewam bike û bê parastin. Tê bilêvkirin ku divê dadgeheke navnetewî bê avakirin û meseleya bi ehzaran dîlgirtiyan bê çareerkirin. Xalên der barê jina û zarokan de hene. Divê zarokên li wir di feraseta DAIŞ'ê re hatine derbaskirin bên rehabîlîtekirin û xelaskirin. Lê talûkeya mezin a ku min li Rojavayê dît ev bû; Hevkêşeya li herêmê bi liv û tevgereke biçûk jî dikare biguhere. Yanî rîskek mezin heye. Tu dibê qey hevkêşeya kûrewî hemû li ser vê herêmê hûr bûye. Tirkiye bi liv û tevgereke derveyî sînor dikare cardin bi hezaran DAIŞ'iyên dîlgirtî berde û aktîf bike. Bi liv û tevgereke biçûk jî dibe ku herêm cardin veguhere gola xwînê. Ji bo vê demildest divê hiqûq û mekanîzmaya navnetewî têkeve dewrê."   Her wiha Kaya, destnîşan kir ku pirsgirêka DAIŞ'iyên dîlgirtî êdî en prisgirêka Rojavayê ye, bûye pirsgirêkeke navnetewî. Kaya, anî ziman ku ji bo vê jî divê hêzên kûrewî demildest tev bigerin û got: "Divê liv û tevgera li herêmê bi baldariyî bê şopandin. Ev rewşeke pri wehîm e. DAIŞ'î li bendê ne Tirkiye mudaxileyî Rojavayê bike. Hêviya DAIŞ'iyên dîlgirtî Tirkiye ye. Ev hem ji bo Rojavayê hem jî ji bo cîhanê tal»keyeke pir mezin e. Eger ev bombeya ku pîmê wê hatiye kişandin biteqe, tenê wê bi Rojava neteqe. Divê aktorên navnetewî hesbê vê yekê jî bikin."    MA / Ferhat Çelik