AMED - Li Lîcê, 2 kesên di operasyona leşkerî de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Li çoltera mezrayên Karagoz, Goma Salo û Dablo yên girêdayî gundê Karahasan ê bi ser navçeya Licê ya Amedê di 21’ê Tîrmehê de operasyona leşkerî bi piştgiriya helîkoptêran dest pê kiribû. Di dema operasyonê de Ahmet Erdak, Halîl Erdak, Mehmet Ekîncî, Suleyman Evran û Hakan Akdogan bi îdîaya “Alîkarî dayîna rêxistinê” hatibûn binçavkirin.
Ahmet Erdak û Mehmet Ekîncî di 23’yê Tîrmehê de piştî li Qereqola Cendirmeyan a Lîcê îfade hatibûn berdan. Îro jî Suleyman Evran û Halîl Erdak ên îfadeyên wan hatin girtin, hatin berdan.
Hat diyar kirin ku Hakan Akdogan hîna li Qereqola Cendirmeyan a Lîcê tê girtin.