2 kesên li Lîcê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-07-25 14:41:09 AMED - Li Lîcê, 2 kesên di operasyona leşkerî de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.  Li çoltera mezrayên Karagoz, Goma Salo û Dablo yên girêdayî gundê Karahasan ê bi ser navçeya Licê ya Amedê di 21’ê Tîrmehê de operasyona leşkerî bi piştgiriya helîkoptêran dest pê kiribû. Di dema operasyonê de Ahmet Erdak, Halîl Erdak, Mehmet Ekîncî, Suleyman Evran û Hakan Akdogan bi îdîaya “Alîkarî dayîna rêxistinê” hatibûn binçavkirin.   Ahmet Erdak û Mehmet Ekîncî di 23’yê Tîrmehê de piştî li Qereqola Cendirmeyan a Lîcê îfade hatibûn berdan. Îro jî Suleyman Evran û Halîl Erdak ên îfadeyên wan hatin girtin, hatin berdan.    Hat diyar kirin ku Hakan Akdogan hîna li Qereqola Cendirmeyan a Lîcê tê girtin.