‘Em dixwazin bi rêxistinên ciwanan re platformek hevpar ava bikin’

  • rojane
  • 09:16 22 Tîrmeh 2019
  • |
img

ENQERE – Endamê Meclîsa HDP’ê û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berat Kiran diyar kir ku ew bi kampanya “Nebe muptela, Azad Bibe” dixwazin rêyek rizgariyê bidin ber ciwan û civakê û got: “Armanca me ew e em di serdema pêşiya me de bi hemû rêxistinên ciwanan re platformek hevpar ava bikin.”

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek deverên Tirkiyeyê kampanyaya “Nebe Muptela, Azad Bibe” dan destpêkirin. Meclîsa Ciwanan di çarçoveya kampanyayê de bi rêzeşahiyên cuda ciwanan bi huner û werzîşê de tîne gel hev. Endamê Meclîsa HDP’ê û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berat Kiran derbarê kampanyayê de axivî. 
 
ARMANCA KAMPANYAYÊ
 
Kiran da zanîn ku ew ji sala 2016’an ve xebatên xwe yên ciwanan birêve dibin û piştî 2’yemîn Kongreya Awarte ya Meclîsa wan lez dane xebatên xwe û got: “Me kampanya li dijî bikaranîna madeyên hişbir, zêdebûna fihûşê, zêdebûna çetebûnê, polîtîkayên qirkirin û dejenerebûnê da destpêkirin. Di serê hemû pirgirêkên civakê de zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir û fihûşê tê. Ji bo em hem bendewariyên ciwan û civakê pêşwazî bikin me xebatek wiha da destpêkirin. Me plan kir ku em hemû beşên civakê beşdarî vê kampanyayê bikin.” 
 
‘EM DIXWAZIN CIWANAN VEGERÎNIN SER ÇANDA WAN CEWHER’ 
 
Kiran destnîşan kir ku di serî de ciwanên kurd û hemû ciwanên Tirkiyeyê bi polîtîkaya dejenerebûnê tên pişaftin û wiha domand: “Hewla me ew e em ciwanan vegerînin ser çanda wan û cewhera wan. Em dixwazin wan bi çanda wan re bikin yek. Qonaxa ewil a kampanyayê agahdarkirin bû. Me derî bi derî û kolan bi kolan xebat li dar xist û li her qada ciwan lê hene wan derheqê vê xebatê de agahdar kir. Xebata me bi vî rengî didome.” 
 
Kiran da zanîn ku ew kampanyayayê qonax bi qonax birêve dibin û got: “Em bi panel û şahiyan dixwazin moral û motivasyona ciwanan zêde bikin. Plansaziya me niha ev e. Em dixwazin ciwanan bi huner, siyaset, werzîşê re bînin gel hev û cudahiyekê biafirînin.” 
 
‘EM DIXWAZIN PLATFORMEK HEVPAR AVA BIKIN’ 
 
Kiran derbarê qonaxên kampanyayê yên sêyemîn û çaremîn de jî agahî da û got: “Qonaxa me ya dawî ya kampanyayê ew e ku firoşkarên tiryakê û çeteyan ên li taxan teşhîr bikin.” Kiran anî ziman ku kampanyaya wan di çarçoveya xeta rêya sêyemîn a HDP’ê de ye û got: “Em bi vê kampanyayê dixwazin rêyek rizgariyê bidin ber ciwan û civakê. Armanca me ew e em di serdema pêşiya me de bi hemû rêxistinên ciwanan re platformek hevpar ava bikin. Em ê dest ji têkoşîna xwe ya li qadan bernedin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan 
 
 

Sernavên din

18/08/2019
21:47 Çalakiyên Parka Koşûyolûyê didomin
16:26 2 dayikên xwestin zarokên xwe rizgar bikin fetisîn
15:34 Li Patnosê 300 girtî rastî lêpirsîna '15'ê Tebaxê' hatin
15:24 Li Amedê, wê 1’emîn Roja Govendê bê lidarxistin
14:43 Dikandarên Emînonu yên lehî li wan rabû: Ev ne cara yekemîne, bi salane em dibêjin
14:01 Li Mêrdîn û Şirnexê operasyon didomin: Polîsan 29 kes binçav kirin
13:19 Traktora karkerên findiqan qulipî: Karerek mir
13:15 Nûçegihanê me Ergîn Çaglar: Ez nizanim bi çi hincetê hatime binçavkirin
12:50 Ewil meş dûre konser: Fazil Say bi sirûda Çiyayên Kazê dest pê kir
12:35 Li Qamişloyê teqîn rûda
12:15 Di êrîşa li Kabîlê de 63 kes hatin kuştin, 182 birîndar bûn
12:03 Polîsan li Şirnexê 10 kes binçav kirin
11:26 Nobeta Çiyayê Kazê didome: Gelê herêmê çi dixwaze?
10:17 Cîgira Hevserokên ESP’ê Taşkiran: Vîna Ocalan a çareseriyê heye
09:51 Xizmên girtiyan: Kurd bi yekîtiyê dikarin aştiya bi rûmet ava bikin
09:15 Du sal in li cenazeyê kurê xwe digere
09:14 Mizrakli: Îdiayên der barê 'komkujiya heywanan' de ne rast in
09:14 Mişmişvan: Tekane rê kooperatîfbûyîn e
09:13 Girtiyê ji ber îşkenceyê lal bû, serpêhatiyên xwe bi nivîskî gotin
09:12 398 roj in aqûbeta kurê xwe dipirse
09:05 'Guh bidin bangawaziyên Ocalan ên ji bo aştiyê'
09:03 'Dev ji projeya nexweşxaneyên bajêr berdin'
09:01 'Îktîdarê dît nikare enstîtuyê kontrol bike dest bi mudaxaleyê kir'
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2019'AN
17/08/2019
21:37 Dengbêjên Ciwan şev geş kirin
16:51 Gelek baroyan dawetiya dadgeha bilind red kirin
16:44 Başak Demîrtaş, Selvî Kiliçdaroglû û Dîlek Îmamoglû hatin gelhev
16:21 Dozger binçavkirina Nûçegîhanê me Ergîn Çaglar 2 rojan dirêj kir
16:10 Di kongreya HDP’ê de banga yekitiya Kurdan hat kirin
15:41 Di nava 2 sal û nîvê de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
15:35 Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna Mehmet Ertak bernadin
15:20 'Rûniştina F' vê carê ji bo Rojnameger Ziya Ataman li dar xistin
15:10 'Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan berdin'
15:04 Guven: Bi polîtîkayên şer pirsgirêk çareser nabin
14:56 Xizmên windayan: Em guh bidin dengê dayikan ên aştiyê
14:48 Li Lîcê qezaya trafîkê : 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn
14:41 Şewata li Lîcê rû dabû hat vemirandin
14:27 NY: Nêviyên girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in
14:05 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edenê: Emê bi hevre têbikoşin
14:01 Turgut ji ber cezayê wî qediya ye û nayê berdan ketiye rojiya mirinê
13:07 Dadgeha Bilind mafê karkera jina ducanî parast
12:52 Adsiz ê li Girtigeha Xarpêtê di rojiya mirinê de bû dawî li çalakiya xwe anî
12:18 Baroya Enqerê jî wê beşdarî vekirina sala edlî nebe
11:59 Der barê îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyê de serlêdana sûc
11:40 Dozger di destûrê de ye cenaze 28 rojin li morgê ye
11:12 Rojnameya Newjîn a jinên ciwan çap dike dibe hêvî
10:49 Aîr Hava ya Kaliforniyayî: Bila talankirina xwezayê bi dawî bibe
10:33 Hinceta qedexeyên walîtiyê : Sersala damezrandina TKEP/L, MLKP û MKP'ê ne
10:18 Polîsan li Rihayê 25 kes binçav kirin
10:15 'Divê ji bo biryarên erênî AYM bê teşwîqkirin’