‘Em dixwazin bi rêxistinên ciwanan re platformek hevpar ava bikin’ 2019-07-22 09:16:44 ENQERE – Endamê Meclîsa HDP’ê û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berat Kiran diyar kir ku ew bi kampanya “Nebe muptela, Azad Bibe” dixwazin rêyek rizgariyê bidin ber ciwan û civakê û got: “Armanca me ew e em di serdema pêşiya me de bi hemû rêxistinên ciwanan re platformek hevpar ava bikin.” Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek deverên Tirkiyeyê kampanyaya “Nebe Muptela, Azad Bibe” dan destpêkirin. Meclîsa Ciwanan di çarçoveya kampanyayê de bi rêzeşahiyên cuda ciwanan bi huner û werzîşê de tîne gel hev. Endamê Meclîsa HDP’ê û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berat Kiran derbarê kampanyayê de axivî.    ARMANCA KAMPANYAYÊ   Kiran da zanîn ku ew ji sala 2016’an ve xebatên xwe yên ciwanan birêve dibin û piştî 2’yemîn Kongreya Awarte ya Meclîsa wan lez dane xebatên xwe û got: “Me kampanya li dijî bikaranîna madeyên hişbir, zêdebûna fihûşê, zêdebûna çetebûnê, polîtîkayên qirkirin û dejenerebûnê da destpêkirin. Di serê hemû pirgirêkên civakê de zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir û fihûşê tê. Ji bo em hem bendewariyên ciwan û civakê pêşwazî bikin me xebatek wiha da destpêkirin. Me plan kir ku em hemû beşên civakê beşdarî vê kampanyayê bikin.”    ‘EM DIXWAZIN CIWANAN VEGERÎNIN SER ÇANDA WAN CEWHER’    Kiran destnîşan kir ku di serî de ciwanên kurd û hemû ciwanên Tirkiyeyê bi polîtîkaya dejenerebûnê tên pişaftin û wiha domand: “Hewla me ew e em ciwanan vegerînin ser çanda wan û cewhera wan. Em dixwazin wan bi çanda wan re bikin yek. Qonaxa ewil a kampanyayê agahdarkirin bû. Me derî bi derî û kolan bi kolan xebat li dar xist û li her qada ciwan lê hene wan derheqê vê xebatê de agahdar kir. Xebata me bi vî rengî didome.”    Kiran da zanîn ku ew kampanyayayê qonax bi qonax birêve dibin û got: “Em bi panel û şahiyan dixwazin moral û motivasyona ciwanan zêde bikin. Plansaziya me niha ev e. Em dixwazin ciwanan bi huner, siyaset, werzîşê re bînin gel hev û cudahiyekê biafirînin.”    ‘EM DIXWAZIN PLATFORMEK HEVPAR AVA BIKIN’    Kiran derbarê qonaxên kampanyayê yên sêyemîn û çaremîn de jî agahî da û got: “Qonaxa me ya dawî ya kampanyayê ew e ku firoşkarên tiryakê û çeteyan ên li taxan teşhîr bikin.” Kiran anî ziman ku kampanyaya wan di çarçoveya xeta rêya sêyemîn a HDP’ê de ye û got: “Em bi vê kampanyayê dixwazin rêyek rizgariyê bidin ber ciwan û civakê. Armanca me ew e em di serdema pêşiya me de bi hemû rêxistinên ciwanan re platformek hevpar ava bikin. Em ê dest ji têkoşîna xwe ya li qadan bernedin.”    MA / Bêrîvan Altan