Faîlê bûyera pêvajoya çareseriyê xelas kir nediyar hiştin

  • rojane
  • 15:33 21 Tîrmeh 2019
  • |
img
RIHA - Di ser bûyera kuştina 2 polîsan a li Navçeya Serêkaniyê ya wekî "Bûyera pêvajoya çareseriyê xelas kir" derbasî rûpelê dîrokê bû re 4 sal borîn. Lê hêj têkildarî ronîkirina bûyerê tu gavên şênber nehatin avêtin. Hemû kesên ji bûyerê hatin tawanbarkirin, piştî 2.5  salan girtî man beraet kirin. Parezerê dozê Huseyîn Akay, diyar kir ku dosya ber bi "faîl nediyarê" ve diçe. 
 
4 sal berê li Navçeya Serêkaniyê 2 polîs li mala xwe hatin kuştin. Kuştina van polîsan a nehat zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin aloziyek li pey xwe hişt. Heta niha ev alozî nehatiye ronîkirin. Li navçeya Serêkaniye ya Rihayê di 22'ê Tîrmeha 2015'an de di malên xwe de 2 polîs hatibûn kuştin. Danişîna doza kuştina wan a dawî di 1'ê Adarê de li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hatibû dîtin. Heyeda 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê, têkildarî kuştina polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Uçar de 4 jê girtî 9 bersûcên serbest dihatin darizandin beraet kirin. Bersûcê girtî dihatin darizandin Hasan Aydin, Hüseyin Aydin, Sedat Aydin û Mehmet Naci Yilmaz bi sedema li ser medya civakî parve kirine, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" rastî Salek û 6 meh cezayê hepsê hatin û hatin berdan. Piştî biryarê nehat diyar kirin ku kê 2 polîs kuştine. Kuştina 2 polîsan bi vî rengî fail nediyar bi encam bû. 
 
Di roja bûyerê de Waliyê Rihayê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku zor li derî mala polîsan nehatiye kirin. Walî anîbû zimn ku 2 polîs li mala xwe kuştî hatine dîtin. Şaredarê Serêkaniyê yê AKP'î Menderes Atilla jî gotibû "Dibe ku PKK'iyan ev cînayet kiribin."  Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan jî wê demê têkildarî bûyera Serêkaniyê daxuyanî da û diyar kir ku wan bûyera Serêkaniyê ne kiriye û tu eleqeya wan bi bûyerê tune ye. 
Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan jî gotibû: "Dewleta me li dijî hemû rêxistinê terorê yên PKK û DAEŞ'ê ku li Pirsûsê 32 welatiyên me kuştin û li Serêkaniyê 2 polîsên me şehid kirin hemû derfetên xwe seferber kirine. Hin kes kuştina 2 polîsan ku PKK girtiye ser xwe nabînin û niyeta xwe diyar dikin." 
 
BAYIK: NE REBAZA ME YE 
 
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayik jî têkildarî bûyera li Serêkaniyê wiha got: “Tu eleqeya me û kutina 2 polîsên li Serêkaniyê bi hev tune ye. Kuştina 2 polîsan ne rêbaza me ye. HPG'iyan ne got 'Me polîs kuştine' gotin 'Kesên ji xwe re gotine Apocî ' kuştine. Lê ne diyar e 2 polîs ji aliyê kê ve hatiye kuştin."  Piştî vê bûyerê di 23-24'ê Tîrmeha 2015’an de li dijî Herêma Kurdistana Federe operasyon pêk anîn. 
 
PARÊZER: EV BÛYER DARBEYA LI DIJÎ PROJEYA AŞTIYÊ YA OCALAN BÛ
 
Parêzerê doza Serêkaniyê Mahmut Vefa, jî diyar kiribû ku bi vê cînayetê xwestin darbeyê li projeya aştiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixin û wiha got: "Di 20'ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê komkujî pêk hat. Li Serêkaniyê jî 2 roj şûnde 2 polîs hatin kuştin. 2 polîsan bi maşîna serwîsê bi şev saet di 22.00-23.00'an de wan datînin malê. Di maşîna serwîsê de li gel 2 polîsan 4 polîsên din jî diçin mal. Serê sibê 2 polîs tenê kuştî tên dîtin. Wê demê 4 polîsên din li ku ne." 
 
Piştî cînayetê Midûrê Polîsan ê Rihayê li hemberî kamerayan daxuyanike dabû û gotibû: "Dibe ku polîsên di nava emniyetê de jî cînayet kiribe."Kesekî ku îxbar kiribû piştre got 'Min îxbarek wisa nekiriye. Lê kesê din hêj nehatiye tespîtkirin. Hekîmê Cezayê Sulhê û 2 polisên din ji doza FETO ya Serêkaniyê hatin îxrackirin. Dozgerê lêpirsînê piştî bûyerê wekî dadger şandin Navneda Karê Agahiyên Serokatiya Dadê. Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê  jî wekî Navenda FETO bi ser ve biryargehê de girtin. Li wir bi dehan dadger hatin girtin û îxrackirin. 
 
Di encamê de doz ket û kujer nehatin ditin Bersûc hatin beraet kirin. Ev bûyer bi armanca projeya aştî û çareseriyê ya Ocalan darbe bikin pêk anîn. Piştî vê bûyerê bi deh hezaran mirov hatin kuştin. Gelek bajar xera bûn. Bi beraeta 9 bersûcan faîl tarî man. 
 
 
Tekildarî bûyerê 7 kes hatin binçavkirin û piştî îşkenceya giran hatin girtin. Der barê dosyayê de biryara veşarî hat dayîn. Herî dawî piştî darizandinê derket holê ku tu eleweya van 7 kesan û bûyerê bi hev tune ye. 4 sal di ser bûyerê re derbas bû, lê hêj faîlê bûyerê nehatine ronîkirin û ji bo ranîkirina bûyerê tu gav nehatiye avêtin. 
 
Parêzerê dozê Huseyîn Akay, anî ziman ku piştî der barê dosyayê de biryara "Veşartina dosyayê" dan xwestin bersûvan veşêrin û wiha got: "Delîla herî girîng şopa tiliya Polîs Murat Kuru li cihê bûyerê hat dîtin. Lê ji bo îfadeya polîsê ku şopa tiliya wî hatiye dîtin tu lêpirsîn nehat kirin û îfadeya wî nehat girtin. Me gelek xwest ku îfadeya polîs Murat kuru bê girtin. Lê daxwazên me li ber çavan negirtin. 
 
Ciwanên hatin girtin li ser îxbata telefonê hatin girtin. Ev ciwan endamên HDP'ê yên xebatên HDP'ê dimeşandin bûn. Ji bo dozger van kesên îxbar kirine tesbît bike tu xebat nekir. Çavkaniya îxbarê tespît nekir. Lê ev îxbara bê nav û nediyar wekî delîl nîşan da. Doz kirin wekî sanaryoya fîllekî. Em nizanin vê sanaryoyê xizmeta kê kir. Li gel ku erka wan tune bû jî hekîmê lêpirsinkê gelek kesên din girtin. Piştre ev dadger ji doza FETO hat darizandin û hat girtin. Dozgerê otopsiyê jî ji dozya FETO hat girtin. Tu lêkolîn nehat kirin. Em ketin rewşek ku delîl hatin reşkirin û windakirin. Em çûn malbata polîsên ku hatin kuştin. Me xwestin hestiyariyekê ava bikin. Lê malbatan bêtir baweriya xwe bi lêpirsîna dozger anîn. Bawer kirin ku dozger li pey rastiyê ye. Di encamê de kesên dihatin darizandin beraet kirin." 
 
Akay, anî ziman ku lêpirsîn wisa bidome xuya dike ku wê bûyer ber bi dosya faîl nediyar ve biçe û wiha bi dawî kir: "Gelek polîs di vê dosyayê de bi şik û guman in. Me ev yek tevî delîlan li dosyayê zêde kir. Lê heta niha têkildarî van polîsan tu lêpirsîn nehatiye kirin. Xuya ye ku dosya ber bi doza faîl nediyar ve diçe." 
 
MA / Erdogan Alayumat
 
 

Sernavên din

23/07/2019
21:14 Endamên KCD û KÎD'ê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:25 Rêyên gundên Sêrtê di bin bendava Ilisû de man
20:12 Cenazeyê Mucahît Yilmaz nedan malbatê
19:58 Li 15 gundên Bedlisê qedexeya derketina derve îlan kirin
19:51 Şaredariya MHP'ê 187 karker ji kar derxistin
16:30 Li Dersimê ciwanek dawî li jiyana xwe anî
16:05 Borîs Johnson bû serokwezîrê Îngîlîstanê
15:26 Walîtiya Wanê destûr neda konsera Mem Ararat
14:27 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:27 TGS: Emê Cejna Çapemeniyê pîroz nekin
14:18 Soylu: Em ê 80 hezar penaber der sînor bikin
13:51 Ji bo dosyeya 12 kesên li Qersê hatin binçavkirin biryara veşartinê dan
13:36 Li Duzce cenazeyê dayik û keça wê hat dîtin
13:21 Memoyê benîşt firoş: Ku aştî pêk were dê baş be
12:39 Welatiyan bertek nîşanî opeasyonên dersînor dan: Em aştiyek bi rûmet dixwazin
12:29 Li Lîcê 2 kes hatin girtin
12:22 Bila wêrankirina Heskifê lêkolîn bikin
12:02 Li Muglayê keştiya penaberan noqî avê bû
11:04 Oncu: Yên di 24'ê Tîrmehê de plana hilweşînê amade kirin hilweşiyan
09:56 Bedela dîlgirtina 6 rojan 550 lîre û 10 qiruş e
09:52 QSD'ê têkildarî topa ji Bakurê Sûriyê hate avêtin lêpirsîn dan destpêkirin
09:51 Li Qersê rêveberên ÎHD'ê û HDP'ê hatin binçavkirin
09:04 Nûnerên Rêxistinên Civakî: Pêşniyaren Ocalan ji bo Tirkiye rêya çareseriyê ye
09:03 Ji dêvla doz li polîsan bê vekirin li wan hat vekirin
09:02 Mesrefên nexweşxaneyê yê penaberê ji înşeatê ket nedan
09:01 Li Reyhanliyê ji ber teqînên rû didin, şêniyên bajêr koç dikin, hejmara penaberan zêde dibe
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2019'AN
22/07/2019
23:20 Li Serêkaniyê teqînek pêk hat: 5 kes birîndar bûn
21:56 Temellî: Em ê bi hev re qanûneke bingehîn a demokratîk çêbikin
19:15 'Divê her kes guh bide peyamên Ocalan'
18:13 Mîtînga Aştiya Bi Rûmet û Çareserdiya Demokratîk dest pê kir
16:29 Şaredariya Amedê danasîna Rêbus kir
16:02 Dema ku rêveberiya Kuristana Federe rexne kir weşana radyoyê rewestandim
13:54 Li Çewligê 8 endamên KCD’ê û KÎD’ê hatin binçavkirin
13:47 Waliyê Stenbolê xwest heta 20'ê Tebaxê Sûriyeyî ji Stenbolê derkevin
13:31 Li Aydinê karkerekê înşaetê jiyana xwe ji dest da
13:13 Li Besta şewat bi daristanan ket
12:40 Jeffrey li Tirkiye McKenzie jî li Rojava ye
11:50 Mazlum Dag dê radestî Tirkiyeyê bê kirin gelo?
11:41 Îdîaya di bin çavan de îşkence: Yoldaş rakirin nexweşxanê
11:18 Balafirên Rûsya li bazarekê Îdlîbê xist: 18 mirî
11:16 Ozguneş: Operasyonên Tirkiyeyê dê tiştekî nede destê PDK’ê
10:56 Operasyona li Lîcê bi dawî bû: 5 binçav kirin
10:43 Onlu: Divê em bingeha hevpar bikin qada civakî
09:29 Rêvebera AKP'î avahiya dîrokî ya şaredariyê vale nake
09:18 Ji seraya xwe rojê tonek xiyar berhev dikin
09:17 Mavîoglu: Heke însan ji ceza bitirsin em ê di tariyê de bên veşartin
09:16 ‘Em dixwazin bi rêxistinên ciwanan re platformek hevpar ava bikin’
09:15 Bi 20 qirûşî difiroşin lê li ser dezgehan 10 qatê wê tê firotin
09:13 Gulum: Peymana Stenbolê zîhniyeta zilam a serdest xera dike
09:12 Li Girtîgeha Kurkçulerê girtî li dijî zextan di çalakiyê de ne
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2019'AN
08:22 Bi belgeyên sexte 2 Hezar û 939 sewalên nexweş anîn Tirkiye
21/07/2019
21:56 Koma MA’yê amediyan bi dengê stranên Şêxo û Tîgran dilgeş kirin
21:37 Ciwanên HDP’yî li Îzmîrê şahî li dar xistin
21:22 Li Keleha Heskîfê şewat derket
18:34 TSK amadekariyên ‘operasyona taybet’ dike
18:13 Oluç: Li pey komkujiyan hêzên îktîdarê hene û ji bo vê yekê hesab nayê pirsîn
15:33 Faîlê bûyera pêvajoya çareseriyê xelas kir nediyar hiştin
15:12 ‘Zext û gef nikarin têkoşîna me asteng bikin’
14:07 Eskeran li gundên Licê dest bi operasyonê kirin
13:53 Gelo Mucahît Yilmaz înfaz kirin?
13:06 Êlih ji bo mîtînga Amedê amade ye
12:23 Hunermendek ku bi stranên xwe bûye remza hunerê: Hozan Serhat
12:05 Li Tarsûsê 6 girtî sewqî Girtîgeha Kurkçuler a Edene kirin
11:03 Helîkoptêrê derdora mezrayê gulebaran kir
10:21 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan dest pê kir
10:18 Asayîşa PDK’ê 4 rojin derketina welatiyên Mexmûrê qedexe kiriye
10:11 Kedkaran banga tevlêbûna mîtînga Amedê kir: Emê li mafê xwe xwedî derkevin
09:52 Çalakiyên Koşûyolû dest pê kir: Piştî 4 salan dengê stranên kurdî bilind bû
09:44 Polîsan li Rezan bi ser malekê de girt: Kesekî jiyana xwe ji dest da û polîser birîndar bû
09:31 Firotina maşîneyan ji sedî 50 kêm bû
09:07 Karkerên madenê doza tazmînata xwe dikin
09:05 Tê gotin qeyûm bi bertîlê goristan jî xistiye ber îmarê
09:04 Dozger ceza li birayê wê birî, lê ew nikare biçe malê
09:01 Hatimogûllari: Tirkiye ji ber pirsgirêka kurd fuzeyên S-400 kirîn
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2019'AN
20/07/2019
17:06 Mizrakli: Emê peravên Çemê Dîcle sererast bikin
16:46 Jinek li Beylîkduzu hat kuştin
16:23 Hiqûqnas: Erka qanûnî pêk bînin û xwezayê biparêzin
16:10 Destûr ji bo mîtînga HDP’ê ya Amedê hat dayîn
15:54 Girti Yilmaz Çerçel ê nexweşiya şîzofrenî pê re heyî nayê berdan
15:37 ‘Înfaza Sinan Turkmen ê nexweş taloq bikin'
15:20 'Girtîgeh bûne navendên mirinê’
15:10 33 kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranin
14:54 ‘Berê mirov bi Torosan, îro jî bi wesayîtên nûjen serwinda dikin”
14:36 HDP'ê komkujiya li Pirsûsê şermezar kir
14:29 Nameya keça bavê wê winda: Dema fikrên we bi biryarên me re dibin yek hemû çiya mahkûmê hilweşînê ne
14:00 Jinên li Kadîfekale kooperatîf avakirin, dest bi firotina hilberînan kirin
13:18 DÎSK: Li dijî şer di 22'ê Tîrmehê de tev li mîtîna aştiyê bibin
13:14 Karkerên ji Şaredariya Alîaga hatin derxistin, xwestin vegerin ser karê xwe
12:39 TSK eskeran li sînor bi cih dike: DYA dixwaze rageşiyê zêde bike û xeta xwe ferz bike
10:38 Li Aknehîrê wê 2 hezar RES bên avakirin
10:37 Rojên Fîlmên Jinan ên Gerok bi dawî bû
10:05 Ji cenazeyên nehatin tespît kirin 7 jê hatin definkirin, 10 jê li morgê ne
09:49 Li Tirkiye zêdeyî 1 milyonek mayîn hatine çandin
09:07 Serokên baroyan: Der barê parastina Heskîfê de çi doz bên vekirin em ê daxil bibin
09:06 Dosyeya Eşref Erdîn jî ket nav dosyeyên kiryar nediyaran!
09:05 Di binçavan de rastî lêdanê hatin
09:04 Ji bo 2 milyon mirov tenê 8 hawizên avjeniyê hene!