Faîlê bûyera pêvajoya çareseriyê xelas kir nediyar hiştin 2019-07-21 15:33:24   RIHA - Di ser bûyera kuştina 2 polîsan a li Navçeya Serêkaniyê ya wekî "Bûyera pêvajoya çareseriyê xelas kir" derbasî rûpelê dîrokê bû re 4 sal borîn. Lê hêj têkildarî ronîkirina bûyerê tu gavên şênber nehatin avêtin. Hemû kesên ji bûyerê hatin tawanbarkirin, piştî 2.5  salan girtî man beraet kirin. Parezerê dozê Huseyîn Akay, diyar kir ku dosya ber bi "faîl nediyarê" ve diçe.    4 sal berê li Navçeya Serêkaniyê 2 polîs li mala xwe hatin kuştin. Kuştina van polîsan a nehat zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin aloziyek li pey xwe hişt. Heta niha ev alozî nehatiye ronîkirin. Li navçeya Serêkaniye ya Rihayê di 22'ê Tîrmeha 2015'an de di malên xwe de 2 polîs hatibûn kuştin. Danişîna doza kuştina wan a dawî di 1'ê Adarê de li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hatibû dîtin. Heyeda 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê, têkildarî kuştina polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Uçar de 4 jê girtî 9 bersûcên serbest dihatin darizandin beraet kirin. Bersûcê girtî dihatin darizandin Hasan Aydin, Hüseyin Aydin, Sedat Aydin û Mehmet Naci Yilmaz bi sedema li ser medya civakî parve kirine, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" rastî Salek û 6 meh cezayê hepsê hatin û hatin berdan. Piştî biryarê nehat diyar kirin ku kê 2 polîs kuştine. Kuştina 2 polîsan bi vî rengî fail nediyar bi encam bû.    Di roja bûyerê de Waliyê Rihayê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku zor li derî mala polîsan nehatiye kirin. Walî anîbû zimn ku 2 polîs li mala xwe kuştî hatine dîtin. Şaredarê Serêkaniyê yê AKP'î Menderes Atilla jî gotibû "Dibe ku PKK'iyan ev cînayet kiribin."  Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan jî wê demê têkildarî bûyera Serêkaniyê daxuyanî da û diyar kir ku wan bûyera Serêkaniyê ne kiriye û tu eleqeya wan bi bûyerê tune ye.  Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan jî gotibû: "Dewleta me li dijî hemû rêxistinê terorê yên PKK û DAEŞ'ê ku li Pirsûsê 32 welatiyên me kuştin û li Serêkaniyê 2 polîsên me şehid kirin hemû derfetên xwe seferber kirine. Hin kes kuştina 2 polîsan ku PKK girtiye ser xwe nabînin û niyeta xwe diyar dikin."    BAYIK: NE REBAZA ME YE    Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayik jî têkildarî bûyera li Serêkaniyê wiha got: “Tu eleqeya me û kutina 2 polîsên li Serêkaniyê bi hev tune ye. Kuştina 2 polîsan ne rêbaza me ye. HPG'iyan ne got 'Me polîs kuştine' gotin 'Kesên ji xwe re gotine Apocî ' kuştine. Lê ne diyar e 2 polîs ji aliyê kê ve hatiye kuştin."  Piştî vê bûyerê di 23-24'ê Tîrmeha 2015’an de li dijî Herêma Kurdistana Federe operasyon pêk anîn.    PARÊZER: EV BÛYER DARBEYA LI DIJÎ PROJEYA AŞTIYÊ YA OCALAN BÛ   Parêzerê doza Serêkaniyê Mahmut Vefa, jî diyar kiribû ku bi vê cînayetê xwestin darbeyê li projeya aştiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixin û wiha got: "Di 20'ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê komkujî pêk hat. Li Serêkaniyê jî 2 roj şûnde 2 polîs hatin kuştin. 2 polîsan bi maşîna serwîsê bi şev saet di 22.00-23.00'an de wan datînin malê. Di maşîna serwîsê de li gel 2 polîsan 4 polîsên din jî diçin mal. Serê sibê 2 polîs tenê kuştî tên dîtin. Wê demê 4 polîsên din li ku ne."    Piştî cînayetê Midûrê Polîsan ê Rihayê li hemberî kamerayan daxuyanike dabû û gotibû: "Dibe ku polîsên di nava emniyetê de jî cînayet kiribe."Kesekî ku îxbar kiribû piştre got 'Min îxbarek wisa nekiriye. Lê kesê din hêj nehatiye tespîtkirin. Hekîmê Cezayê Sulhê û 2 polisên din ji doza FETO ya Serêkaniyê hatin îxrackirin. Dozgerê lêpirsînê piştî bûyerê wekî dadger şandin Navneda Karê Agahiyên Serokatiya Dadê. Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê  jî wekî Navenda FETO bi ser ve biryargehê de girtin. Li wir bi dehan dadger hatin girtin û îxrackirin.    Di encamê de doz ket û kujer nehatin ditin Bersûc hatin beraet kirin. Ev bûyer bi armanca projeya aştî û çareseriyê ya Ocalan darbe bikin pêk anîn. Piştî vê bûyerê bi deh hezaran mirov hatin kuştin. Gelek bajar xera bûn. Bi beraeta 9 bersûcan faîl tarî man.      Tekildarî bûyerê 7 kes hatin binçavkirin û piştî îşkenceya giran hatin girtin. Der barê dosyayê de biryara veşarî hat dayîn. Herî dawî piştî darizandinê derket holê ku tu eleweya van 7 kesan û bûyerê bi hev tune ye. 4 sal di ser bûyerê re derbas bû, lê hêj faîlê bûyerê nehatine ronîkirin û ji bo ranîkirina bûyerê tu gav nehatiye avêtin.    Parêzerê dozê Huseyîn Akay, anî ziman ku piştî der barê dosyayê de biryara "Veşartina dosyayê" dan xwestin bersûvan veşêrin û wiha got: "Delîla herî girîng şopa tiliya Polîs Murat Kuru li cihê bûyerê hat dîtin. Lê ji bo îfadeya polîsê ku şopa tiliya wî hatiye dîtin tu lêpirsîn nehat kirin û îfadeya wî nehat girtin. Me gelek xwest ku îfadeya polîs Murat kuru bê girtin. Lê daxwazên me li ber çavan negirtin.    Ciwanên hatin girtin li ser îxbata telefonê hatin girtin. Ev ciwan endamên HDP'ê yên xebatên HDP'ê dimeşandin bûn. Ji bo dozger van kesên îxbar kirine tesbît bike tu xebat nekir. Çavkaniya îxbarê tespît nekir. Lê ev îxbara bê nav û nediyar wekî delîl nîşan da. Doz kirin wekî sanaryoya fîllekî. Em nizanin vê sanaryoyê xizmeta kê kir. Li gel ku erka wan tune bû jî hekîmê lêpirsinkê gelek kesên din girtin. Piştre ev dadger ji doza FETO hat darizandin û hat girtin. Dozgerê otopsiyê jî ji dozya FETO hat girtin. Tu lêkolîn nehat kirin. Em ketin rewşek ku delîl hatin reşkirin û windakirin. Em çûn malbata polîsên ku hatin kuştin. Me xwestin hestiyariyekê ava bikin. Lê malbatan bêtir baweriya xwe bi lêpirsîna dozger anîn. Bawer kirin ku dozger li pey rastiyê ye. Di encamê de kesên dihatin darizandin beraet kirin."    Akay, anî ziman ku lêpirsîn wisa bidome xuya dike ku wê bûyer ber bi dosya faîl nediyar ve biçe û wiha bi dawî kir: "Gelek polîs di vê dosyayê de bi şik û guman in. Me ev yek tevî delîlan li dosyayê zêde kir. Lê heta niha têkildarî van polîsan tu lêpirsîn nehatiye kirin. Xuya ye ku dosya ber bi doza faîl nediyar ve diçe."    MA / Erdogan Alayumat