Rewşenbir akademisyen û rojnamegeran bang kir: Huseyin Aykol berdin

  • rojane
  • 16:09 19 Tîrmeh 2019
  • |
img

ENQERE – Akademisyen, şaîr, nivîskar û rojnamegerên li ser banga Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê kom bûn, ji bo Rojnameger Huseyin Aykol bê berdan xwestin astengiyên li pêş azadiya ramanê rakin.

Akademisyen, şaîr, nivîskar û rojnamegerên li ser banga Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê li Yekîtiya Mulkiyeyan li hev kom bûn, ji bo Rojnameger Huseyin Aykol bê berdan bang kirin. Akademisyen, şaîr, nivîskar û rojnamegerên ji bo Aykol ê di 11'ê Tîrmehê de hat binçavkirin û girtin civîna çapemeniyê li dar xistin û xwestin Aykol serbest bê berdan. Di civînê de Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ya Enqereyê Sîbel Hurtaş, Nûnerê Komeleyê Rojnamegerên Hemdem  (ÇGD) Can Guleryuzlu, Helbestvan Ahmet Tellî, Serokê Odeya Tabîban a Enqereyê Vedat Bulut, Nivîskar Îsmaîl Beşikçi, Rojnameger Gokçer Tahîncioglu, akademisyen Necla Kurul, Sevilay Çelenk, Parlamentera HDP'ê Şevin Coşkun, Zuleyha Gulum, Nûnerên Hewldana 78’an, Nûnerên DÎSK'ê, Komeleya Elewiyên Demokratîk, Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqereyê, Federasyona Komeleyên Pir Sultan Abdal li Yekitiya Mulkiyeliyan kom bûn û xwestin Aykol bê berdan.
 
Di civînê de ewil Hevserokê Giştî yê Şaxa ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku Huseyin Aykol 30 salin rojnamegeriyê dike û wiha got: "Ji xeynî xebatên rojnamegeriye tu karên din nake. Ez nebûme şahid ku karekî din dike. Bi israr xebatên rojnamegeriyê berdewam kir. Rojnameger hatin kuştin, hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin. Bû şahidê tevan. Hevalên me yên rojnameger li gel hemû astengiyan gav paşve navêtin û bi israr xebatên xwe yên rojnaemgeriyê berdewam  kirin. Gelek hevalên me yên rojnameger jiyana xwe ji dest dan. Di şexsê Apê Musa de em hemû rojnameeran bibîr tînin." 
 
‘DIVÊ ÎKTÎDAR SOZA XWE PÊK BÎNE'
 
Turkdogan, anî ziman ku îktîdara Tirkiyeyê li ser rojnameger, parazvanên mafên mirovan û siyasetmedaran bi rêya darazê zextan dimeşîne û wiha bi dawî kir: "Di pêvajoya çareseriyê de Huseyin Aykol heman Huseyin Aykol bû. Rojnameya Ozgur Gundemê disa Ozgur Gundem bû. Lê kengî konjektura siyasî hat guhertin, heman rojnameger vê carê rastî kriminalizekirinê hatin. Der barê Aykol de zêdeyî 60 doz hatine vekirin. Der barê Eren Keskin de 140 doz hatine vekirin. Erdogan diyar kir ku wê di pakêta darazê de astengiyên li pêş azadiya ramanê rake. Soz da. Ger ku vê yekê li hemberî cemaweriyê tîne ziman, wê demê divê vê soza xwe pêk bîne. Divê Huseyîn Aykol serbest bê berdan." 
 
'DI ŞEXSÊ AYKOL DE AZADIYA RAMAN TÊ GIRTIN'
 
Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevin Coşkun, jî diyar kir ku zêdeyî 100 rojnaemger girtî ne û wiha got: "Di şexsê Huseyin Aykol azadiya ramanê hatiye girtin." 
 
HURTAŞ: DI 3 MEHAN DE 204 ROJNAMEGER HATIN DARIZANDIN
 
Nûnera TGS'ê ya Enqereyê Sibel Hurtaş jî anî ziman ku wekî saziya çapemeniyê niha nizanin ku çend rojnameger girtî ne çend tên darizanin û wiha got: "Di 3 mehên dawî de 204 rojnameger hatin darizandin. em wekî TGS'ê carek din bang li meclîsê dikin. Divê meclîs erka xwe pêk bîne. Niha Huseyin Aykol girtî ye û der barê wî de 63 doz hene. Divê demek berî demekê ev yek bi dawî bibe." 
 
Endamê ÇGD'ê Can Guleryuzlu, anî ziman ku hempîşeya wan bi zextan re rû bi rû ye û xwest ev zext bi dawî bibin û wiha got: "Niha 137 hempîşeyên me girtî ne. Em li vir hempîşeyê xwe Huseyin Aykol silav dikin. Rojnamegerî ne sûc e. " 
 
BEŞÎKÇÎ: DIVÊ REXNE AZAD BIN
 
Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî jî anî ziman ku bingeha welatekî hemdem azadiya ramanê ye û wiha got: “Divê rexne azad be û azadiya ramanê bê sînor be. "
 
Helbestar Ahmet Telli, Nûnerê ÇGD'ê Ahmet Abakay, Rojnameger Îrfan Aktan û Seroke Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Vedat Bulut jî xwestin Huseyîn Aykon bê berdan.
 
 
 
 

Sernavên din

16:13 Muxtar: Li Taxê şerê çekdarî heye
Qereqol: Ji ber ewlehiyê em nikarin bên
16:10 Li Licê şerekî dijwar derket
15:42 Temellî: Ev wêneyê darbeyê ye
15:18 Li Rihayê 14 kes hatin girtin
14:30 Wezareta Karên Hundir qeyûm bi kurdî jî aşkera kir
14:21 Li Amedê polisan êrîşî meşê kir
14:09 Ji Leyla Guven banga yekitiyê: Her roj çalakî her roj berxwedan
13:13 Derbarê hunermend Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
13:04 'Bila rojnameger bên berdan'
12:44 Qeyûm tayînî şûna endamê meclisa şaredariyê jî kirin
12:24 Koordînasyona TMMOB'ê: Qeyûm darbeya li dijî demokratikbûnê ye
12:11 Qeyûm meclîsa şaredariya Wanê fesih kir
12:00 Li Amedê li dijî dorpêçê çalakiya rûniştinê
11:42 Meclîsa leşkerî ya Girê Spî ji bo ‘Herêma Ewle' amade ye
11:04 Endamên Dadgeha Bilind jî dê tevlî merasîmê nebin
10:49 'Gel wê bersîva pêwist bide'
09:58 Wezîrê Dadê yê Berê Turk: Îktîdarê di Rewşa Asayî de zagonên OHAL'ê bikar anî
09:37 Kiliçdaroglû: Qeyûm bêhurmetiya li vîna gel e
09:14 Li Farqînê cerdevanan bi ser gund de girt: 6 kes kuştin
09:10 ‘Ev çi hale, Kurdno rabin ser piyan'
09:10 ‘Ji ber qeyûman ên zêde zirar digihê wan kedkar in'
09:09 Kurd, ereb, pomak, çerkes, gurcî, hemşînî, suryanî: Guh bidin Ocalan
09:08 Keskîn: Divê dewlet bangawaziya Ocalan esas bigire
09:07 'Turk-Îş'ê xiyanet li karkeran kir'
09:07 Girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nakin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2019'AN
20/08/2019
22:34 Rojnamevanên di binçavan de: Ji bo nûçeyên şermezarkirina qeyûman negihên raya giştî em hatine binçavkirin
17:29 Bi sedan kes li dijî qeyuman meşiyan
Rêxistinên civakî bertek nîşanî qeyûman dan
17:14 Çalakiyan li Wanê bê navber berdewam kir
16:33 Ji rêxistinên civakî yên li Stenbolê banga 'berxwedana demokratîk'
16:05 Polisan mudaxaleyî parêzer û parlamenteran kirin
15:31 Polîsan wekîl birîndar kirin: Wekîl bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê
15:21 Rojnamegerên ku protestoyên li dijî qeyûman dişopandin hatin binçavkirin
15:03 Buldan bang li Kiliçdaroglu kir: Bêdeng nemînin
15:02 Ji Konseya Ewropaye berteka li dijî qeyûm
14:27 Li Wanê jî polisan mudaxaleyî şermezarkirina qeyûm kir
14:25 Li Amedê gel kuçeyan terk nake
13:27 Polîsan li Mêrdîn mudaxaleyî girsê kir: HDP’iyan rê li trafîkê girt
13:10 Rêxistinên Civakî û partiyên siyasî: Divê gelên Tirkiyeyê bertek nîşan bidin
12:51 Polîsan hemû rêyên tên Şaredariya Amedê girtin
12:43 Temellî bang kir: Li her derê deng bilind bikin Jiyanê rawestînin
11:53 Polîsan mudaxaleyî HDP’iyan kir
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:31 Ji Soylû daxuyaniya qeyûm
11:28 Hevşaredarên Navçeyên Wanê: Em ê li dijî Qeyûman rawestin
11:13 DÎK: Qeyûm darbeya li dijî nirxên hevpar ên mirovahiyê ye
11:12 Polîsan bi ser mala Hevşaredara Qersê Alaca de girtin
10:58 Qada navneteweyî bertek nîşanî binçavkirina Edîtora me Karahan da
10:32 Ji vê cîhanê ‘Goreke ku qurnefîl dînin ser' xwestin û çûn
10:04 Li ser rêya Amed û Farqînê rêza kontrolê