Rewşenbir akademisyen û rojnamegeran bang kir: Huseyin Aykol berdin 2019-07-19 16:09:29 ENQERE – Akademisyen, şaîr, nivîskar û rojnamegerên li ser banga Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê kom bûn, ji bo Rojnameger Huseyin Aykol bê berdan xwestin astengiyên li pêş azadiya ramanê rakin. Akademisyen, şaîr, nivîskar û rojnamegerên li ser banga Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê li Yekîtiya Mulkiyeyan li hev kom bûn, ji bo Rojnameger Huseyin Aykol bê berdan bang kirin. Akademisyen, şaîr, nivîskar û rojnamegerên ji bo Aykol ê di 11'ê Tîrmehê de hat binçavkirin û girtin civîna çapemeniyê li dar xistin û xwestin Aykol serbest bê berdan. Di civînê de Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ya Enqereyê Sîbel Hurtaş, Nûnerê Komeleyê Rojnamegerên Hemdem  (ÇGD) Can Guleryuzlu, Helbestvan Ahmet Tellî, Serokê Odeya Tabîban a Enqereyê Vedat Bulut, Nivîskar Îsmaîl Beşikçi, Rojnameger Gokçer Tahîncioglu, akademisyen Necla Kurul, Sevilay Çelenk, Parlamentera HDP'ê Şevin Coşkun, Zuleyha Gulum, Nûnerên Hewldana 78’an, Nûnerên DÎSK'ê, Komeleya Elewiyên Demokratîk, Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqereyê, Federasyona Komeleyên Pir Sultan Abdal li Yekitiya Mulkiyeliyan kom bûn û xwestin Aykol bê berdan.   Di civînê de ewil Hevserokê Giştî yê Şaxa ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku Huseyin Aykol 30 salin rojnamegeriyê dike û wiha got: "Ji xeynî xebatên rojnamegeriye tu karên din nake. Ez nebûme şahid ku karekî din dike. Bi israr xebatên rojnamegeriyê berdewam kir. Rojnameger hatin kuştin, hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin. Bû şahidê tevan. Hevalên me yên rojnameger li gel hemû astengiyan gav paşve navêtin û bi israr xebatên xwe yên rojnaemgeriyê berdewam  kirin. Gelek hevalên me yên rojnameger jiyana xwe ji dest dan. Di şexsê Apê Musa de em hemû rojnameeran bibîr tînin."    ‘DIVÊ ÎKTÎDAR SOZA XWE PÊK BÎNE'   Turkdogan, anî ziman ku îktîdara Tirkiyeyê li ser rojnameger, parazvanên mafên mirovan û siyasetmedaran bi rêya darazê zextan dimeşîne û wiha bi dawî kir: "Di pêvajoya çareseriyê de Huseyin Aykol heman Huseyin Aykol bû. Rojnameya Ozgur Gundemê disa Ozgur Gundem bû. Lê kengî konjektura siyasî hat guhertin, heman rojnameger vê carê rastî kriminalizekirinê hatin. Der barê Aykol de zêdeyî 60 doz hatine vekirin. Der barê Eren Keskin de 140 doz hatine vekirin. Erdogan diyar kir ku wê di pakêta darazê de astengiyên li pêş azadiya ramanê rake. Soz da. Ger ku vê yekê li hemberî cemaweriyê tîne ziman, wê demê divê vê soza xwe pêk bîne. Divê Huseyîn Aykol serbest bê berdan."    'DI ŞEXSÊ AYKOL DE AZADIYA RAMAN TÊ GIRTIN'   Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevin Coşkun, jî diyar kir ku zêdeyî 100 rojnaemger girtî ne û wiha got: "Di şexsê Huseyin Aykol azadiya ramanê hatiye girtin."    HURTAŞ: DI 3 MEHAN DE 204 ROJNAMEGER HATIN DARIZANDIN   Nûnera TGS'ê ya Enqereyê Sibel Hurtaş jî anî ziman ku wekî saziya çapemeniyê niha nizanin ku çend rojnameger girtî ne çend tên darizanin û wiha got: "Di 3 mehên dawî de 204 rojnameger hatin darizandin. em wekî TGS'ê carek din bang li meclîsê dikin. Divê meclîs erka xwe pêk bîne. Niha Huseyin Aykol girtî ye û der barê wî de 63 doz hene. Divê demek berî demekê ev yek bi dawî bibe."    Endamê ÇGD'ê Can Guleryuzlu, anî ziman ku hempîşeya wan bi zextan re rû bi rû ye û xwest ev zext bi dawî bibin û wiha got: "Niha 137 hempîşeyên me girtî ne. Em li vir hempîşeyê xwe Huseyin Aykol silav dikin. Rojnamegerî ne sûc e. "    BEŞÎKÇÎ: DIVÊ REXNE AZAD BIN   Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî jî anî ziman ku bingeha welatekî hemdem azadiya ramanê ye û wiha got: “Divê rexne azad be û azadiya ramanê bê sînor be. "   Helbestar Ahmet Telli, Nûnerê ÇGD'ê Ahmet Abakay, Rojnameger Îrfan Aktan û Seroke Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Vedat Bulut jî xwestin Huseyîn Aykon bê berdan.