Hevjîna Cemîl Yildiz: Ger ku Pirsûs ronî kiribûna wê komkujiyên din nebûya

  • rojane
  • 10:14 19 Tîrmeh 2019
  • |
img

STENBOL – Di ser komkujiya Pirsûsê ya 33 ciwan hatin kuştin re 4 sal derbas bûn. Yek ji kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Cemîl Yildiz bû. Hevjîna Cemîl Yildiz Sultan Yildiz, diyar kir ku ger komkujiya 5'ê Hezîranê ya li Amedê bihata ronîkirin û hesab bihata pirsîn komkujiya Pirsûsê pêk nedihat û ger komkujiya Pirsûsê bihata ronîkirin komkujiya Enqere û yên din pêk nedihatin." 

 
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li dijî endamên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst endamên DAIŞ'ê êrişa bombeyî pêk anîn. Di êrîşa bombeyî de 33 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dabûn. Ciwanên sosyalîst ku ji gelek bajaran hatin li navçeya Pirsûsê kom bûn û xwestin ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin Kobanê. Ciwanên ku li pêş Navenda Çandê ya Amara kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin, di daxuyaniyê de rastî êrîşa DAIŞ'î hatin û 33 ciwanên sosyalîst û HDP'î jiyana xwe ji dest dabûn. Zêdeyi 100 kes jî birîndar bûbûn. Di ser komkujiyê re 4 sal derbas bûn. Hevjîna Serokê ESP'ê yê Esenlera Stenbolê Cemîl Yildiz Sultan Yildiz, serpêhatiyên xwe yên 4 salan û hiqûqa li Tirkiye vegot. 
 
‘PARIYEK NANÊ XWE PARVE DIKIR'
 
Sultan Yildiz, diyar kir ku 33 salin zewicî bûn û wiha got: “Dema Cemîl Yildiz jiyana xwe ji dest da 60 salî bû. Me 2 zarok mezin kirin. Bavekî baş bû. Pariyekî nanê xwe bi her kesî re parve dikir. Tu carî çiqûsî nedikir. Mirovekî pir baş bû. Mirovekî mînak bû. Ji bo alîkariyê bibe mirovên ji Kobanê derket rê. Wî xwest ez jî biçim, lê ez neçûm. Cemîl xwedî çanden siyasî bû. Piştî em koçî Esenyurtê bûn bi awayekî çalak di nava siyasetê de cih girt. Bû serokê ESP'ê yê navçeya Esenyurtê. Her dem ji bo jiyanek xweş û baş têdikoşiya. Digot 'Emê biçin Kobanê û ji zarokan re parkan ava bikin.' Her dem dixwest alîkariyê bide mirovan. Jiyana 33 kesên jiyana xwe ji dest dan tev wisa bûn. Ji bo alîkariyê bibe Kobanê bi hefteyan amadekarî kirin. Ji bo piştevaniyê bi hefteyan pêlîstok ji bo zarokên Kobanê kom kirin. Dema çûn Pirsûsê rastî êrîşê hatin. Piştî min bûyer bihîst ez çûm cihê bûyerê û min xwest teşhîs bikim. Piştî Cemil jiyana xwe ji dest da derûniya keça min pir xera bû. Demek pir dirêj nehat ser halê xwe."
 
‘ÇIMA TEDBÎR NAGIRTIN?' 
 
Sultan Yildiz, da zanîn ku tişta herî zêde jê bêzar e polîsê ku ji komkujiyê tê darizandin, tenê rastî 7 hezar û 500 TL cezayê pereyan hatiye. Di bûyerê de 33 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Lê tenê ew qas cezayên pereyan dibirin. Li wir heta tu bixwaze ewlehî lawaz e. 33 can li pêş çavên polîs û eskeran hatin kuştin. 32 roj beriya bûyerê îstîxbarata bûyerê ji rayedarên polîsan re çûye.  Em dipirsin çima tedbîr negirtin? Ji ber vê yekê hemû polîs û amîrên dewletê berpirsiyarê vê yekê ne û sûcdar in."
 
Yildiz, da zanîn ku di 4 salên borî de rayedarên dewletê her dem zextan li wan dike û wiha lê zêde kir: "Her dem dixwazin lêgerîna me ya edaletê asteng bikin. Bi taybet mudaxaleyî çend malbatan kirin. Xwişka Ezgi Sadet girtin. Dayika Denîz Erol binçav kirin. Niha hêj girtî ye. Her dem bi awayên cuda mudaxale dikin. Naxwazin em gorên xwe jî nû bikin û kevirên gorên zarokên me dişkînin. Gorên Suleyman Aksu, Ugur Ozkan û Kasım Deprem yên li herêmê şikandin û hilweşandin. Kê ev kir an jî ji aliyê kê ve ev yek kirin? Ev êrîşên li dijî goran bi zanebûn tên kirin. Îro li Rojava, Kurdistan û Ewropayê li her derê 33 ciwan tên bibîr anîn. 
Endamên SGDF'ê yên rastî komkujiyê hatibûn hefteyek berê hedef hatibûn girtin. Gelek komkujî pêk hatin. Yek jê komkujya 20'ê Tîrmeha 2015’an e. Ger ku hesap ji kujerên 5'ê Hezîranê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê hat kirin pirsîbûna ev yek nedibû. Ger ku hesap ji ya Pirsûsê pirsîbûna komkujiya 10'ê cotmehê ya li Enqereyê pêk nedihat. Em van komkujiyan tu car ji bîr nakin." 
 
Yildiz, ani ziman ku endamê DAIŞ'ê mele Abdullah Omer Arslan ku ji komkujiyê dihat darizandin serbest hat berdan û wiha got: "Me der barê vî mirovî de serlêdana sûc kir, lê îro ev mirov serbest digre. Em dipên wî bînin dadgehê û li wir îfade bide. Kesên wekî bersûc tên darizandin û bi rêya SEGBİS'ê tev li danişînê dibin îfade nadin. Ev heyeta dadgehê sûcdar e. Heyet zêde li ser vê meseleyê nasekine." 
 
Yildiz, da zanîn ku xwestin ji bo bîranîna 33 ciwanan li Pirsûsê bîrdariyekê ava bikin û wiha got: "Şaredaiya bajarê mezin a Rihayê destûr nade ku em li Pirsûsê bîrdariyekê ava bikin. Ev mesele ya her kesî ye. Ne tenê ya malbatan e. Em hem pir bi hêrsin û em he pir xemgîn in. Em armanc dikin ku li Stenbolê Vaqfekê ava bikin û li ser navê 33 ciwanan 33 daran biçikilînin. Em dixwazin hemû malbat li şehîdên xwe xwedî derkevin. Heta niha me nêzî 20 bi bîranîn li dar xistin. Di her 20’ê mehê de em 33 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar dixin. Dîsa em ê di 3’'ê Tebaxê de li Parka Beşiktaş Abbasaga ji bo şehîde pirsûsê konserekê bidin. Em bang li her kesî dikin ku tev li piştevaniyê bibin."

Sernavên din

20/07/2019
09:03 Helbesta du helbestvanan can daye kilama wê
09:03 Parêzvanên mafên mirovan: Divê muxalefet ji bo hiqûqê bang li dewletê bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2019'AN
19/07/2019
17:13 Fermandarê Cendermeyan a Bedlîsê di êrîşê de hat kuştin
17:05 Nobeta Edaletê li Wanê ye: Heta dewleta hiqûqê pêk neyê dê nobet xilas nebin
16:09 Rewşenbir akademisyen û rojnamegeran bang kir: Huseyin Aykol berdin
16:01 HDP: Şoreşa Rojava rêyek din nîşanda
15:54 Komîteya Amadekar: Werin em bi hev re li dijî şer qîr bikin
15:05 Afîşên Kurdî yên qeyûm rakiribûn, dîsa pê ve hatin kirin
15:05 Mizrakli û Yilmaz bersiv dan derewên derbarê mizgeftan de: Yên qadên mizgeftan kirine cihê bazirganiyê beton rijandin qada hêşînayî
15:03 ÎHD: Di 10 salan de 36 welatî bi maşîneyên zirxî hatin kuştin
14:40 Li Lîcê ji ber bombebaranê ewlehiya mirovan tune ye
14:27 TJA'yê dest bi kampanyeya 5 mehan kir: Ji bo azadiyê rabe ser piyan
14:10 Dadgeha Îstînafê biryara der barê Kişanak û Tuncel de xera kir
13:54 KCD'ê Şoreşa Rojava pîroz kir û Komkujiya Pirsûsê şermezar kir
13:08 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
12:33 Rojnameger Bîlen: Parvekirina min ne heqaret e, rexne ye
11:53 Jinên hilberînerên Hevselê daxwaza bazarê kirin
11:38 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li Balafirgeha Stenbolê çek hatin dîtin
11:10 ‘Darbeya sivîl a AKP’ê OHAL didome’
11:03 Cezayê Zûhal Olcay erê kirin
10:59 Rojên Fîlmên Jinan a Gerok rastî eleqeyek mezin tê
10:49 Di girtîgehê de ji bo zarokan pirtûka ‘Damlayan Masallar’ derxistin
10:20 Turîstên ji ber ala Kurdistanê hatin lînçkirin, hatin der sînor kirin
10:14 Hevjîna Cemîl Yildiz: Ger ku Pirsûs ronî kiribûna wê komkujiyên din nebûya
09:12 Li Kurkçulerê girtî li dijî zext û zoriyan li ber xwe didin
09:11 Dema hişkirina zebzeyan dest pê kir
09:10 Bûlût: Polîtîkaya 200 sal in bi ser neketibe niha jî bi ser nekeve
09:09 Tenê 2 sal û 9 meh ceza li polîsê ku welatiyê 85 salî kuşt birîn!
09:08 Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin û îşkence kirin, lê dozger got 'pêdivî bi teqîbatê' tune ye!
09:08 Sewalkar ji ber kêmbûna çêrê ketine heyra çêra pezên xwe
09:07 Avahiyên ermeniyan ên li Çewligê yeko yeko hildiweşin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:44 Balafiran şevê din wargeha Mexmûrê bombe kirin
01:03 Wargeha Penaberan Mexmûr tê bombebarankirin
18/07/2019
16:51 Derbarê 5 parlamenteran de fezleke hat amadekirin
16:41 HDP'ê hevşaredarê nû yê Erdîşê diyar kir
16:41 Serokên 17 baroyan li Heskîfê kom bûn: Dest ji avakirina bendavê berdin
16:27 Guven: Axaftina min ji mexseda xwe hatiye dûrxistin
15:58 ÎHD: Di bin çavan de laçika Merve Demîrel bi zorê ji serê wê derxistin
15:45 Konê teziyê yê Coşkûn qedexe kirin
15:19 Li Balikesîrê di malekê de tûp teqiya: Kesekê jiyana xwe ji dest da
15:18 Karkerên 2 mehin meaşê xwe nagirin çalakî li dar xistin
14:32 Ayaz û Nûpelda li herêma eskerî jiyana xwe ji dest dan
14:25 ‘Paqijkirina deh hezaran mayînan erka sincî û wîcdanî ye'
14:18 Ji bo tevlîbûna mîtînga 'Li dijî şer çareseriya demokratîk' bang kirin
14:11 Dolmîşa koçberan qulipî: 10 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:59 Rojnameger Evren nehat berdan
13:29 Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmanê hat girtin
13:28 4 kes li Xerabê Bava hatin binçavkirin
13:25 Li Amedê qeza: 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn
13:03 Dozger xwest Kaftancioglu bê cezakirin û ji mafên siyasî bê mehrûmkirin
12:54 Li Tarsûsê girtiyek dawî li jiyana xwe anî
12:41 Li Sûriyeyê dê gel salvegera şoreşê pîroz bikin
11:25 Karkerê înşaetê ji qatê 15'an ket û jiyana xwe ji dest da
10:50 Polîsan ciwanê HDP’î bi guleyên plastîk birîndar kir
10:46 Di civîna MÎT û ENKS’ê ya li Efrînê de çi niqaş kirin?
10:39 HDP'ê wê li 5 herêman mîtîngê li dar bixe
10:00 Serokê Meclîsê gotina 'Bajarê Kurdan' qibe dît
09:54 Belgefîlma ‘Efsaneya Yaşar Kemal’ li Amedê hat pêşandan
09:47 Miftîtiyê bi awayekî qaçax li ser erseya şaredariyê mizgeft çêkir!
09:12 Siyasetmedarê ermenî Akhoyan: Divê siyasetmedar dev ji zimanê nefretê berdin
09:11 Bi saya pûl û dermanan dijîn
09:09 'Piştî komkujî pêk hat tevdîr hatin girtin'
09:07 Ji ber li def û zirnê xistibûn hatibûn girtin, piştî sê salan beraat kirin
09:06 Dayika Sîbel: Keça min hatiye kuştin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2019'AN
17/07/2019
16:23 Dadgehê di doza Dink de biryar da
15:35 Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ziyaret kir: Sibeya me roni kir
15:23 Li Hewlerê êrîş li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat
15:06 Li Ege 146 koçber hatin binçavkirin
14:56 Turkdogan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye
14:17 Xwestiye ji bo tamîrê biçe Kobanê lê ji Pirsûsê venegeriya
14:14 'Bi lêdanê em der sînor kirin’
14:12 HDP’ê ji bo zarokên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da
13:33 Di doza Ozgur Gundemê de ji bo 7 kesan ceza hat xwestin
13:32 Walîtiyê tabelaya navê Dr. Îlhan Dîken daxist
13:28 Mamosteya nehat tayînkirin dawî li jiyana xwe anî
12:48 Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e
12:47 Di doza Ozgur Gundemê de Fîncanci, Onderoglû û Nesîn beraet kirin
12:46 Şoreş li Rojava 7 salî ye
11:54 Dolmîşa kerkeran li Çanakkale qeza kir: 17 karker birîndar bûn
11:52 Firotina xaniyan pir kêm bûye
11:30 Bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê eşkere bû
10:39 Çavkanîya helbest û qesîdeyên Feqî: Ava Miksê
10:27 Derbarê rojnameger Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin
10:08 Lêkolînerê Lubnanî: Tirkiye gihîştiye dawiya rê
10:07 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” dest pê dike
09:59 Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê binçav kirin
09:57 ‘Pereyê li şer xerc dikin li perwerdehiyê xwerç bikin'
09:09 Polîs li Êlihê ciwanan dijfermî binçav dikin û sîxurtî li wan tê ferzkirin
09:09 Danişîna biryargirtinê ya doza rojanmevan Evren sibê ye
09:06 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê