Hevjîna Cemîl Yildiz: Ger ku Pirsûs ronî kiribûna wê komkujiyên din nebûya 2019-07-19 10:14:37 STENBOL – Di ser komkujiya Pirsûsê ya 33 ciwan hatin kuştin re 4 sal derbas bûn. Yek ji kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Cemîl Yildiz bû. Hevjîna Cemîl Yildiz Sultan Yildiz, diyar kir ku ger komkujiya 5'ê Hezîranê ya li Amedê bihata ronîkirin û hesab bihata pirsîn komkujiya Pirsûsê pêk nedihat û ger komkujiya Pirsûsê bihata ronîkirin komkujiya Enqere û yên din pêk nedihatin."    Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li dijî endamên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst endamên DAIŞ'ê êrişa bombeyî pêk anîn. Di êrîşa bombeyî de 33 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dabûn. Ciwanên sosyalîst ku ji gelek bajaran hatin li navçeya Pirsûsê kom bûn û xwestin ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin Kobanê. Ciwanên ku li pêş Navenda Çandê ya Amara kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin, di daxuyaniyê de rastî êrîşa DAIŞ'î hatin û 33 ciwanên sosyalîst û HDP'î jiyana xwe ji dest dabûn. Zêdeyi 100 kes jî birîndar bûbûn. Di ser komkujiyê re 4 sal derbas bûn. Hevjîna Serokê ESP'ê yê Esenlera Stenbolê Cemîl Yildiz Sultan Yildiz, serpêhatiyên xwe yên 4 salan û hiqûqa li Tirkiye vegot.    ‘PARIYEK NANÊ XWE PARVE DIKIR'   Sultan Yildiz, diyar kir ku 33 salin zewicî bûn û wiha got: “Dema Cemîl Yildiz jiyana xwe ji dest da 60 salî bû. Me 2 zarok mezin kirin. Bavekî baş bû. Pariyekî nanê xwe bi her kesî re parve dikir. Tu carî çiqûsî nedikir. Mirovekî pir baş bû. Mirovekî mînak bû. Ji bo alîkariyê bibe mirovên ji Kobanê derket rê. Wî xwest ez jî biçim, lê ez neçûm. Cemîl xwedî çanden siyasî bû. Piştî em koçî Esenyurtê bûn bi awayekî çalak di nava siyasetê de cih girt. Bû serokê ESP'ê yê navçeya Esenyurtê. Her dem ji bo jiyanek xweş û baş têdikoşiya. Digot 'Emê biçin Kobanê û ji zarokan re parkan ava bikin.' Her dem dixwest alîkariyê bide mirovan. Jiyana 33 kesên jiyana xwe ji dest dan tev wisa bûn. Ji bo alîkariyê bibe Kobanê bi hefteyan amadekarî kirin. Ji bo piştevaniyê bi hefteyan pêlîstok ji bo zarokên Kobanê kom kirin. Dema çûn Pirsûsê rastî êrîşê hatin. Piştî min bûyer bihîst ez çûm cihê bûyerê û min xwest teşhîs bikim. Piştî Cemil jiyana xwe ji dest da derûniya keça min pir xera bû. Demek pir dirêj nehat ser halê xwe."   ‘ÇIMA TEDBÎR NAGIRTIN?'    Sultan Yildiz, da zanîn ku tişta herî zêde jê bêzar e polîsê ku ji komkujiyê tê darizandin, tenê rastî 7 hezar û 500 TL cezayê pereyan hatiye. Di bûyerê de 33 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Lê tenê ew qas cezayên pereyan dibirin. Li wir heta tu bixwaze ewlehî lawaz e. 33 can li pêş çavên polîs û eskeran hatin kuştin. 32 roj beriya bûyerê îstîxbarata bûyerê ji rayedarên polîsan re çûye.  Em dipirsin çima tedbîr negirtin? Ji ber vê yekê hemû polîs û amîrên dewletê berpirsiyarê vê yekê ne û sûcdar in."   Yildiz, da zanîn ku di 4 salên borî de rayedarên dewletê her dem zextan li wan dike û wiha lê zêde kir: "Her dem dixwazin lêgerîna me ya edaletê asteng bikin. Bi taybet mudaxaleyî çend malbatan kirin. Xwişka Ezgi Sadet girtin. Dayika Denîz Erol binçav kirin. Niha hêj girtî ye. Her dem bi awayên cuda mudaxale dikin. Naxwazin em gorên xwe jî nû bikin û kevirên gorên zarokên me dişkînin. Gorên Suleyman Aksu, Ugur Ozkan û Kasım Deprem yên li herêmê şikandin û hilweşandin. Kê ev kir an jî ji aliyê kê ve ev yek kirin? Ev êrîşên li dijî goran bi zanebûn tên kirin. Îro li Rojava, Kurdistan û Ewropayê li her derê 33 ciwan tên bibîr anîn.  Endamên SGDF'ê yên rastî komkujiyê hatibûn hefteyek berê hedef hatibûn girtin. Gelek komkujî pêk hatin. Yek jê komkujya 20'ê Tîrmeha 2015’an e. Ger ku hesap ji kujerên 5'ê Hezîranê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê hat kirin pirsîbûna ev yek nedibû. Ger ku hesap ji ya Pirsûsê pirsîbûna komkujiya 10'ê cotmehê ya li Enqereyê pêk nedihat. Em van komkujiyan tu car ji bîr nakin."    Yildiz, ani ziman ku endamê DAIŞ'ê mele Abdullah Omer Arslan ku ji komkujiyê dihat darizandin serbest hat berdan û wiha got: "Me der barê vî mirovî de serlêdana sûc kir, lê îro ev mirov serbest digre. Em dipên wî bînin dadgehê û li wir îfade bide. Kesên wekî bersûc tên darizandin û bi rêya SEGBİS'ê tev li danişînê dibin îfade nadin. Ev heyeta dadgehê sûcdar e. Heyet zêde li ser vê meseleyê nasekine."    Yildiz, da zanîn ku xwestin ji bo bîranîna 33 ciwanan li Pirsûsê bîrdariyekê ava bikin û wiha got: "Şaredaiya bajarê mezin a Rihayê destûr nade ku em li Pirsûsê bîrdariyekê ava bikin. Ev mesele ya her kesî ye. Ne tenê ya malbatan e. Em hem pir bi hêrsin û em he pir xemgîn in. Em armanc dikin ku li Stenbolê Vaqfekê ava bikin û li ser navê 33 ciwanan 33 daran biçikilînin. Em dixwazin hemû malbat li şehîdên xwe xwedî derkevin. Heta niha me nêzî 20 bi bîranîn li dar xistin. Di her 20’ê mehê de em 33 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar dixin. Dîsa em ê di 3’'ê Tebaxê de li Parka Beşiktaş Abbasaga ji bo şehîde pirsûsê konserekê bidin. Em bang li her kesî dikin ku tev li piştevaniyê bibin."