Bûlût: Polîtîkaya 200 sal in bi ser neketibe niha jî bi ser nekeve

  • rojane
  • 09:10 19 Tîrmeh 2019
  • |
img

STENBOL – Pisporê Rojhilata Navîn Nivîskar Faîk Bûlût, "Operasyona Pençe"yê ku Tirkiye li Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê daye destpêkirin nirxand û got: "Eger polîtîkayek 150-200 sal in bi ser neketibe, wê ji niha û pê ve jî bi ser nekeve." 

"Operasyona Pençe" ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku li Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê di 27'ê Gulanê de da destpêkirin didome. Pisporê Rojhilata Navîn Nivîskar Faîk Bûlût, operasyona didome, desteke ku rêveberiya herêmê dide operasyonê û valakirina gundên li wir nirxand. 
 
Bûlût, bilêv kir ku Tirkiye operasyonên li Herêma Kurdistan a Federe ya Iraqê ji bo armanceke giştî li dar dixe û ev armanc jî ew e ku ji Şengalê heta heta Misûlê Başûrê Kurdistanê bihebûne. Bûlût, bilêv kir ku Tirkiye dixwaze evan deran bike mandateya xwe û got: "Lê li wê erdnîgariyên hin rewşên ne li gor Tirkiyeyê hene. Mesela li Îdlibê, Artêşa Sûriyeyê ya Netewî ku Tirkiye destekê didê û her wiha 15-16 rêxistinên çeteyî yên ji rêxistinên wekî El Qaîdeyê pêk tên hene. Her wiha li wir Îran, Sûriye, QSD heye. Li herêma Şengalê jî Yekîneyên Şengalê hene. Tirkiye ji bo li van derab ev noqteyên berxwedêr bitepisîne serî li rêyeke wisa dide." 
 
‘DIXWAZE GUNDIYAN BIKE SÎXUR' 
 
Bûlût, destnîşan kir ku Tirkiye bi "Tevgera Pençeyê" dixwaze konsepeteke nû pêş bixe û got: "Tirkiye, dît bi ketin û derketina wir tiştek nabe û dît bi bombebarana hewayî jî tiştek bi dest nakeve, vê carê her du jî kirin yek. Yanî li wir hem ji bejahiyê hem jî ji hewayê ve operasyonan li dar dixe, binkeyên leşkerî û qereqolan çêdike. Dema vê dike jî ji bo gundiyên li wir bi tu awayî pêwendiyê bi PKK'ê re nekin, hewl dida wan bike sîxur. Dema gel vê yekê qebûl nakin wan ji herêmê dûr dixin û dest bi operasyonên paqijkirinê dikin. Sedema vê jî Tirkiye dibêje 'tevkariyê bi in re nakin, nexwe ji hebûna min a li vira jî nerihet in. Madem nerihet in dibe ku agahiyên der barê min de ragihînin hin kesên din û dibe rojekê rabin ez protesto bikim.' Nabêjim mafdar e, lê li gor mantiqa leşkerî vê yekê dike." 
 
RÊVEBERIYA KURDISTANÊ JI OPERASYONÊ RAZÎ YE' 
 
Bûlût, bilêv kir ku li wê herêmê sempatiya nêzî 680 gundî ji bo Qendîl heye û Rêveberiya Herêma Kurdistan a Federe jî ji vê rewşê nerihet e. Bûlût, bi bîr xist ku rêveberiya Kurdistanê bi Tirkiyeyê re tevkariyê dike û dixwaze li van deran îktîdara xwe zexm bike. Bûlût, got: "Hîn jî rêveberiya Kurdistanê li her derî ne îktîdar e. Rêveberiya li wir dibêje 'Niha herêmeke ji dest derketiye heye. Eger ji kontrola min derketibe divê wê têxim bin kontrola xwe. Madem nikarim vê yekê bi tena serê xwe bikim, eger hin kes lê bidin wê çi baş be.' Dibe ku Tirkiye vê yekê li ser navê herêma Kurdistanê jî dike. Kurdên nebûne yek an bi reqabetê hevdu perîşan kirine an jî bi hisûmetên bi vî rengî vî tiştî dikin." 
 
'DEMA MESELE KURD BIN DIBIN YEK' 
 
Her wiha Bûlût, bêdengiya hikûmeta Iraqê ya ji bo operasyonê jî nirxand û got: "Hemû dewletên kurd û Kurdistanê yên di nav erdnîgariya xwe de, taliya talî wê bibin serbixwe. Sibê dusibe dema kîjan kurd rabe xweseriya xwe ava bike, wê bêje bia wayekî potansiyel her kurd dijminê min ê stratejîk e." Bûlût, destnîşan kir ku ji ber vê di meseleya kurdan de Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye tum tevkariya hev dikin û got: "Ev dewlet dibêjin 'ez çi qasî rê li ber kurdan bigirim ev qas baş e.' Berê Erdogan ji serokwezîrê Iraqê re gotibû 'tu ne tayê min î' û hindik mabû biçe Bexdayê bigire. Lê dîsa jî dema mesele bê ser kurdan dibin yek." 
 
‘DAWÎ NAYÊ' 
 
Bûlût, bilêv kir ku ji ber "Tevgera Pençe"yê ya yekemîn bi ser neketiye pêdiviya Tirkiyeyê bi ya dudoyan çêbûye û got: "Tirkiye 'ji bo kurd dayika xwe nebînin' her tiştî dike. Lê dawiya vî îşî tune ye. 10 salên din 20 salên din jî wiha bike dawiya vî îşî tune ye. Polîtîkayeke ku 150-200 sal in deewam bike û bi ser neketibe, wê ji niha û pê ve jî bi ser nekeve. Her ku ev dirêj bibe wê zirar bigihê her du aliyan jî. Lê wê roj bê û fam bikin. Recep Tayyîp Erdogan beriya pêvajoya çareseriyê gazî serfermandaran dike û ji wan dipirse: 'Hûn ji vê pêvajoyê razî ne?' Serfermandar jê re dibêjin 'na'. Ew jî dibêje 'nexwe em ê rêbazeke din biceribînin.' Helbet roj bê wê ev gotin bê bîra wî. An Erdogan an jî kesê bê şûna wî, wê vê gotinê fam bike." 
 
MA / Ferhat Çelik 
 

Sernavên din

20/07/2019
09:03 Helbesta du helbestvanan can daye kilama wê
09:03 Parêzvanên mafên mirovan: Divê muxalefet ji bo hiqûqê bang li dewletê bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2019'AN
19/07/2019
17:13 Fermandarê Cendermeyan a Bedlîsê di êrîşê de hat kuştin
17:05 Nobeta Edaletê li Wanê ye: Heta dewleta hiqûqê pêk neyê dê nobet xilas nebin
16:09 Rewşenbir akademisyen û rojnamegeran bang kir: Huseyin Aykol berdin
16:01 HDP: Şoreşa Rojava rêyek din nîşanda
15:54 Komîteya Amadekar: Werin em bi hev re li dijî şer qîr bikin
15:05 Afîşên Kurdî yên qeyûm rakiribûn, dîsa pê ve hatin kirin
15:05 Mizrakli û Yilmaz bersiv dan derewên derbarê mizgeftan de: Yên qadên mizgeftan kirine cihê bazirganiyê beton rijandin qada hêşînayî
15:03 ÎHD: Di 10 salan de 36 welatî bi maşîneyên zirxî hatin kuştin
14:40 Li Lîcê ji ber bombebaranê ewlehiya mirovan tune ye
14:27 TJA'yê dest bi kampanyeya 5 mehan kir: Ji bo azadiyê rabe ser piyan
14:10 Dadgeha Îstînafê biryara der barê Kişanak û Tuncel de xera kir
13:54 KCD'ê Şoreşa Rojava pîroz kir û Komkujiya Pirsûsê şermezar kir
13:08 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
12:33 Rojnameger Bîlen: Parvekirina min ne heqaret e, rexne ye
11:53 Jinên hilberînerên Hevselê daxwaza bazarê kirin
11:38 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li Balafirgeha Stenbolê çek hatin dîtin
11:10 ‘Darbeya sivîl a AKP’ê OHAL didome’
11:03 Cezayê Zûhal Olcay erê kirin
10:59 Rojên Fîlmên Jinan a Gerok rastî eleqeyek mezin tê
10:49 Di girtîgehê de ji bo zarokan pirtûka ‘Damlayan Masallar’ derxistin
10:20 Turîstên ji ber ala Kurdistanê hatin lînçkirin, hatin der sînor kirin
10:14 Hevjîna Cemîl Yildiz: Ger ku Pirsûs ronî kiribûna wê komkujiyên din nebûya
09:12 Li Kurkçulerê girtî li dijî zext û zoriyan li ber xwe didin
09:11 Dema hişkirina zebzeyan dest pê kir
09:10 Bûlût: Polîtîkaya 200 sal in bi ser neketibe niha jî bi ser nekeve
09:09 Tenê 2 sal û 9 meh ceza li polîsê ku welatiyê 85 salî kuşt birîn!
09:08 Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin û îşkence kirin, lê dozger got 'pêdivî bi teqîbatê' tune ye!
09:08 Sewalkar ji ber kêmbûna çêrê ketine heyra çêra pezên xwe
09:07 Avahiyên ermeniyan ên li Çewligê yeko yeko hildiweşin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:44 Balafiran şevê din wargeha Mexmûrê bombe kirin
01:03 Wargeha Penaberan Mexmûr tê bombebarankirin
18/07/2019
16:51 Derbarê 5 parlamenteran de fezleke hat amadekirin
16:41 HDP'ê hevşaredarê nû yê Erdîşê diyar kir
16:41 Serokên 17 baroyan li Heskîfê kom bûn: Dest ji avakirina bendavê berdin
16:27 Guven: Axaftina min ji mexseda xwe hatiye dûrxistin
15:58 ÎHD: Di bin çavan de laçika Merve Demîrel bi zorê ji serê wê derxistin
15:45 Konê teziyê yê Coşkûn qedexe kirin
15:19 Li Balikesîrê di malekê de tûp teqiya: Kesekê jiyana xwe ji dest da
15:18 Karkerên 2 mehin meaşê xwe nagirin çalakî li dar xistin
14:32 Ayaz û Nûpelda li herêma eskerî jiyana xwe ji dest dan
14:25 ‘Paqijkirina deh hezaran mayînan erka sincî û wîcdanî ye'
14:18 Ji bo tevlîbûna mîtînga 'Li dijî şer çareseriya demokratîk' bang kirin
14:11 Dolmîşa koçberan qulipî: 10 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:59 Rojnameger Evren nehat berdan
13:29 Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmanê hat girtin
13:28 4 kes li Xerabê Bava hatin binçavkirin
13:25 Li Amedê qeza: 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn
13:03 Dozger xwest Kaftancioglu bê cezakirin û ji mafên siyasî bê mehrûmkirin
12:54 Li Tarsûsê girtiyek dawî li jiyana xwe anî
12:41 Li Sûriyeyê dê gel salvegera şoreşê pîroz bikin
11:25 Karkerê înşaetê ji qatê 15'an ket û jiyana xwe ji dest da
10:50 Polîsan ciwanê HDP’î bi guleyên plastîk birîndar kir
10:46 Di civîna MÎT û ENKS’ê ya li Efrînê de çi niqaş kirin?
10:39 HDP'ê wê li 5 herêman mîtîngê li dar bixe
10:00 Serokê Meclîsê gotina 'Bajarê Kurdan' qibe dît
09:54 Belgefîlma ‘Efsaneya Yaşar Kemal’ li Amedê hat pêşandan
09:47 Miftîtiyê bi awayekî qaçax li ser erseya şaredariyê mizgeft çêkir!
09:12 Siyasetmedarê ermenî Akhoyan: Divê siyasetmedar dev ji zimanê nefretê berdin
09:11 Bi saya pûl û dermanan dijîn
09:09 'Piştî komkujî pêk hat tevdîr hatin girtin'
09:07 Ji ber li def û zirnê xistibûn hatibûn girtin, piştî sê salan beraat kirin
09:06 Dayika Sîbel: Keça min hatiye kuştin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2019'AN
17/07/2019
16:23 Dadgehê di doza Dink de biryar da
15:35 Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ziyaret kir: Sibeya me roni kir
15:23 Li Hewlerê êrîş li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat
15:06 Li Ege 146 koçber hatin binçavkirin
14:56 Turkdogan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye
14:17 Xwestiye ji bo tamîrê biçe Kobanê lê ji Pirsûsê venegeriya
14:14 'Bi lêdanê em der sînor kirin’
14:12 HDP’ê ji bo zarokên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da
13:33 Di doza Ozgur Gundemê de ji bo 7 kesan ceza hat xwestin
13:32 Walîtiyê tabelaya navê Dr. Îlhan Dîken daxist
13:28 Mamosteya nehat tayînkirin dawî li jiyana xwe anî
12:48 Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e
12:47 Di doza Ozgur Gundemê de Fîncanci, Onderoglû û Nesîn beraet kirin
12:46 Şoreş li Rojava 7 salî ye
11:54 Dolmîşa kerkeran li Çanakkale qeza kir: 17 karker birîndar bûn
11:52 Firotina xaniyan pir kêm bûye
11:30 Bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê eşkere bû
10:39 Çavkanîya helbest û qesîdeyên Feqî: Ava Miksê
10:27 Derbarê rojnameger Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin
10:08 Lêkolînerê Lubnanî: Tirkiye gihîştiye dawiya rê
10:07 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” dest pê dike
09:59 Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê binçav kirin
09:57 ‘Pereyê li şer xerc dikin li perwerdehiyê xwerç bikin'
09:09 Polîs li Êlihê ciwanan dijfermî binçav dikin û sîxurtî li wan tê ferzkirin
09:09 Danişîna biryargirtinê ya doza rojanmevan Evren sibê ye
09:06 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê