Bûlût: Polîtîkaya 200 sal in bi ser neketibe niha jî bi ser nekeve 2019-07-19 09:10:02 STENBOL – Pisporê Rojhilata Navîn Nivîskar Faîk Bûlût, "Operasyona Pençe"yê ku Tirkiye li Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê daye destpêkirin nirxand û got: "Eger polîtîkayek 150-200 sal in bi ser neketibe, wê ji niha û pê ve jî bi ser nekeve."  "Operasyona Pençe" ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku li Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê di 27'ê Gulanê de da destpêkirin didome. Pisporê Rojhilata Navîn Nivîskar Faîk Bûlût, operasyona didome, desteke ku rêveberiya herêmê dide operasyonê û valakirina gundên li wir nirxand.    Bûlût, bilêv kir ku Tirkiye operasyonên li Herêma Kurdistan a Federe ya Iraqê ji bo armanceke giştî li dar dixe û ev armanc jî ew e ku ji Şengalê heta heta Misûlê Başûrê Kurdistanê bihebûne. Bûlût, bilêv kir ku Tirkiye dixwaze evan deran bike mandateya xwe û got: "Lê li wê erdnîgariyên hin rewşên ne li gor Tirkiyeyê hene. Mesela li Îdlibê, Artêşa Sûriyeyê ya Netewî ku Tirkiye destekê didê û her wiha 15-16 rêxistinên çeteyî yên ji rêxistinên wekî El Qaîdeyê pêk tên hene. Her wiha li wir Îran, Sûriye, QSD heye. Li herêma Şengalê jî Yekîneyên Şengalê hene. Tirkiye ji bo li van derab ev noqteyên berxwedêr bitepisîne serî li rêyeke wisa dide."    ‘DIXWAZE GUNDIYAN BIKE SÎXUR'    Bûlût, destnîşan kir ku Tirkiye bi "Tevgera Pençeyê" dixwaze konsepeteke nû pêş bixe û got: "Tirkiye, dît bi ketin û derketina wir tiştek nabe û dît bi bombebarana hewayî jî tiştek bi dest nakeve, vê carê her du jî kirin yek. Yanî li wir hem ji bejahiyê hem jî ji hewayê ve operasyonan li dar dixe, binkeyên leşkerî û qereqolan çêdike. Dema vê dike jî ji bo gundiyên li wir bi tu awayî pêwendiyê bi PKK'ê re nekin, hewl dida wan bike sîxur. Dema gel vê yekê qebûl nakin wan ji herêmê dûr dixin û dest bi operasyonên paqijkirinê dikin. Sedema vê jî Tirkiye dibêje 'tevkariyê bi in re nakin, nexwe ji hebûna min a li vira jî nerihet in. Madem nerihet in dibe ku agahiyên der barê min de ragihînin hin kesên din û dibe rojekê rabin ez protesto bikim.' Nabêjim mafdar e, lê li gor mantiqa leşkerî vê yekê dike."    RÊVEBERIYA KURDISTANÊ JI OPERASYONÊ RAZÎ YE'    Bûlût, bilêv kir ku li wê herêmê sempatiya nêzî 680 gundî ji bo Qendîl heye û Rêveberiya Herêma Kurdistan a Federe jî ji vê rewşê nerihet e. Bûlût, bi bîr xist ku rêveberiya Kurdistanê bi Tirkiyeyê re tevkariyê dike û dixwaze li van deran îktîdara xwe zexm bike. Bûlût, got: "Hîn jî rêveberiya Kurdistanê li her derî ne îktîdar e. Rêveberiya li wir dibêje 'Niha herêmeke ji dest derketiye heye. Eger ji kontrola min derketibe divê wê têxim bin kontrola xwe. Madem nikarim vê yekê bi tena serê xwe bikim, eger hin kes lê bidin wê çi baş be.' Dibe ku Tirkiye vê yekê li ser navê herêma Kurdistanê jî dike. Kurdên nebûne yek an bi reqabetê hevdu perîşan kirine an jî bi hisûmetên bi vî rengî vî tiştî dikin."    'DEMA MESELE KURD BIN DIBIN YEK'    Her wiha Bûlût, bêdengiya hikûmeta Iraqê ya ji bo operasyonê jî nirxand û got: "Hemû dewletên kurd û Kurdistanê yên di nav erdnîgariya xwe de, taliya talî wê bibin serbixwe. Sibê dusibe dema kîjan kurd rabe xweseriya xwe ava bike, wê bêje bia wayekî potansiyel her kurd dijminê min ê stratejîk e." Bûlût, destnîşan kir ku ji ber vê di meseleya kurdan de Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye tum tevkariya hev dikin û got: "Ev dewlet dibêjin 'ez çi qasî rê li ber kurdan bigirim ev qas baş e.' Berê Erdogan ji serokwezîrê Iraqê re gotibû 'tu ne tayê min î' û hindik mabû biçe Bexdayê bigire. Lê dîsa jî dema mesele bê ser kurdan dibin yek."    ‘DAWÎ NAYÊ'    Bûlût, bilêv kir ku ji ber "Tevgera Pençe"yê ya yekemîn bi ser neketiye pêdiviya Tirkiyeyê bi ya dudoyan çêbûye û got: "Tirkiye 'ji bo kurd dayika xwe nebînin' her tiştî dike. Lê dawiya vî îşî tune ye. 10 salên din 20 salên din jî wiha bike dawiya vî îşî tune ye. Polîtîkayeke ku 150-200 sal in deewam bike û bi ser neketibe, wê ji niha û pê ve jî bi ser nekeve. Her ku ev dirêj bibe wê zirar bigihê her du aliyan jî. Lê wê roj bê û fam bikin. Recep Tayyîp Erdogan beriya pêvajoya çareseriyê gazî serfermandaran dike û ji wan dipirse: 'Hûn ji vê pêvajoyê razî ne?' Serfermandar jê re dibêjin 'na'. Ew jî dibêje 'nexwe em ê rêbazeke din biceribînin.' Helbet roj bê wê ev gotin bê bîra wî. An Erdogan an jî kesê bê şûna wî, wê vê gotinê fam bike."    MA / Ferhat Çelik