Li Sûriyeyê dê gel salvegera şoreşê pîroz bikin

  • rojane
  • 12:41 18 Tîrmeh 2019
  • |
img

KOBANÊ – Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di 7’emîn salvegera avakirina şoreşê de pîrozbahiyan li dar bixin.

Li welatên Rojhilata Navîn di sala 2011’an de şer germ bû, desthilatdariyên zilmdar têk çûn. Gel rabûn ser piya. Pêngavek hat destpêkirin û navê “Bihara Ereban” lê hat kirin û wek lêgerîna demokrasiyê pênase kirin. Ev şer xwe spart Sûriyeyê jî. Dema li Sûriyeyê şer dest pê kir, di sala 2012’an de bi pêşengiya kurdan di 19’ê Tîrmehê de şoreş hat îlankirin. Kurdan ala berxwedanê û şoreşê hilda û dest bi hûnandina pergala xwe kirin. 
 
XWEPÊŞANDANA EWIL LI DERAYÊ DEST PÊ KIR 
 
Di sala 2011’an de xwepêşandana ewil li bajarê Dera yê dikeve başûrê Sûriyeyê dest pê kir. Pevçûnên ewil li bajarê Idlibê yê dikeve bakurê Sûriyeyê ku niha jî bûye mijara bazar û krîzek kûr qewimîn. Di demek kin de Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) bi desteka gelek welatên rojavayî, Tirkiye, Katar, Erebîstana Suîdî rejîma Sûriyeyê têk bir û cihên girîng bi dest xist. 
 
7 SAL LI PEY XWE HIŞT 
 
Kurdan li herêma xwe pêşengiya şoreşê kir. Şoreşa Rojava wek rêya sêyemîn îlan kirin. Çirûska wê di şeva navbera 18 û 19’ê tîrmeha 2012’an de pê xistin. Hat ragihandin dê kurd rêyek cuda bişopînin. Li bajarên mîna Kobanê, Efrînê, Dêrikê û hwd. kurdan ala xwe hilda û rêxistinbûyîna xweseriya demorkatîk îlan kirin. Pergala ku niha qala wê tê kirin wek Şoreşa Rojava derket rê û niha di 7’emîn saliya xwe de ye. Bajar û navçe û gundên girêdayî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê komên selefî yên wek El Kaîde, Eniya Nûsra û DAIŞ’ê xwestin dorpêç bikin û destkeftiyên kurdan têk bibin. Bi pêşengiya kurdan berxwedana rizgariya van bajaran hat geşkirin. Di serî de kurd û hemû gelên din mil dan milên hev û li ber xwe dan. Bajarên xwe rizgar kirin û projeya netewa demokratîk xistin meriyetê. Niha statûya vê herêmê ango Rojava bi hemû cîhanê hat nasîn tê nîqaşkirin. Gel û milê leşkerî yên vê herêmê li dijî hemû hêzên herêmê û cîhanê li ber xwe didin. 
 
ÎLANKIRINA KANTONAN Û ÊRÎŞA SERÊKANIYÊ 
 
Kurdan pêşengiya avakirina pergalê kir. Pişt re kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê îlan kirin. Kurd li ser bingeha xweseriya demokratîk gav bi gav pêş ve çûn û pişt re hemû gelên din ên Sûriyeyê di bin sîwana pergala xweseriya demokratîk de kom kirin û bi terzê netewa demokratîk rêxistinbûyîn pêk hat. Ji bo çareseriya krîzên li Sûriyeyê lêgerîn dan destpêkirin. Li dijî gelên xwe bi terzê netewa demokratîk birêxistin kirin êrîşan dest pê kir. Êrîşên ewil El Nûsra li navçeya Serêkaniyê pêk anî. El Nûsra li vir li ber berxwedana şervanên kurd û gelên din têk çû û piştî vir derbasî qonaxek din bû. 
 
JI SERÊKANIYÊ HETA KOBANÊ
 
Piştî qonaxa li Serêkaniyê her ku çû li şer giran bû. Rêxistina selefî ya bi navê DAIŞ bi hovîtî êrîş di demên hemwext de li Iraq û Sûriyeyê gelek deveran bi dest xist. DAIŞ’ê bajarên wek Reqa, Minbic, Bab, Cerablûs, Girê Spî yên Sûriyeyê ji destê OSO’yê derxist. DAIŞ’ê êrîşên herî hovane li dijî gelê kurd pêk anî. DAIŞ’ê ewil li warê êzidiyan Şengalê dest bi qirkirinê kir û pişt re jî êrîşî cihê çirûska şoreşa Rojava lê pêket Kobanê kir. Şervanên kurd ango hêzên YPG û YPJ’ê bi mehan li dijî DAIŞ’ê berxwedana bêhempa û destanî dan nîşandan. DAIŞ’ê paqijkirin û serkeftinên li Şengal û Kobanê hatin ragihandin. 
 
BI SERKEFTINAN RE HÊZA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK HAT ÎLANKIRIN 
 
Berxwedan û serkeftina coşa Kobanê li her devera cîhanê belav bû. YPG û YPJ’ê milê xwe yê leşkerî bi hêz kir û di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kom bûn û vê hevgirtinê ji cîhanê re ragihand. Xeta têkoşîn û berxwedana xwe mezin kir. Vê helwest ango sîwanê li qada navnetewî jî deng veda û bi xwe re têkiliyên siyasî, leşkerî û dîplomatîk jî xurt kir û xist rojeva cîhanê. Îtîfaqên berfireh pêk hatin û ragihandin. Mînaka herî şênber û li ber çav jî ew bû ku koalîsyona navnetewî neçar ma ku bi QSD’ê re li hev bike û bixebite. Piştî serkeftin ango azadkirina Kobanê hêzên QSD’ê berê xwe dan Reqayê ku wek “paytexta” DAIŞ’ê dihat nasîn. Girê Spî ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin û kantonên Cizîr û Kobanê gihandin hev. Bajarên wek Minbic, Tebqa, Reqa û heta Dêra Zorê li dijî DAIŞ’ê pêngav li ser pêngavê ango xezeb li ser xezebê dan destpêkirin û DAIŞ’ê ji van deran paqij kirin. Bi hezaran kes ango êsirên di destê DAIŞ’ê de hatin rizgakirin. Gelek navendên ku wek xapa ereban tê zanîn ji destê DAIŞ’ê azad kirin. 
 
TIRKIYE ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ KIR 
 
Tirkiye di her kêliyê de gef li pergala li Rojava hat avakirin xwar û digot ku dê hilweşînin. Tirkiye hemû milên siyasî, leşkerî û dîplomatîk da zorê û herî dawî bi erêkirina hêzên navnetewî di çileya 2018’an li dijî Efrînê destwerdanê da destpêkirin. Bi mehan operasyona Efrînê dom kir û ji heft salî heta heftê saliyan gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Di encama desteka DYA û Rûsyayê de Efrîn ket destê komên selefî û eskerên tirk. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Efrînê paş ve bigirin di her platformê de têkoşîna xwe didomînin. 
 
XWESERÎ DERBASÎ QONAXEK DIN BÛ 
 
Pergala ku li ser erdnîgariyek berfireh belav bûye pêdivî bi rêxistinbûyînek nû dît. Ji bo hin bêtir rêveberiyek baştir birêve bibin rêxistinbûyînek siyasî pêk anîn. Ji bo kordîne di navbera kantonan û meclîsan de pêk were Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirin û hemû rêxistin ango pergala îdarî li gorî vê bit eşe bû. Di vê şoreşê de erdnîgariya Kurd û Ereb gihandin hev û wek cihek nav lê kirin. Di vê rêveberiyê de kurd, ereb, ermenî, suryanî, tirkmen, asûrî û çerkez cih digirin. 
 
DAIŞ QEDIYA 
 
Li Sûriyeyê hêj şer didome. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ango li tevahiya Sûriyeyê erkeftina herî mezin ew bû hêzên QSD dawî li DAIŞ’ê anî. Nokteya operasyona herî dawî ya QSD’ê Dêra Zor bajarokê wê Hecîn û gundê Baxozê bû. 11 hezar DAIŞ’iyên ji 54 welatên cuda li vir hatin desteserkirin. Nêzî 50 hezar mirov ji pidikan bigire heta kal û pîran ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û ew hatin xwedîkirin û dermankirin. Qedandina DAIŞ’ê tenê li Sûriyeyê li tevahiya cîhanê deng veda. Ji bo gelên Sûriyeyê wek rojek şahî ango cejnê bû. Roja Newroza 2019’an îlankirina qedandina DAIŞ’ê ji cîhanê re hat ragihandin û vê rojê jî wateyek cudatir û watedarttir li şoreşê bar kir. 
 
DI SALVEGERA ŞOREŞÊ DE SEWQIYAT 
 
Ji bo pîrozbkirina 7’emîn salvegera pîrozkirina Şoreşa Gelan saet mane. Di arîfeya vê salvegera şoreşê de di rojên dawî de li hêla Tirkiyeyê tevgerek eskerî li ser sînor hatiye destpêkirin. Tirkiye hêza xwe ya eskerî vediguhezîne ser xeta sînorên Kobanê, Serêkaniyê û Girê Spî. Li gel hemû gef û tevgerên eskerî jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê roja 19’ê Tîrmehê dê peyama jiyanek bi hev re û azad bide herkesî. 
 
MA / Nazim Daştan

Sernavên din

20/07/2019
09:03 Helbesta du helbestvanan can daye kilama wê
09:03 Parêzvanên mafên mirovan: Divê muxalefet ji bo hiqûqê bang li dewletê bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2019'AN
19/07/2019
17:13 Fermandarê Cendermeyan a Bedlîsê di êrîşê de hat kuştin
17:05 Nobeta Edaletê li Wanê ye: Heta dewleta hiqûqê pêk neyê dê nobet xilas nebin
16:09 Rewşenbir akademisyen û rojnamegeran bang kir: Huseyin Aykol berdin
16:01 HDP: Şoreşa Rojava rêyek din nîşanda
15:54 Komîteya Amadekar: Werin em bi hev re li dijî şer qîr bikin
15:05 Afîşên Kurdî yên qeyûm rakiribûn, dîsa pê ve hatin kirin
15:05 Mizrakli û Yilmaz bersiv dan derewên derbarê mizgeftan de: Yên qadên mizgeftan kirine cihê bazirganiyê beton rijandin qada hêşînayî
15:03 ÎHD: Di 10 salan de 36 welatî bi maşîneyên zirxî hatin kuştin
14:40 Li Lîcê ji ber bombebaranê ewlehiya mirovan tune ye
14:27 TJA'yê dest bi kampanyeya 5 mehan kir: Ji bo azadiyê rabe ser piyan
14:10 Dadgeha Îstînafê biryara der barê Kişanak û Tuncel de xera kir
13:54 KCD'ê Şoreşa Rojava pîroz kir û Komkujiya Pirsûsê şermezar kir
13:08 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
12:33 Rojnameger Bîlen: Parvekirina min ne heqaret e, rexne ye
11:53 Jinên hilberînerên Hevselê daxwaza bazarê kirin
11:38 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li Balafirgeha Stenbolê çek hatin dîtin
11:10 ‘Darbeya sivîl a AKP’ê OHAL didome’
11:03 Cezayê Zûhal Olcay erê kirin
10:59 Rojên Fîlmên Jinan a Gerok rastî eleqeyek mezin tê
10:49 Di girtîgehê de ji bo zarokan pirtûka ‘Damlayan Masallar’ derxistin
10:20 Turîstên ji ber ala Kurdistanê hatin lînçkirin, hatin der sînor kirin
10:14 Hevjîna Cemîl Yildiz: Ger ku Pirsûs ronî kiribûna wê komkujiyên din nebûya
09:12 Li Kurkçulerê girtî li dijî zext û zoriyan li ber xwe didin
09:11 Dema hişkirina zebzeyan dest pê kir
09:10 Bûlût: Polîtîkaya 200 sal in bi ser neketibe niha jî bi ser nekeve
09:09 Tenê 2 sal û 9 meh ceza li polîsê ku welatiyê 85 salî kuşt birîn!
09:08 Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin û îşkence kirin, lê dozger got 'pêdivî bi teqîbatê' tune ye!
09:08 Sewalkar ji ber kêmbûna çêrê ketine heyra çêra pezên xwe
09:07 Avahiyên ermeniyan ên li Çewligê yeko yeko hildiweşin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:44 Balafiran şevê din wargeha Mexmûrê bombe kirin
01:03 Wargeha Penaberan Mexmûr tê bombebarankirin
18/07/2019
16:51 Derbarê 5 parlamenteran de fezleke hat amadekirin
16:41 HDP'ê hevşaredarê nû yê Erdîşê diyar kir
16:41 Serokên 17 baroyan li Heskîfê kom bûn: Dest ji avakirina bendavê berdin
16:27 Guven: Axaftina min ji mexseda xwe hatiye dûrxistin
15:58 ÎHD: Di bin çavan de laçika Merve Demîrel bi zorê ji serê wê derxistin
15:45 Konê teziyê yê Coşkûn qedexe kirin
15:19 Li Balikesîrê di malekê de tûp teqiya: Kesekê jiyana xwe ji dest da
15:18 Karkerên 2 mehin meaşê xwe nagirin çalakî li dar xistin
14:32 Ayaz û Nûpelda li herêma eskerî jiyana xwe ji dest dan
14:25 ‘Paqijkirina deh hezaran mayînan erka sincî û wîcdanî ye'
14:18 Ji bo tevlîbûna mîtînga 'Li dijî şer çareseriya demokratîk' bang kirin
14:11 Dolmîşa koçberan qulipî: 10 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:59 Rojnameger Evren nehat berdan
13:29 Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmanê hat girtin
13:28 4 kes li Xerabê Bava hatin binçavkirin
13:25 Li Amedê qeza: 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn
13:03 Dozger xwest Kaftancioglu bê cezakirin û ji mafên siyasî bê mehrûmkirin
12:54 Li Tarsûsê girtiyek dawî li jiyana xwe anî
12:41 Li Sûriyeyê dê gel salvegera şoreşê pîroz bikin
11:25 Karkerê înşaetê ji qatê 15'an ket û jiyana xwe ji dest da
10:50 Polîsan ciwanê HDP’î bi guleyên plastîk birîndar kir
10:46 Di civîna MÎT û ENKS’ê ya li Efrînê de çi niqaş kirin?
10:39 HDP'ê wê li 5 herêman mîtîngê li dar bixe
10:00 Serokê Meclîsê gotina 'Bajarê Kurdan' qibe dît
09:54 Belgefîlma ‘Efsaneya Yaşar Kemal’ li Amedê hat pêşandan
09:47 Miftîtiyê bi awayekî qaçax li ser erseya şaredariyê mizgeft çêkir!
09:12 Siyasetmedarê ermenî Akhoyan: Divê siyasetmedar dev ji zimanê nefretê berdin
09:11 Bi saya pûl û dermanan dijîn
09:09 'Piştî komkujî pêk hat tevdîr hatin girtin'
09:07 Ji ber li def û zirnê xistibûn hatibûn girtin, piştî sê salan beraat kirin
09:06 Dayika Sîbel: Keça min hatiye kuştin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2019'AN
17/07/2019
16:23 Dadgehê di doza Dink de biryar da
15:35 Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ziyaret kir: Sibeya me roni kir
15:23 Li Hewlerê êrîş li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat
15:06 Li Ege 146 koçber hatin binçavkirin
14:56 Turkdogan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye
14:17 Xwestiye ji bo tamîrê biçe Kobanê lê ji Pirsûsê venegeriya
14:14 'Bi lêdanê em der sînor kirin’
14:12 HDP’ê ji bo zarokên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da
13:33 Di doza Ozgur Gundemê de ji bo 7 kesan ceza hat xwestin
13:32 Walîtiyê tabelaya navê Dr. Îlhan Dîken daxist
13:28 Mamosteya nehat tayînkirin dawî li jiyana xwe anî
12:48 Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e
12:47 Di doza Ozgur Gundemê de Fîncanci, Onderoglû û Nesîn beraet kirin
12:46 Şoreş li Rojava 7 salî ye
11:54 Dolmîşa kerkeran li Çanakkale qeza kir: 17 karker birîndar bûn
11:52 Firotina xaniyan pir kêm bûye
11:30 Bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê eşkere bû
10:39 Çavkanîya helbest û qesîdeyên Feqî: Ava Miksê
10:27 Derbarê rojnameger Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin
10:08 Lêkolînerê Lubnanî: Tirkiye gihîştiye dawiya rê
10:07 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” dest pê dike
09:59 Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê binçav kirin
09:57 ‘Pereyê li şer xerc dikin li perwerdehiyê xwerç bikin'
09:09 Polîs li Êlihê ciwanan dijfermî binçav dikin û sîxurtî li wan tê ferzkirin
09:09 Danişîna biryargirtinê ya doza rojanmevan Evren sibê ye
09:06 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê