Li Sûriyeyê dê gel salvegera şoreşê pîroz bikin 2019-07-18 12:41:35 KOBANÊ – Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di 7’emîn salvegera avakirina şoreşê de pîrozbahiyan li dar bixin. Li welatên Rojhilata Navîn di sala 2011’an de şer germ bû, desthilatdariyên zilmdar têk çûn. Gel rabûn ser piya. Pêngavek hat destpêkirin û navê “Bihara Ereban” lê hat kirin û wek lêgerîna demokrasiyê pênase kirin. Ev şer xwe spart Sûriyeyê jî. Dema li Sûriyeyê şer dest pê kir, di sala 2012’an de bi pêşengiya kurdan di 19’ê Tîrmehê de şoreş hat îlankirin. Kurdan ala berxwedanê û şoreşê hilda û dest bi hûnandina pergala xwe kirin.    XWEPÊŞANDANA EWIL LI DERAYÊ DEST PÊ KIR    Di sala 2011’an de xwepêşandana ewil li bajarê Dera yê dikeve başûrê Sûriyeyê dest pê kir. Pevçûnên ewil li bajarê Idlibê yê dikeve bakurê Sûriyeyê ku niha jî bûye mijara bazar û krîzek kûr qewimîn. Di demek kin de Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) bi desteka gelek welatên rojavayî, Tirkiye, Katar, Erebîstana Suîdî rejîma Sûriyeyê têk bir û cihên girîng bi dest xist.    7 SAL LI PEY XWE HIŞT    Kurdan li herêma xwe pêşengiya şoreşê kir. Şoreşa Rojava wek rêya sêyemîn îlan kirin. Çirûska wê di şeva navbera 18 û 19’ê tîrmeha 2012’an de pê xistin. Hat ragihandin dê kurd rêyek cuda bişopînin. Li bajarên mîna Kobanê, Efrînê, Dêrikê û hwd. kurdan ala xwe hilda û rêxistinbûyîna xweseriya demorkatîk îlan kirin. Pergala ku niha qala wê tê kirin wek Şoreşa Rojava derket rê û niha di 7’emîn saliya xwe de ye. Bajar û navçe û gundên girêdayî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê komên selefî yên wek El Kaîde, Eniya Nûsra û DAIŞ’ê xwestin dorpêç bikin û destkeftiyên kurdan têk bibin. Bi pêşengiya kurdan berxwedana rizgariya van bajaran hat geşkirin. Di serî de kurd û hemû gelên din mil dan milên hev û li ber xwe dan. Bajarên xwe rizgar kirin û projeya netewa demokratîk xistin meriyetê. Niha statûya vê herêmê ango Rojava bi hemû cîhanê hat nasîn tê nîqaşkirin. Gel û milê leşkerî yên vê herêmê li dijî hemû hêzên herêmê û cîhanê li ber xwe didin.    ÎLANKIRINA KANTONAN Û ÊRÎŞA SERÊKANIYÊ    Kurdan pêşengiya avakirina pergalê kir. Pişt re kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê îlan kirin. Kurd li ser bingeha xweseriya demokratîk gav bi gav pêş ve çûn û pişt re hemû gelên din ên Sûriyeyê di bin sîwana pergala xweseriya demokratîk de kom kirin û bi terzê netewa demokratîk rêxistinbûyîn pêk hat. Ji bo çareseriya krîzên li Sûriyeyê lêgerîn dan destpêkirin. Li dijî gelên xwe bi terzê netewa demokratîk birêxistin kirin êrîşan dest pê kir. Êrîşên ewil El Nûsra li navçeya Serêkaniyê pêk anî. El Nûsra li vir li ber berxwedana şervanên kurd û gelên din têk çû û piştî vir derbasî qonaxek din bû.    JI SERÊKANIYÊ HETA KOBANÊ   Piştî qonaxa li Serêkaniyê her ku çû li şer giran bû. Rêxistina selefî ya bi navê DAIŞ bi hovîtî êrîş di demên hemwext de li Iraq û Sûriyeyê gelek deveran bi dest xist. DAIŞ’ê bajarên wek Reqa, Minbic, Bab, Cerablûs, Girê Spî yên Sûriyeyê ji destê OSO’yê derxist. DAIŞ’ê êrîşên herî hovane li dijî gelê kurd pêk anî. DAIŞ’ê ewil li warê êzidiyan Şengalê dest bi qirkirinê kir û pişt re jî êrîşî cihê çirûska şoreşa Rojava lê pêket Kobanê kir. Şervanên kurd ango hêzên YPG û YPJ’ê bi mehan li dijî DAIŞ’ê berxwedana bêhempa û destanî dan nîşandan. DAIŞ’ê paqijkirin û serkeftinên li Şengal û Kobanê hatin ragihandin.    BI SERKEFTINAN RE HÊZA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK HAT ÎLANKIRIN    Berxwedan û serkeftina coşa Kobanê li her devera cîhanê belav bû. YPG û YPJ’ê milê xwe yê leşkerî bi hêz kir û di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kom bûn û vê hevgirtinê ji cîhanê re ragihand. Xeta têkoşîn û berxwedana xwe mezin kir. Vê helwest ango sîwanê li qada navnetewî jî deng veda û bi xwe re têkiliyên siyasî, leşkerî û dîplomatîk jî xurt kir û xist rojeva cîhanê. Îtîfaqên berfireh pêk hatin û ragihandin. Mînaka herî şênber û li ber çav jî ew bû ku koalîsyona navnetewî neçar ma ku bi QSD’ê re li hev bike û bixebite. Piştî serkeftin ango azadkirina Kobanê hêzên QSD’ê berê xwe dan Reqayê ku wek “paytexta” DAIŞ’ê dihat nasîn. Girê Spî ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin û kantonên Cizîr û Kobanê gihandin hev. Bajarên wek Minbic, Tebqa, Reqa û heta Dêra Zorê li dijî DAIŞ’ê pêngav li ser pêngavê ango xezeb li ser xezebê dan destpêkirin û DAIŞ’ê ji van deran paqij kirin. Bi hezaran kes ango êsirên di destê DAIŞ’ê de hatin rizgakirin. Gelek navendên ku wek xapa ereban tê zanîn ji destê DAIŞ’ê azad kirin.    TIRKIYE ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ KIR    Tirkiye di her kêliyê de gef li pergala li Rojava hat avakirin xwar û digot ku dê hilweşînin. Tirkiye hemû milên siyasî, leşkerî û dîplomatîk da zorê û herî dawî bi erêkirina hêzên navnetewî di çileya 2018’an li dijî Efrînê destwerdanê da destpêkirin. Bi mehan operasyona Efrînê dom kir û ji heft salî heta heftê saliyan gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Di encama desteka DYA û Rûsyayê de Efrîn ket destê komên selefî û eskerên tirk. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Efrînê paş ve bigirin di her platformê de têkoşîna xwe didomînin.    XWESERÎ DERBASÎ QONAXEK DIN BÛ    Pergala ku li ser erdnîgariyek berfireh belav bûye pêdivî bi rêxistinbûyînek nû dît. Ji bo hin bêtir rêveberiyek baştir birêve bibin rêxistinbûyînek siyasî pêk anîn. Ji bo kordîne di navbera kantonan û meclîsan de pêk were Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirin û hemû rêxistin ango pergala îdarî li gorî vê bit eşe bû. Di vê şoreşê de erdnîgariya Kurd û Ereb gihandin hev û wek cihek nav lê kirin. Di vê rêveberiyê de kurd, ereb, ermenî, suryanî, tirkmen, asûrî û çerkez cih digirin.    DAIŞ QEDIYA    Li Sûriyeyê hêj şer didome. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ango li tevahiya Sûriyeyê erkeftina herî mezin ew bû hêzên QSD dawî li DAIŞ’ê anî. Nokteya operasyona herî dawî ya QSD’ê Dêra Zor bajarokê wê Hecîn û gundê Baxozê bû. 11 hezar DAIŞ’iyên ji 54 welatên cuda li vir hatin desteserkirin. Nêzî 50 hezar mirov ji pidikan bigire heta kal û pîran ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û ew hatin xwedîkirin û dermankirin. Qedandina DAIŞ’ê tenê li Sûriyeyê li tevahiya cîhanê deng veda. Ji bo gelên Sûriyeyê wek rojek şahî ango cejnê bû. Roja Newroza 2019’an îlankirina qedandina DAIŞ’ê ji cîhanê re hat ragihandin û vê rojê jî wateyek cudatir û watedarttir li şoreşê bar kir.    DI SALVEGERA ŞOREŞÊ DE SEWQIYAT    Ji bo pîrozbkirina 7’emîn salvegera pîrozkirina Şoreşa Gelan saet mane. Di arîfeya vê salvegera şoreşê de di rojên dawî de li hêla Tirkiyeyê tevgerek eskerî li ser sînor hatiye destpêkirin. Tirkiye hêza xwe ya eskerî vediguhezîne ser xeta sînorên Kobanê, Serêkaniyê û Girê Spî. Li gel hemû gef û tevgerên eskerî jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê roja 19’ê Tîrmehê dê peyama jiyanek bi hev re û azad bide herkesî.    MA / Nazim Daştan