Siyasetmedarê ermenî Akhoyan: Divê siyasetmedar dev ji zimanê nefretê berdin

  • rojane
  • 09:12 18 Tîrmeh 2019
  • |
img

WAN - Parlementerê berê yê Parlementoya Ermenîstanê Aragats Akhoyan ku bi salan e ji bo çanda gelên Tirkiyeyê û gelê ermenî bigihê hev dixebite, bilêv kir ku divê siyasetmedar ji zimanê nefretê dûr bikevin û got: "Siyasetmedar ne ji bo xirabkirina têkiliyan, ji bo başkirina têkiliyan hene." 

 
Parlementerê berê yê Parlementoya Ermenîstanê û Avakarê Weqfa Retûrnê (Veger) Aragats Akhoyan, bertekên hin derdorên der barê serdana heyetên Ermenîstanê yên di demên dawî de ji bo HDP'ê hatin kirin nirxandin. Akhoyan, destnîşan kir ku divê siyasetmedar ne ji bo xirabkirina têkiliyan, ji bo başkirina têkiliyan siyasetê bikin. Her wiha Akhoyan, bilêv kir ku wê serdanên wan bidomin. 
 
'HIN KES BI AWAYEKÎ FAŞÎZAN NÊZÎ VAN SERDANAN DIBIN' 
 
Akhoyan, got: "Dema têm Tirkiyeyê li hemû bajaran digerim û çanda me didim nasandin. Çimkî ez jî ji vira me. Malbata min ji Wan û Mûşê ye. Di sala 2015'an de me Weqfa Vegerê ava kir. Em xebatên xwe di ser vê weqfê re dikin. Ji roja hat avakirin heta niha xebatên gelek baş hatine kirin. Lê belê serdanên me tên rexnekirin, ev jî me diêşîne. Helbet tiştên di siyaseta navxweyî yên Tirkiyeyê de diqewimin ne mijara me ye. Lê her çend ne mijara me ye jî me dikin malzemeya vê siyasetê. Divê ne wisa be. Di nav gelek partiyan de hevalên min hene. Dibe hin kes bi awayekî faşîzane nêzî vê rewşê bibin û bertek nîşan bidin, lê armanca me pêwednîdayîneke çandî û diyalogî ye. Heta niha li Tirkiyeyê bi bertekên wisa tund re rû bi rû nemame, lê bi rastî ji ber serdanên tên kirin bi bertekên tund re rû bi rû dimînin diêşim." 
 
Akhoyan, destnîşan kir ku bi salan e têkiliya wan bi şaredariyên HDP'î re heye, lê belê di dema qeyûm de ev têkilîq ut bibûn û got: "Ji bo ew têkilî careke din bê danîn em diçin serdana hevşaredarn nû. Divê êdî fikir sînoran derbas bikin. Eger ev pêk bê wê navbera gelan baş bibe û eger ji bo vê xizmet bê kirin bawer bikin wê têkiliyeke pir cuda derkeve holê." 
 
'DIVÊ DEV JI ZIMANÊ NEFRETÊ BÊ BERDAN' 
 
Akhoyan, anî ziman ku pirsgirêkên sed salî yên Tirkiyeyê hene û got: "Tirkiye mîrateyeke pir êşbar hişt. Tenê ne di navbera welatan de, di navbera gelan de jî tiştên êşbar qewimîn. Dibe niha hin welat bi hev re xeber nadin, lê pirsgirêkek gelan a bi vî rengî tune ye. Wekî qasidekî çandeyî armanca min ew e ku gel bigihên hev. Em dixwazin ev pêk bê. Bawer dikim wê hin tişt baş bibin. Divê polîtîkayên wilo pêk bên ku êdî ji zimanê nefretê dûr bikevin. Ê pêşengiya vê bike jî helbet zimanê siyasetê ye. Wexta em ewilî hatin Tirkiyeyê li Ermenîsatnê jî bertekên wisa hebûn ji bo me. Digotin 'Çima hûn diçin Tirkiyeyê?' Lê piştî diyalog çêbûn ev rewş jî nerm bû. Divê qîmetê kesên ji bo gelan diyalogê datînin bê zanîn. Li vî welatî dîrokeke êşbar heye û divê bersivên vê hebin. Dibe ku dewlet bersiva vê nedin lê gel pir baş hay ji vê rewşê hene. Berî ev pirgirêk zêde bibin divê em pirsgirêkên berê çareser bikin. An jê dema pirsgirêk zêde bibin wê rêyên diyalogê jî bixitimin." 
 
Akhoyan, destnîşan kir ku divê hemû hêl dev ji zimanê tund berdin û got: "Siyasetmedar ne ji bo xirabkirina têkiliyan, ji bo başkirina têkiliyan hene. Tişta dikarim ji wan re bêjim ev e; ji bo ev têkilî xirab nebin divê tev bigerin. Em ê tim bên û em ê wan vexwînin û em ê hewl bidin ev têkilî tim baş be. Divê her kes jî bi hesas nêzî vê rewşê bibe." 
 
MA / Adnan Bilen - Mujdat Can

Sernavên din

19:00 5 rojnamevan 5 roj in di binçavan de ne
17:57 Çalakiya Wanê di roja 6’an de didome: Gel bi dirûşmeyan meşiyan
16:40 Ji Amedê bang li Davutoglu kirin: Tu çima bêdeng î?
16:01 Bila Turan ê felç bê berdan
15:49 2 jê rojnameger 11 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:46 ‘Duh qetil dikirin îro xezp dike'
15:22 Ciwanê ku dihat angaştkirin revandine çiyê hat binçavkirin
14:52 Ji KESK DİSK TMMOB û TTB’ê biryara Amedê
14:41 Salek e Qada Galatasaray qedexe ye: Hesabpirsîn didome
14:35 TJA: Em serî natewînin û naxwazin bimirin
14:02 ÇÛKÛROVA TÛHAY-DER kongreya xwe ya yekemîn pêk anî
14:01 HDP: Divê meclîs gotinên Davutoglu lêkolîn bike
13:31 Tundiya mêr sînoran nas nake: Li nexweşxaneyê êrîşî hevjîna xwe kir
13:12 Mezlûm Ebdî: Emê bingeha hêza eskerî ya ewlehiya Sûriye ava bikin
12:39 Gelê Nisêbînê li dijî qeyûman rabû ser piyan
12:30 KESK, DÎSK, TTB û TMMOB: Qeyûm cînayeta demokrasiyê ye
12:25 Banga 1'ê Îlonê: Em ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin
12:15 Li Pîranê maşîna zirxî qulipî: 6 polîs birîndar bûn
11:54 Li Amedê çalakiya rûniştinê ya 6'emîn dest pê kir
11:31 Pankarta "Dê qeyûm biçe û gel qezenç bike!" bi pira serbor ve daleqandin
11:16 Li Idlibê rewşa dawî: Tirkiye di zorê de ye, rejîmê xwe avêt QSD'ê û Efrîn li ser masê ye
11:11 Turkdogan: Çareserî bersîvdayîna banga Ocalan e
11:02 HDP'ê 'Koordînasyona Navendî' ava kir: Li dijî qeyûman çalakliyên bênavber
10:08 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin dê sewqî edliyeyê bibin
09:35 Polîsan Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê binçav kirin
09:35 Dolmîş li qamyonê qelibî: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
09:09 Bulbul: Dibe şevekê ji nişkave biçin Stenbolê jî
09:08 Mizrakli, Soylû şiband Goebbels: Derewên wî şilfîtazî ne!
09:06 Pekoz: Piştî Îdlibê wê Rûsya doza Efrîn û Babê jî bike
09:05 Komkujiya li Çiyayê Kazê 21 sal in didome: Niha jî dor a Çiyayê Agiyê ye
09:03 Dîroknas Erdogan Aydin: Ji bo çareserkirinê hêza Ocalan heye
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2019'AN
23/08/2019
21:35 Li Kadikoyê nûçegihana me Aslan û 6 kes hatin binçavkirin
19:24 Jina ku li Êlihê rastî tundiya hevjînê xwe hat jiyana xwe ji dest da
19:24 Li Wanê 10 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:36 Di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kirin
18:17 Jina xwîn verişiya bêyî derman bikin dîsa şandin girtîgehê
16:41 Li pêşiya şaredariyê tayînkirina qeyûman şermezar kirin
16:26 AKP bûye partiya darbeyan
16:18 Kursiya Tahîr Elçî: Xwedîderketina dengan mafê qanûnî ye
16:02 Firat Koç: Min got 'pirsgirêkên min ên derûnî' hene lê guhdar nekirin
15:42 Binçavkirina 5 rojnamevan dirêj kirin
15:36 Girtiya 62 salî ya ji sedî 86 astengdar xwîn verdişe
14:55 37 rêxistinên sivîl ên Îzmirê li dijî tayînkirina qeyûmê deklerasyonek aşkere kirin
14:15 11 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:10 Qeyûmê Mêrdînê jî di 1'ê Nîsanê de ketiye nav tevgerê
13:49 Li gel rewşa wî ya xedar jî nehiştin bê tedawîkirin
13:49 Ciwanê ku AA idîa kir ew revandine çiyê: Ez neçûm çiyê, malbat dixwaze bi zorê min bizewiciîne
13:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê: Wê qeyûm biçin hilbijêr werin
13:17 'Qedera Amed, Wan, Mêrdîn û Stenbol, Enqere, Îzmîrê yek e'