Siyasetmedarê ermenî Akhoyan: Divê siyasetmedar dev ji zimanê nefretê berdin 2019-07-18 09:12:28 WAN - Parlementerê berê yê Parlementoya Ermenîstanê Aragats Akhoyan ku bi salan e ji bo çanda gelên Tirkiyeyê û gelê ermenî bigihê hev dixebite, bilêv kir ku divê siyasetmedar ji zimanê nefretê dûr bikevin û got: "Siyasetmedar ne ji bo xirabkirina têkiliyan, ji bo başkirina têkiliyan hene."    Parlementerê berê yê Parlementoya Ermenîstanê û Avakarê Weqfa Retûrnê (Veger) Aragats Akhoyan, bertekên hin derdorên der barê serdana heyetên Ermenîstanê yên di demên dawî de ji bo HDP'ê hatin kirin nirxandin. Akhoyan, destnîşan kir ku divê siyasetmedar ne ji bo xirabkirina têkiliyan, ji bo başkirina têkiliyan siyasetê bikin. Her wiha Akhoyan, bilêv kir ku wê serdanên wan bidomin.    'HIN KES BI AWAYEKÎ FAŞÎZAN NÊZÎ VAN SERDANAN DIBIN'    Akhoyan, got: "Dema têm Tirkiyeyê li hemû bajaran digerim û çanda me didim nasandin. Çimkî ez jî ji vira me. Malbata min ji Wan û Mûşê ye. Di sala 2015'an de me Weqfa Vegerê ava kir. Em xebatên xwe di ser vê weqfê re dikin. Ji roja hat avakirin heta niha xebatên gelek baş hatine kirin. Lê belê serdanên me tên rexnekirin, ev jî me diêşîne. Helbet tiştên di siyaseta navxweyî yên Tirkiyeyê de diqewimin ne mijara me ye. Lê her çend ne mijara me ye jî me dikin malzemeya vê siyasetê. Divê ne wisa be. Di nav gelek partiyan de hevalên min hene. Dibe hin kes bi awayekî faşîzane nêzî vê rewşê bibin û bertek nîşan bidin, lê armanca me pêwednîdayîneke çandî û diyalogî ye. Heta niha li Tirkiyeyê bi bertekên wisa tund re rû bi rû nemame, lê bi rastî ji ber serdanên tên kirin bi bertekên tund re rû bi rû dimînin diêşim."    Akhoyan, destnîşan kir ku bi salan e têkiliya wan bi şaredariyên HDP'î re heye, lê belê di dema qeyûm de ev têkilîq ut bibûn û got: "Ji bo ew têkilî careke din bê danîn em diçin serdana hevşaredarn nû. Divê êdî fikir sînoran derbas bikin. Eger ev pêk bê wê navbera gelan baş bibe û eger ji bo vê xizmet bê kirin bawer bikin wê têkiliyeke pir cuda derkeve holê."    'DIVÊ DEV JI ZIMANÊ NEFRETÊ BÊ BERDAN'    Akhoyan, anî ziman ku pirsgirêkên sed salî yên Tirkiyeyê hene û got: "Tirkiye mîrateyeke pir êşbar hişt. Tenê ne di navbera welatan de, di navbera gelan de jî tiştên êşbar qewimîn. Dibe niha hin welat bi hev re xeber nadin, lê pirsgirêkek gelan a bi vî rengî tune ye. Wekî qasidekî çandeyî armanca min ew e ku gel bigihên hev. Em dixwazin ev pêk bê. Bawer dikim wê hin tişt baş bibin. Divê polîtîkayên wilo pêk bên ku êdî ji zimanê nefretê dûr bikevin. Ê pêşengiya vê bike jî helbet zimanê siyasetê ye. Wexta em ewilî hatin Tirkiyeyê li Ermenîsatnê jî bertekên wisa hebûn ji bo me. Digotin 'Çima hûn diçin Tirkiyeyê?' Lê piştî diyalog çêbûn ev rewş jî nerm bû. Divê qîmetê kesên ji bo gelan diyalogê datînin bê zanîn. Li vî welatî dîrokeke êşbar heye û divê bersivên vê hebin. Dibe ku dewlet bersiva vê nedin lê gel pir baş hay ji vê rewşê hene. Berî ev pirgirêk zêde bibin divê em pirsgirêkên berê çareser bikin. An jê dema pirsgirêk zêde bibin wê rêyên diyalogê jî bixitimin."    Akhoyan, destnîşan kir ku divê hemû hêl dev ji zimanê tund berdin û got: "Siyasetmedar ne ji bo xirabkirina têkiliyan, ji bo başkirina têkiliyan hene. Tişta dikarim ji wan re bêjim ev e; ji bo ev têkilî xirab nebin divê tev bigerin. Em ê tim bên û em ê wan vexwînin û em ê hewl bidin ev têkilî tim baş be. Divê her kes jî bi hesas nêzî vê rewşê bibe."    MA / Adnan Bilen - Mujdat Can