Şoreş li Rojava 7 salî ye

  • rojane
  • 12:46 17 Tîrmeh 2019
  • |
img

KOBANÊ - Şoreşa Rojava ku Kurdan xwe bi rêxistin kir û ji bin zordariya Rejîma Baas xwe rizgar kir, ket sala 7'an. Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê ku yek ji kesên pêşengiya Şoreşê kir, Mistefa Eto, diyar kir ku ew bi vê şoreşê yekîtîya gelan û baweriyan esas digirin. 

 
Şerê li Rojava pêş ket wekî “Rêya Sêyemîn" hat pênasekirin û xwe bi teşe kir. Gelên Sûriyeyê yên mafê wan dihat binpêkirin û înkarkirin, Şoreşa Rojava di 19'ê Tîrmeha 2012'an de îlan kirin. Li dijî şerê îktîdar û berjewendiyê, şerê mafê gelan esas girtin. Di pêşengiya jinan de şoreş dan destpêkirin û ewil li Rojhilata Navîn û piştre li Cîhanê bal kişandin ser xwe. Şoreşa Rojava piştre ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bû hêvî û her diçe ev hêvî mezin dibe. Şoreşa Rojava ku wekî heviyekê di 19'ê Tîrmeha 2012'an de geş bû ket 7 saliya xwe. 
 
PÊDIVÎ BI ŞOREŞÊ HEBÛ 
 
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nêzîkatiya salvegera destpêka şoreşê re amadekariya pîrozbahiyan dikin. Hikûmeta Tirkiye ku ji roja Şoreşê  dest pê kir û hita niha hêzên gelên Herêmê wekî "terorîst" pênase dike hêj êrîşên xwe yên li dijî gelên Rojava berdewam dike. Piştî şerê navxweşî DAÎŞ'ê jî li dijî gelên herêmê şer kir û bû bela serê gelên herêmê. Lê gelên Herêmê bi tifaqî û pêşengiya gelan DAIŞ têk bir û ket sala 7’an. 
 
Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê ku yek ji kesên pêşengiya Şoreşa Rojava ya di di şeva 18'ê Gulana 2012'an de dest pê kir Mistefa Eto, diyar kir ku ew bi vê şoreşê yekîtîya gelan û baweriyan esas digirin. 
Eto, qala şoreşê kir û wiha got: "Ew roj ji bo Rojava bûn rojên dîrokî. Beriya şoreşê jî em li dijî Rejîma BAAS her dem di nava şoreşê de bûn. Me têkoşîn anîbû heta astekê. Derketina hêza rejîmê ya ji bajarên herêmê êdî bûbû xeyal. Şoreşa Sûriye li ser daxwazên rewa û mafdar dest pê kir. Li Sûriye pêdivî bi şoreşê hebû. Hêzên di bin baneyê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) de kom bûn, bi navê "muhalifan" daxwazên gelan kriminalize dikirin. Xwestin bi ve yekê rê li pêş Şoreşa Sûriye bigirin û gel ji rêya esasî dûr bixin. 
 
RÊYA SÊYEMÎN 
 
Mustafa Eto, anî ziman ku wê demê di bin baneyê Tevgera Civaka Demokratik (TEV-DEM) de xwe bi rêxistin dikirin û wiha axivî. Rejîmê û OSO li dijî xet û reya sêyemîn, rêyek din dixwest. Lê TEV-DEM'ê xeta sêyemîn tercîh kir. Me bi pirsa "Ev rê wê rêyek çawa be û xizmetê ji kêre bike" bê bersivandin em ketin nava hewldanan. Me bi vê xetê armanc kir ku em hemû bawerî û gelên li Sûriye di bin baneyekî de kom bikin. Wê demê OSO ketin bajarê Cerablus, Sirrin, Eyn Îsa û Girê Spî. OSO gef li me jî xwar û xwest em di bin baneyê wan de cih bigirin. OSO ji hebûna me bêzar bû. Li ser vê yekê me biryar da ku navçe û bajarên xwe em bi xwe bi rêve bibin. 
 
PÊTA YEKEMÎN 
 
Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Eto, anî ziman ku heta wê şeva destpêkê xebat kirin û wiha lê zêde kir: "Me beriya şoreş dest pê bike xebatên xwe yên rêxistina meclîsan û taxan dest pê kir. Navenda me Mala Gel bû. 
Me hem xwe û hem helê xwe bi rêxistin dikir. Be biryar ka ku bi hevre rejîmê ji bajarên xwe derxin. Me dixwest bi awayekî azad bajarên xwe bi xwe bi rêve bibin. Em 15 kes bûn. Me civîn li dar xist. Me xwest bêyî ku serî li tundiyê bidin û beyî şer rejîma Baasê ji axa xwe derxin. Me berê jî di xebatên xwe de rejîn li Kobanê lawaz kiribû. Em bi hev derdiketin rêyan û me rê kontrol dikirin. Me xwe parastin roj bi roj xurt dikir. Herî dawî avahiyên ewlehiyê mabûn. Wê şevê pir bi kelecan bû. Em serê sibeherê rabûn polîs û eskerên rejîmê li ser axa me û bajarê me tune ye. Êdî rêya ku em xwe bi xwe bi rêve bibin li pêş me vebû. Em di pêvajoyek giran re derbas bûn. Hem em pir şa bûn û hem jî em bi fikar bûn." 
 
ŞOREŞÊ DEST PÊ KIR
 
Mustafa Eto, anî ziman ku di 19'ê Tîrmehê de bi 15 kesan civîn li dar xist û wiha berdewam kir: "Wê demê ji bo hêzên rejîmê avahiyan vala bike me li ber her avahiyê komên ku ji 2-3 kesan pêk dihat ava kirin. Van koman pêşengî ji gel re kirin. Her komê erk û berpirsiyariya xwe zelal kirin. Me xwest bi hêzek pir biçûk vê yekê pêk bînin. Me civîna xwe bi şev li dar xist û li Kobanê saet di 24.00’an de em ketin nava tevgerê. Me be şevê hinek niqaş jî kir. Di saetên serê sibê de telefon ji mere hat. Dengê li ser telefonê got ‘Zû hevalan kom bikin li dora bajar komên ewlehiyê ava bikin. Ketin û derketina bajar bigirin. Li ser vê yekê em ketin nava tevgerê. Me hin hevalên ku vî karî pêk bînin bi rêxistin kirin û kom kirin. Min û Bavê Botan li ser reya Gundê Helincê rê kontrol dikir. Hevalên din jî li ser rêya Halep û Cerablusê bi cih kirin. Welatiyên gundan zû hatin û em li ser rê dîtin. Bi meraq ji me dipirsîn çi bûye?
 
EW ROJ VEGOT 
 
Eto, diyar kir ku piştî dest bi hewladan şoreşê kirin di 19'ê Tîrmehê de wekî şahî û cejnekê bû û wiha pêde çû: "Me hewl da wê rojê hemû hêzên rejîmê ji bajar paqij bikin. Me wê rojê xwest biçin coş û kelecana li nava bajar bibînin. Dema hêzên rejîma Sûriye li heremê bûn gelek hevalên me hatibûn girtin. Hin kes rastî îşkenceyê dihatin. Di sala 2010'an de ez jî hatibûm girtin. Dema şoreşê dest pê kir, ez û ew kesê di 2010'an de bi ser mala min de girt û ez binçav kirim derket peş min. Min ew roj bibîra wi xist. Got ez te nas nakim' Min jî got ez te baş nas dikim û ew roja îşkenceyê ji bîra min naçe. Keleş di destê min de bû. Min xwest wî li wir temam bikim, lê sinc û wîcdanê me ev yek qebûl nekir." 
 
SALA 7’AN Û TIRKIYE
 
Eto, da zanîn ku Şoreş ket sala 7’an, lê Tirkiye hêj polîtikayên xwe yên şer û êrîşan berdewam dike. Eto, da zanîn ku hikûmeta Tirkiye her dem dixwaze wan tune bike, lê li hemberî DAIŞ'ê jî bêdeng e û wiha got: "Ew çiqas êrîş bikin em jî wê ewqas li ber xwe bidin. Şoreş li hemû gelê me pîroz be." 
 
 
MA / Nazım Daştan

Sernavên din

20/07/2019
09:03 Helbesta du helbestvanan can daye kilama wê
09:03 Parêzvanên mafên mirovan: Divê muxalefet ji bo hiqûqê bang li dewletê bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2019'AN
19/07/2019
17:13 Fermandarê Cendermeyan a Bedlîsê di êrîşê de hat kuştin
17:05 Nobeta Edaletê li Wanê ye: Heta dewleta hiqûqê pêk neyê dê nobet xilas nebin
16:09 Rewşenbir akademisyen û rojnamegeran bang kir: Huseyin Aykol berdin
16:01 HDP: Şoreşa Rojava rêyek din nîşanda
15:54 Komîteya Amadekar: Werin em bi hev re li dijî şer qîr bikin
15:05 Afîşên Kurdî yên qeyûm rakiribûn, dîsa pê ve hatin kirin
15:05 Mizrakli û Yilmaz bersiv dan derewên derbarê mizgeftan de: Yên qadên mizgeftan kirine cihê bazirganiyê beton rijandin qada hêşînayî
15:03 ÎHD: Di 10 salan de 36 welatî bi maşîneyên zirxî hatin kuştin
14:40 Li Lîcê ji ber bombebaranê ewlehiya mirovan tune ye
14:27 TJA'yê dest bi kampanyeya 5 mehan kir: Ji bo azadiyê rabe ser piyan
14:10 Dadgeha Îstînafê biryara der barê Kişanak û Tuncel de xera kir
13:54 KCD'ê Şoreşa Rojava pîroz kir û Komkujiya Pirsûsê şermezar kir
13:08 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
12:33 Rojnameger Bîlen: Parvekirina min ne heqaret e, rexne ye
11:53 Jinên hilberînerên Hevselê daxwaza bazarê kirin
11:38 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li Balafirgeha Stenbolê çek hatin dîtin
11:10 ‘Darbeya sivîl a AKP’ê OHAL didome’
11:03 Cezayê Zûhal Olcay erê kirin
10:59 Rojên Fîlmên Jinan a Gerok rastî eleqeyek mezin tê
10:49 Di girtîgehê de ji bo zarokan pirtûka ‘Damlayan Masallar’ derxistin
10:20 Turîstên ji ber ala Kurdistanê hatin lînçkirin, hatin der sînor kirin
10:14 Hevjîna Cemîl Yildiz: Ger ku Pirsûs ronî kiribûna wê komkujiyên din nebûya
09:12 Li Kurkçulerê girtî li dijî zext û zoriyan li ber xwe didin
09:11 Dema hişkirina zebzeyan dest pê kir
09:10 Bûlût: Polîtîkaya 200 sal in bi ser neketibe niha jî bi ser nekeve
09:09 Tenê 2 sal û 9 meh ceza li polîsê ku welatiyê 85 salî kuşt birîn!
09:08 Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin û îşkence kirin, lê dozger got 'pêdivî bi teqîbatê' tune ye!
09:08 Sewalkar ji ber kêmbûna çêrê ketine heyra çêra pezên xwe
09:07 Avahiyên ermeniyan ên li Çewligê yeko yeko hildiweşin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:44 Balafiran şevê din wargeha Mexmûrê bombe kirin
01:03 Wargeha Penaberan Mexmûr tê bombebarankirin
18/07/2019
16:51 Derbarê 5 parlamenteran de fezleke hat amadekirin
16:41 HDP'ê hevşaredarê nû yê Erdîşê diyar kir
16:41 Serokên 17 baroyan li Heskîfê kom bûn: Dest ji avakirina bendavê berdin
16:27 Guven: Axaftina min ji mexseda xwe hatiye dûrxistin
15:58 ÎHD: Di bin çavan de laçika Merve Demîrel bi zorê ji serê wê derxistin
15:45 Konê teziyê yê Coşkûn qedexe kirin
15:19 Li Balikesîrê di malekê de tûp teqiya: Kesekê jiyana xwe ji dest da
15:18 Karkerên 2 mehin meaşê xwe nagirin çalakî li dar xistin
14:32 Ayaz û Nûpelda li herêma eskerî jiyana xwe ji dest dan
14:25 ‘Paqijkirina deh hezaran mayînan erka sincî û wîcdanî ye'
14:18 Ji bo tevlîbûna mîtînga 'Li dijî şer çareseriya demokratîk' bang kirin
14:11 Dolmîşa koçberan qulipî: 10 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:59 Rojnameger Evren nehat berdan
13:29 Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmanê hat girtin
13:28 4 kes li Xerabê Bava hatin binçavkirin
13:25 Li Amedê qeza: 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn
13:03 Dozger xwest Kaftancioglu bê cezakirin û ji mafên siyasî bê mehrûmkirin
12:54 Li Tarsûsê girtiyek dawî li jiyana xwe anî
12:41 Li Sûriyeyê dê gel salvegera şoreşê pîroz bikin
11:25 Karkerê înşaetê ji qatê 15'an ket û jiyana xwe ji dest da
10:50 Polîsan ciwanê HDP’î bi guleyên plastîk birîndar kir
10:46 Di civîna MÎT û ENKS’ê ya li Efrînê de çi niqaş kirin?
10:39 HDP'ê wê li 5 herêman mîtîngê li dar bixe
10:00 Serokê Meclîsê gotina 'Bajarê Kurdan' qibe dît
09:54 Belgefîlma ‘Efsaneya Yaşar Kemal’ li Amedê hat pêşandan
09:47 Miftîtiyê bi awayekî qaçax li ser erseya şaredariyê mizgeft çêkir!
09:12 Siyasetmedarê ermenî Akhoyan: Divê siyasetmedar dev ji zimanê nefretê berdin
09:11 Bi saya pûl û dermanan dijîn
09:09 'Piştî komkujî pêk hat tevdîr hatin girtin'
09:07 Ji ber li def û zirnê xistibûn hatibûn girtin, piştî sê salan beraat kirin
09:06 Dayika Sîbel: Keça min hatiye kuştin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2019'AN
17/07/2019
16:23 Dadgehê di doza Dink de biryar da
15:35 Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ziyaret kir: Sibeya me roni kir
15:23 Li Hewlerê êrîş li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat
15:06 Li Ege 146 koçber hatin binçavkirin
14:56 Turkdogan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye
14:17 Xwestiye ji bo tamîrê biçe Kobanê lê ji Pirsûsê venegeriya
14:14 'Bi lêdanê em der sînor kirin’
14:12 HDP’ê ji bo zarokên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da
13:33 Di doza Ozgur Gundemê de ji bo 7 kesan ceza hat xwestin
13:32 Walîtiyê tabelaya navê Dr. Îlhan Dîken daxist
13:28 Mamosteya nehat tayînkirin dawî li jiyana xwe anî
12:48 Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e
12:47 Di doza Ozgur Gundemê de Fîncanci, Onderoglû û Nesîn beraet kirin
12:46 Şoreş li Rojava 7 salî ye
11:54 Dolmîşa kerkeran li Çanakkale qeza kir: 17 karker birîndar bûn
11:52 Firotina xaniyan pir kêm bûye
11:30 Bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê eşkere bû
10:39 Çavkanîya helbest û qesîdeyên Feqî: Ava Miksê
10:27 Derbarê rojnameger Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin
10:08 Lêkolînerê Lubnanî: Tirkiye gihîştiye dawiya rê
10:07 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” dest pê dike
09:59 Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê binçav kirin
09:57 ‘Pereyê li şer xerc dikin li perwerdehiyê xwerç bikin'
09:09 Polîs li Êlihê ciwanan dijfermî binçav dikin û sîxurtî li wan tê ferzkirin
09:09 Danişîna biryargirtinê ya doza rojanmevan Evren sibê ye
09:06 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê