Şoreş li Rojava 7 salî ye 2019-07-17 12:46:33 KOBANÊ - Şoreşa Rojava ku Kurdan xwe bi rêxistin kir û ji bin zordariya Rejîma Baas xwe rizgar kir, ket sala 7'an. Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê ku yek ji kesên pêşengiya Şoreşê kir, Mistefa Eto, diyar kir ku ew bi vê şoreşê yekîtîya gelan û baweriyan esas digirin.    Şerê li Rojava pêş ket wekî “Rêya Sêyemîn" hat pênasekirin û xwe bi teşe kir. Gelên Sûriyeyê yên mafê wan dihat binpêkirin û înkarkirin, Şoreşa Rojava di 19'ê Tîrmeha 2012'an de îlan kirin. Li dijî şerê îktîdar û berjewendiyê, şerê mafê gelan esas girtin. Di pêşengiya jinan de şoreş dan destpêkirin û ewil li Rojhilata Navîn û piştre li Cîhanê bal kişandin ser xwe. Şoreşa Rojava piştre ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bû hêvî û her diçe ev hêvî mezin dibe. Şoreşa Rojava ku wekî heviyekê di 19'ê Tîrmeha 2012'an de geş bû ket 7 saliya xwe.    PÊDIVÎ BI ŞOREŞÊ HEBÛ    Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nêzîkatiya salvegera destpêka şoreşê re amadekariya pîrozbahiyan dikin. Hikûmeta Tirkiye ku ji roja Şoreşê  dest pê kir û hita niha hêzên gelên Herêmê wekî "terorîst" pênase dike hêj êrîşên xwe yên li dijî gelên Rojava berdewam dike. Piştî şerê navxweşî DAÎŞ'ê jî li dijî gelên herêmê şer kir û bû bela serê gelên herêmê. Lê gelên Herêmê bi tifaqî û pêşengiya gelan DAIŞ têk bir û ket sala 7’an.    Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê ku yek ji kesên pêşengiya Şoreşa Rojava ya di di şeva 18'ê Gulana 2012'an de dest pê kir Mistefa Eto, diyar kir ku ew bi vê şoreşê yekîtîya gelan û baweriyan esas digirin.  Eto, qala şoreşê kir û wiha got: "Ew roj ji bo Rojava bûn rojên dîrokî. Beriya şoreşê jî em li dijî Rejîma BAAS her dem di nava şoreşê de bûn. Me têkoşîn anîbû heta astekê. Derketina hêza rejîmê ya ji bajarên herêmê êdî bûbû xeyal. Şoreşa Sûriye li ser daxwazên rewa û mafdar dest pê kir. Li Sûriye pêdivî bi şoreşê hebû. Hêzên di bin baneyê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) de kom bûn, bi navê "muhalifan" daxwazên gelan kriminalize dikirin. Xwestin bi ve yekê rê li pêş Şoreşa Sûriye bigirin û gel ji rêya esasî dûr bixin.    RÊYA SÊYEMÎN    Mustafa Eto, anî ziman ku wê demê di bin baneyê Tevgera Civaka Demokratik (TEV-DEM) de xwe bi rêxistin dikirin û wiha axivî. Rejîmê û OSO li dijî xet û reya sêyemîn, rêyek din dixwest. Lê TEV-DEM'ê xeta sêyemîn tercîh kir. Me bi pirsa "Ev rê wê rêyek çawa be û xizmetê ji kêre bike" bê bersivandin em ketin nava hewldanan. Me bi vê xetê armanc kir ku em hemû bawerî û gelên li Sûriye di bin baneyekî de kom bikin. Wê demê OSO ketin bajarê Cerablus, Sirrin, Eyn Îsa û Girê Spî. OSO gef li me jî xwar û xwest em di bin baneyê wan de cih bigirin. OSO ji hebûna me bêzar bû. Li ser vê yekê me biryar da ku navçe û bajarên xwe em bi xwe bi rêve bibin.    PÊTA YEKEMÎN    Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Eto, anî ziman ku heta wê şeva destpêkê xebat kirin û wiha lê zêde kir: "Me beriya şoreş dest pê bike xebatên xwe yên rêxistina meclîsan û taxan dest pê kir. Navenda me Mala Gel bû.  Me hem xwe û hem helê xwe bi rêxistin dikir. Be biryar ka ku bi hevre rejîmê ji bajarên xwe derxin. Me dixwest bi awayekî azad bajarên xwe bi xwe bi rêve bibin. Em 15 kes bûn. Me civîn li dar xist. Me xwest bêyî ku serî li tundiyê bidin û beyî şer rejîma Baasê ji axa xwe derxin. Me berê jî di xebatên xwe de rejîn li Kobanê lawaz kiribû. Em bi hev derdiketin rêyan û me rê kontrol dikirin. Me xwe parastin roj bi roj xurt dikir. Herî dawî avahiyên ewlehiyê mabûn. Wê şevê pir bi kelecan bû. Em serê sibeherê rabûn polîs û eskerên rejîmê li ser axa me û bajarê me tune ye. Êdî rêya ku em xwe bi xwe bi rêve bibin li pêş me vebû. Em di pêvajoyek giran re derbas bûn. Hem em pir şa bûn û hem jî em bi fikar bûn."    ŞOREŞÊ DEST PÊ KIR   Mustafa Eto, anî ziman ku di 19'ê Tîrmehê de bi 15 kesan civîn li dar xist û wiha berdewam kir: "Wê demê ji bo hêzên rejîmê avahiyan vala bike me li ber her avahiyê komên ku ji 2-3 kesan pêk dihat ava kirin. Van koman pêşengî ji gel re kirin. Her komê erk û berpirsiyariya xwe zelal kirin. Me xwest bi hêzek pir biçûk vê yekê pêk bînin. Me civîna xwe bi şev li dar xist û li Kobanê saet di 24.00’an de em ketin nava tevgerê. Me be şevê hinek niqaş jî kir. Di saetên serê sibê de telefon ji mere hat. Dengê li ser telefonê got ‘Zû hevalan kom bikin li dora bajar komên ewlehiyê ava bikin. Ketin û derketina bajar bigirin. Li ser vê yekê em ketin nava tevgerê. Me hin hevalên ku vî karî pêk bînin bi rêxistin kirin û kom kirin. Min û Bavê Botan li ser reya Gundê Helincê rê kontrol dikir. Hevalên din jî li ser rêya Halep û Cerablusê bi cih kirin. Welatiyên gundan zû hatin û em li ser rê dîtin. Bi meraq ji me dipirsîn çi bûye?   EW ROJ VEGOT    Eto, diyar kir ku piştî dest bi hewladan şoreşê kirin di 19'ê Tîrmehê de wekî şahî û cejnekê bû û wiha pêde çû: "Me hewl da wê rojê hemû hêzên rejîmê ji bajar paqij bikin. Me wê rojê xwest biçin coş û kelecana li nava bajar bibînin. Dema hêzên rejîma Sûriye li heremê bûn gelek hevalên me hatibûn girtin. Hin kes rastî îşkenceyê dihatin. Di sala 2010'an de ez jî hatibûm girtin. Dema şoreşê dest pê kir, ez û ew kesê di 2010'an de bi ser mala min de girt û ez binçav kirim derket peş min. Min ew roj bibîra wi xist. Got ez te nas nakim' Min jî got ez te baş nas dikim û ew roja îşkenceyê ji bîra min naçe. Keleş di destê min de bû. Min xwest wî li wir temam bikim, lê sinc û wîcdanê me ev yek qebûl nekir."    SALA 7’AN Û TIRKIYE   Eto, da zanîn ku Şoreş ket sala 7’an, lê Tirkiye hêj polîtikayên xwe yên şer û êrîşan berdewam dike. Eto, da zanîn ku hikûmeta Tirkiye her dem dixwaze wan tune bike, lê li hemberî DAIŞ'ê jî bêdeng e û wiha got: "Ew çiqas êrîş bikin em jî wê ewqas li ber xwe bidin. Şoreş li hemû gelê me pîroz be."      MA / Nazım Daştan