Buldan: Biryar, bawerî û gotina jinan heye ku cîhanê bi rêve bibin

  • rojane
  • 14:00 16 Tîrmeh 2019
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna koma Jinan a HDP'ê de bal kişand ser îtîfaqa jinan û rola jinan a demokrasî û aştiyê û wiha got: "Jinan heta niha mohra xwe li gelek serkeftinan xist û wê ji niha û şûnde jî bi Îtîfaqa Jinan û têkoşîna xwe mohra xwe li gelek serkeftinên nû bixin. Bawerî, biryar, hevî û gotina jinan heye ku cîhanê biguherînin. Hêvî HDP ye, hêvî îtîfaqa jianan e." Buldan anî ziman ku ev meclîs meclîsa jinan e jî wê meclîsê teslîma " 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervûn Buldan, di civîna Koma Jinan a HDP'ê de geşedanên dawî nirxandin. Ji Stenbol, Enqere, Amed û gelek bajarên din rêxistinên jinan tev li civîna koma HDP'ê bûn. Disa dayikên Şemiyê û Aştiyê yên Amed û Stenbolê jî hatin tev li komê bûn. Jinan li dijî tundiya mêr, şalê xemrî û qurdeleyên reş bi xwe vekirin. Buldan ewil hemû jin silav kirin û dest bi axaftinê kir. 
 
Buldan ewil sersaxî ji malbata Ayaz ê 8 sali û Nupelda Guloglu ya 4 salî ku di teqîna li Navçeya Pilûr a Dersimê de jiyana xwe ji dest da xwest û wiha got: "Îro danişîna hevserokê HDP'e yê berê Selahattin Demirtaş e. Hevalên me Selehattîn Demîrtaş,  Figen Yuksekdag, Îdris Baluken, Sirri Sureyya Onder  û gelek hevalên me yên din hêj girtî ne. Bi darbeya 15'ê Tîrmehê re OHAL îlan kirin û li dijî siyaseta demokratîk darbe kirin. Hevalên me di encama darbeya li dijî siyaseta demokratîk de hatin girtin û hêj girtî ne. Ev meclîs di heman demê de meclîsa jinan e jî. Wê wisa be jî. Em meclîsê teslîmî faresat mêran nakin. 
 
'JI JINAN DITIRSIN' 
 
Buldan, bal kişand ser kujerên jinan û wiha axivî: "Em pir zelal dibêjin kujer ne bi tenê ne. Ji darazê heta saziyê dewletê, ji îktîdarê heta medyayê li pişt wan in. Dema mijar dibe jin tev dibin yek. Ev encama hişmendiya mêr e. Sûcê jiann bincil dikin. Ji ber ku jin îktîdara wan perçe dike. Statukoya wan hildiweşîne. Ji ber vê yekê ji jinan ditirsin. " 
 
Budan helwesta nakokî ya Serokomar Erdogan a li dijî jinan rexne kir û got: "Hasasiyeta we ya li dijî jinan çiye? Dema Dayikên Laçik Spî yên ji bo çalakiyên greva birçîbûnê li pêş girtîgehan piştgirî dan çalakiyên zarokên xwe û rastî lêdana polîsan hatin û polîsan ew bi erdê re kişandin hasasiyeta we çi bû? Hasasiyeta we wê demê çima derneket pêş. Wê demê ne dayik, mirovahî bi erdê re hatin kişandin. Di 6 mehên dawî de 214 jin hatin kuştin, agahiya we ji vê yekê heye? Îstîsmara zarokan zêde bûye kijan hasasiyeta we bi bandor bûye? Wekî li ser hemû civakê hasasiyeta we ya li ser jinan jî kuştin û tundî bi xwe re anî. Civak bêtir rizand. Bêhna vê rizîna wê ew qas giran bûye êdî her kes dibîne. Di vê pêvajoya ku komkujiya li ser jinan zêde ye, Serokomar derdikeve Serokê Banka Navendî ji ber faîzê danaxe diguherîne. Derdê we pere ye."  
 
'ZANÎNGEHA JINAN A BÊYÎ FIKR Û BIRYARA JINAN XIZMETA JINAN NAKE' 
 
Buldan, helwesta hikûmetê ya avakirina Zanîngeha Jinan a beyî vîn û biryara jinan jî rexne kir û got: "We dema ev pêkanîn xist meriyetê we ji jinan pirsîn? We wekî yek zilamî di her mijarê de li ser meseleya jinan jî ev maf di xwe de dît. Avakirina zangehê jî bi vê ferasetê hatiye avakirin. Jinên Akademîsyen ên aştî xwestin bi KHK'ê hatin dûrxistin. Fisûn Ustel hêj girtî ye. Berê we çi anîye serê jinan bibînin, piştre biçin zanîngehê ava bikin. Ger ku pereyê we yê dîwarên petonî ava bikin heye, li şûna hûn vî pereşî pêşkêşî mutahîtên hevkarên xwe nekin; wî pereyî pêşkêşî xizmeta jinan bikin. Bêyî ku jin rastî kuştinê û tundiyê bên pirsgirêkên wan çaraser bikin. Pisrgirêka ewlehî, betalî  heye." 
 
'KESÊN HERÎ XIZAN JIN IN' 
 
Pervîn Buldan, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser qeyrana aborî û bandora wê ya li ser jinan û wiha lê zêde kir: "Em jin barê cîhanê li ser pişta xwe dikin. Di nava civakê de kesên herî xizan jin in. Herî zêde jin dikevin bin bandora xizanî û krîza aborî. Bi KHK'yan 25 hezar jin ji kar hatin avêtin. Pergala ku jinan betal û bêkar dihêle, rê li pêş tundiya li dijî wan vedike.  Niha plana bilindkirinê heye. Lê ev plan bi destê mêran tê avakirin. Di vê planê de çareseriya pirsgirêkên jinan tune. Vîna jinê jî tune ye. Bi zêdebûna zaningeha jinan ev pirsgirêk çareser nabe. Hişmendiya ku poşetan bi pereyan difiroşe, mafê jinan a nafaqa jî xezp dikin. Jinan çawa Stenbol ji destê wan derxist wê peymana Stenbolê jî pêş bixin."  
 
'JIN HEM LI DERVE Û HEM LI HUNDIR LI BER XWE DIDIN'
 
Buldan, bal kişand ser berxwedana jinên girtî ya li dijî tundiyê û wiha pêde çû: "Ne tenê li derve, li girtîgehan jî jin rastî tundiyê tên. Li girtîgehan jî hevalên me yên jin hene. Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Selma Irmak, Çagla Demîrel, Mulkiye Bîrtane, Sebahat Tuncel, Gulser Yildirim û bi sedan jinên ku min navê wan negot li girtîgehê li dijî tundiyê li ber xwe didin. Jin berxwedan in, berxwedan jin in, Berxwedan jiyan û serkeftin e. Jinan çawa heta niha li ber xwe dane, wê ji niha û şûnde jî li ber xwe bidin û dest ji berxwedanê bernadin. Me li 7 herêman civînên xwe pêk anîn. Me konferansa xwe li dar xist. Hemû xebatên me armanc dike ku destkeftîn û rêxistinbûna jinan a di nava Partiya Jinê de xurt bike û mezin bike." 
 
'JIN WÊ PÊŞENGIYA XETA SÊYEMÎN BIKIN' 
 
Buldan, heri dawî bal kişand ser rola Tifaqa Jinê ya di xeta sêyemîn û Makeqanûna Demokratîk û wiha bi dawî kir: "Em ê di rêya xeta sêyemîn de jiyanek nû ava bikin. Em ê biryara xwe ya têkoşînê berdewam bikin. Em ê destkefityên xwe yên ku qeyûm ji destê me girtine ji nûve ava bikin û xurt bikin. Em ê li her derê şewirmendiyê xurt bikin û birisin. Em ê jin bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hevre bi ser bikevin. Em pir zelal dibêjin. Îtîfaqa me îtîfaqa jinan e. Jinên Amed û Stenbolê, jinên wan û Antalyayê wê bi hevre mil bidin mil û têbikoşin. Wê ji bo demokratî û aştiya wî welatî li dijî faşîzmê têbikoşin. Em dikarin vê yekê pêk bînin û emê bi ser bikevin. Ji bo em di şertên wekhev de bijîn pêdivî bi Lihevhatina civakî heye. Ger ku em vê muzakereyê pêş bixin emê aştiya civakî jî pêş bixin. Ji bo Makeqanûna Demokratîk pêş bikeve jin wê rola xwe bilîzin. Em ê bi Makeqanûna demokratîk mafê jinan ên di bin gefan de mîsoger bikin. Em dibêjin werîn em bi hevre pêşengiya Makewanûna Demokratîk bikin. Em bi Makeqanûna Jinan Demokrasiyê pêş bixin. 
 
Pêdiviya welat bi edalet, aştiyê heye. Lê Îktîdara siyasî lêçûna welat li amûrên şer xerç dike. Îtîfaqa îktîdar û faşîzmê S-400 e. Lê îtîfaqa siyaseta demokratîk aştî û li hevhatine civakî ye. Divê em îtifaqa herî mezin ava bikin. Em ê tu carî vî welatî teslîmî hişmendiya mêr nekin. Jin bi ser ketin û wê dîsa bi ser bikevin. Jin wê bêtir bi ser bikevin. Hêvî ne AKP ye. Hevî HDP ye. Hevî jin e û Hêvî îtîqa jinan e. Ger ku jinan ev welat bi rêve biribûya wê S-400 tune bûya. Wê şer û kuştin tune bûya. Wê hevî, amarî, aştî û edalet hebûya. Jinan serkeftina xwe di hilbijartina 23'ê Hezîranê de nîşanî cîhanê da. Di guhertina cîhanê de biryar, bawerî, gotin û hêza me  heye. " 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/07/2019
09:03 Helbesta du helbestvanan can daye kilama wê
09:03 Parêzvanên mafên mirovan: Divê muxalefet ji bo hiqûqê bang li dewletê bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2019'AN
19/07/2019
17:13 Fermandarê Cendermeyan a Bedlîsê di êrîşê de hat kuştin
17:05 Nobeta Edaletê li Wanê ye: Heta dewleta hiqûqê pêk neyê dê nobet xilas nebin
16:09 Rewşenbir akademisyen û rojnamegeran bang kir: Huseyin Aykol berdin
16:01 HDP: Şoreşa Rojava rêyek din nîşanda
15:54 Komîteya Amadekar: Werin em bi hev re li dijî şer qîr bikin
15:05 Afîşên Kurdî yên qeyûm rakiribûn, dîsa pê ve hatin kirin
15:05 Mizrakli û Yilmaz bersiv dan derewên derbarê mizgeftan de: Yên qadên mizgeftan kirine cihê bazirganiyê beton rijandin qada hêşînayî
15:03 ÎHD: Di 10 salan de 36 welatî bi maşîneyên zirxî hatin kuştin
14:40 Li Lîcê ji ber bombebaranê ewlehiya mirovan tune ye
14:27 TJA'yê dest bi kampanyeya 5 mehan kir: Ji bo azadiyê rabe ser piyan
14:10 Dadgeha Îstînafê biryara der barê Kişanak û Tuncel de xera kir
13:54 KCD'ê Şoreşa Rojava pîroz kir û Komkujiya Pirsûsê şermezar kir
13:08 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
12:33 Rojnameger Bîlen: Parvekirina min ne heqaret e, rexne ye
11:53 Jinên hilberînerên Hevselê daxwaza bazarê kirin
11:38 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li Balafirgeha Stenbolê çek hatin dîtin
11:10 ‘Darbeya sivîl a AKP’ê OHAL didome’
11:03 Cezayê Zûhal Olcay erê kirin
10:59 Rojên Fîlmên Jinan a Gerok rastî eleqeyek mezin tê
10:49 Di girtîgehê de ji bo zarokan pirtûka ‘Damlayan Masallar’ derxistin
10:20 Turîstên ji ber ala Kurdistanê hatin lînçkirin, hatin der sînor kirin
10:14 Hevjîna Cemîl Yildiz: Ger ku Pirsûs ronî kiribûna wê komkujiyên din nebûya
09:12 Li Kurkçulerê girtî li dijî zext û zoriyan li ber xwe didin
09:11 Dema hişkirina zebzeyan dest pê kir
09:10 Bûlût: Polîtîkaya 200 sal in bi ser neketibe niha jî bi ser nekeve
09:09 Tenê 2 sal û 9 meh ceza li polîsê ku welatiyê 85 salî kuşt birîn!
09:08 Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin û îşkence kirin, lê dozger got 'pêdivî bi teqîbatê' tune ye!
09:08 Sewalkar ji ber kêmbûna çêrê ketine heyra çêra pezên xwe
09:07 Avahiyên ermeniyan ên li Çewligê yeko yeko hildiweşin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:44 Balafiran şevê din wargeha Mexmûrê bombe kirin
01:03 Wargeha Penaberan Mexmûr tê bombebarankirin
18/07/2019
16:51 Derbarê 5 parlamenteran de fezleke hat amadekirin
16:41 HDP'ê hevşaredarê nû yê Erdîşê diyar kir
16:41 Serokên 17 baroyan li Heskîfê kom bûn: Dest ji avakirina bendavê berdin
16:27 Guven: Axaftina min ji mexseda xwe hatiye dûrxistin
15:58 ÎHD: Di bin çavan de laçika Merve Demîrel bi zorê ji serê wê derxistin
15:45 Konê teziyê yê Coşkûn qedexe kirin
15:19 Li Balikesîrê di malekê de tûp teqiya: Kesekê jiyana xwe ji dest da
15:18 Karkerên 2 mehin meaşê xwe nagirin çalakî li dar xistin
14:32 Ayaz û Nûpelda li herêma eskerî jiyana xwe ji dest dan
14:25 ‘Paqijkirina deh hezaran mayînan erka sincî û wîcdanî ye'
14:18 Ji bo tevlîbûna mîtînga 'Li dijî şer çareseriya demokratîk' bang kirin
14:11 Dolmîşa koçberan qulipî: 10 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:59 Rojnameger Evren nehat berdan
13:29 Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmanê hat girtin
13:28 4 kes li Xerabê Bava hatin binçavkirin
13:25 Li Amedê qeza: 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn
13:03 Dozger xwest Kaftancioglu bê cezakirin û ji mafên siyasî bê mehrûmkirin
12:54 Li Tarsûsê girtiyek dawî li jiyana xwe anî
12:41 Li Sûriyeyê dê gel salvegera şoreşê pîroz bikin
11:25 Karkerê înşaetê ji qatê 15'an ket û jiyana xwe ji dest da
10:50 Polîsan ciwanê HDP’î bi guleyên plastîk birîndar kir
10:46 Di civîna MÎT û ENKS’ê ya li Efrînê de çi niqaş kirin?
10:39 HDP'ê wê li 5 herêman mîtîngê li dar bixe
10:00 Serokê Meclîsê gotina 'Bajarê Kurdan' qibe dît
09:54 Belgefîlma ‘Efsaneya Yaşar Kemal’ li Amedê hat pêşandan
09:47 Miftîtiyê bi awayekî qaçax li ser erseya şaredariyê mizgeft çêkir!
09:12 Siyasetmedarê ermenî Akhoyan: Divê siyasetmedar dev ji zimanê nefretê berdin
09:11 Bi saya pûl û dermanan dijîn
09:09 'Piştî komkujî pêk hat tevdîr hatin girtin'
09:07 Ji ber li def û zirnê xistibûn hatibûn girtin, piştî sê salan beraat kirin
09:06 Dayika Sîbel: Keça min hatiye kuştin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2019'AN
17/07/2019
16:23 Dadgehê di doza Dink de biryar da
15:35 Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ziyaret kir: Sibeya me roni kir
15:23 Li Hewlerê êrîş li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat
15:06 Li Ege 146 koçber hatin binçavkirin
14:56 Turkdogan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye
14:17 Xwestiye ji bo tamîrê biçe Kobanê lê ji Pirsûsê venegeriya
14:14 'Bi lêdanê em der sînor kirin’
14:12 HDP’ê ji bo zarokên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da
13:33 Di doza Ozgur Gundemê de ji bo 7 kesan ceza hat xwestin
13:32 Walîtiyê tabelaya navê Dr. Îlhan Dîken daxist
13:28 Mamosteya nehat tayînkirin dawî li jiyana xwe anî
12:48 Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e
12:47 Di doza Ozgur Gundemê de Fîncanci, Onderoglû û Nesîn beraet kirin
12:46 Şoreş li Rojava 7 salî ye
11:54 Dolmîşa kerkeran li Çanakkale qeza kir: 17 karker birîndar bûn
11:52 Firotina xaniyan pir kêm bûye
11:30 Bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê eşkere bû
10:39 Çavkanîya helbest û qesîdeyên Feqî: Ava Miksê
10:27 Derbarê rojnameger Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin
10:08 Lêkolînerê Lubnanî: Tirkiye gihîştiye dawiya rê
10:07 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” dest pê dike
09:59 Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê binçav kirin
09:57 ‘Pereyê li şer xerc dikin li perwerdehiyê xwerç bikin'
09:09 Polîs li Êlihê ciwanan dijfermî binçav dikin û sîxurtî li wan tê ferzkirin
09:09 Danişîna biryargirtinê ya doza rojanmevan Evren sibê ye
09:06 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê