Buldan: Biryar, bawerî û gotina jinan heye ku cîhanê bi rêve bibin 2019-07-16 14:00:44 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna koma Jinan a HDP'ê de bal kişand ser îtîfaqa jinan û rola jinan a demokrasî û aştiyê û wiha got: "Jinan heta niha mohra xwe li gelek serkeftinan xist û wê ji niha û şûnde jî bi Îtîfaqa Jinan û têkoşîna xwe mohra xwe li gelek serkeftinên nû bixin. Bawerî, biryar, hevî û gotina jinan heye ku cîhanê biguherînin. Hêvî HDP ye, hêvî îtîfaqa jianan e." Buldan anî ziman ku ev meclîs meclîsa jinan e jî wê meclîsê teslîma "    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervûn Buldan, di civîna Koma Jinan a HDP'ê de geşedanên dawî nirxandin. Ji Stenbol, Enqere, Amed û gelek bajarên din rêxistinên jinan tev li civîna koma HDP'ê bûn. Disa dayikên Şemiyê û Aştiyê yên Amed û Stenbolê jî hatin tev li komê bûn. Jinan li dijî tundiya mêr, şalê xemrî û qurdeleyên reş bi xwe vekirin. Buldan ewil hemû jin silav kirin û dest bi axaftinê kir.    Buldan ewil sersaxî ji malbata Ayaz ê 8 sali û Nupelda Guloglu ya 4 salî ku di teqîna li Navçeya Pilûr a Dersimê de jiyana xwe ji dest da xwest û wiha got: "Îro danişîna hevserokê HDP'e yê berê Selahattin Demirtaş e. Hevalên me Selehattîn Demîrtaş,  Figen Yuksekdag, Îdris Baluken, Sirri Sureyya Onder  û gelek hevalên me yên din hêj girtî ne. Bi darbeya 15'ê Tîrmehê re OHAL îlan kirin û li dijî siyaseta demokratîk darbe kirin. Hevalên me di encama darbeya li dijî siyaseta demokratîk de hatin girtin û hêj girtî ne. Ev meclîs di heman demê de meclîsa jinan e jî. Wê wisa be jî. Em meclîsê teslîmî faresat mêran nakin.    'JI JINAN DITIRSIN'    Buldan, bal kişand ser kujerên jinan û wiha axivî: "Em pir zelal dibêjin kujer ne bi tenê ne. Ji darazê heta saziyê dewletê, ji îktîdarê heta medyayê li pişt wan in. Dema mijar dibe jin tev dibin yek. Ev encama hişmendiya mêr e. Sûcê jiann bincil dikin. Ji ber ku jin îktîdara wan perçe dike. Statukoya wan hildiweşîne. Ji ber vê yekê ji jinan ditirsin. "    Budan helwesta nakokî ya Serokomar Erdogan a li dijî jinan rexne kir û got: "Hasasiyeta we ya li dijî jinan çiye? Dema Dayikên Laçik Spî yên ji bo çalakiyên greva birçîbûnê li pêş girtîgehan piştgirî dan çalakiyên zarokên xwe û rastî lêdana polîsan hatin û polîsan ew bi erdê re kişandin hasasiyeta we çi bû? Hasasiyeta we wê demê çima derneket pêş. Wê demê ne dayik, mirovahî bi erdê re hatin kişandin. Di 6 mehên dawî de 214 jin hatin kuştin, agahiya we ji vê yekê heye? Îstîsmara zarokan zêde bûye kijan hasasiyeta we bi bandor bûye? Wekî li ser hemû civakê hasasiyeta we ya li ser jinan jî kuştin û tundî bi xwe re anî. Civak bêtir rizand. Bêhna vê rizîna wê ew qas giran bûye êdî her kes dibîne. Di vê pêvajoya ku komkujiya li ser jinan zêde ye, Serokomar derdikeve Serokê Banka Navendî ji ber faîzê danaxe diguherîne. Derdê we pere ye."     'ZANÎNGEHA JINAN A BÊYÎ FIKR Û BIRYARA JINAN XIZMETA JINAN NAKE'    Buldan, helwesta hikûmetê ya avakirina Zanîngeha Jinan a beyî vîn û biryara jinan jî rexne kir û got: "We dema ev pêkanîn xist meriyetê we ji jinan pirsîn? We wekî yek zilamî di her mijarê de li ser meseleya jinan jî ev maf di xwe de dît. Avakirina zangehê jî bi vê ferasetê hatiye avakirin. Jinên Akademîsyen ên aştî xwestin bi KHK'ê hatin dûrxistin. Fisûn Ustel hêj girtî ye. Berê we çi anîye serê jinan bibînin, piştre biçin zanîngehê ava bikin. Ger ku pereyê we yê dîwarên petonî ava bikin heye, li şûna hûn vî pereşî pêşkêşî mutahîtên hevkarên xwe nekin; wî pereyî pêşkêşî xizmeta jinan bikin. Bêyî ku jin rastî kuştinê û tundiyê bên pirsgirêkên wan çaraser bikin. Pisrgirêka ewlehî, betalî  heye."    'KESÊN HERÎ XIZAN JIN IN'    Pervîn Buldan, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser qeyrana aborî û bandora wê ya li ser jinan û wiha lê zêde kir: "Em jin barê cîhanê li ser pişta xwe dikin. Di nava civakê de kesên herî xizan jin in. Herî zêde jin dikevin bin bandora xizanî û krîza aborî. Bi KHK'yan 25 hezar jin ji kar hatin avêtin. Pergala ku jinan betal û bêkar dihêle, rê li pêş tundiya li dijî wan vedike.  Niha plana bilindkirinê heye. Lê ev plan bi destê mêran tê avakirin. Di vê planê de çareseriya pirsgirêkên jinan tune. Vîna jinê jî tune ye. Bi zêdebûna zaningeha jinan ev pirsgirêk çareser nabe. Hişmendiya ku poşetan bi pereyan difiroşe, mafê jinan a nafaqa jî xezp dikin. Jinan çawa Stenbol ji destê wan derxist wê peymana Stenbolê jî pêş bixin."     'JIN HEM LI DERVE Û HEM LI HUNDIR LI BER XWE DIDIN'   Buldan, bal kişand ser berxwedana jinên girtî ya li dijî tundiyê û wiha pêde çû: "Ne tenê li derve, li girtîgehan jî jin rastî tundiyê tên. Li girtîgehan jî hevalên me yên jin hene. Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Selma Irmak, Çagla Demîrel, Mulkiye Bîrtane, Sebahat Tuncel, Gulser Yildirim û bi sedan jinên ku min navê wan negot li girtîgehê li dijî tundiyê li ber xwe didin. Jin berxwedan in, berxwedan jin in, Berxwedan jiyan û serkeftin e. Jinan çawa heta niha li ber xwe dane, wê ji niha û şûnde jî li ber xwe bidin û dest ji berxwedanê bernadin. Me li 7 herêman civînên xwe pêk anîn. Me konferansa xwe li dar xist. Hemû xebatên me armanc dike ku destkeftîn û rêxistinbûna jinan a di nava Partiya Jinê de xurt bike û mezin bike."    'JIN WÊ PÊŞENGIYA XETA SÊYEMÎN BIKIN'    Buldan, heri dawî bal kişand ser rola Tifaqa Jinê ya di xeta sêyemîn û Makeqanûna Demokratîk û wiha bi dawî kir: "Em ê di rêya xeta sêyemîn de jiyanek nû ava bikin. Em ê biryara xwe ya têkoşînê berdewam bikin. Em ê destkefityên xwe yên ku qeyûm ji destê me girtine ji nûve ava bikin û xurt bikin. Em ê li her derê şewirmendiyê xurt bikin û birisin. Em ê jin bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hevre bi ser bikevin. Em pir zelal dibêjin. Îtîfaqa me îtîfaqa jinan e. Jinên Amed û Stenbolê, jinên wan û Antalyayê wê bi hevre mil bidin mil û têbikoşin. Wê ji bo demokratî û aştiya wî welatî li dijî faşîzmê têbikoşin. Em dikarin vê yekê pêk bînin û emê bi ser bikevin. Ji bo em di şertên wekhev de bijîn pêdivî bi Lihevhatina civakî heye. Ger ku em vê muzakereyê pêş bixin emê aştiya civakî jî pêş bixin. Ji bo Makeqanûna Demokratîk pêş bikeve jin wê rola xwe bilîzin. Em ê bi Makeqanûna demokratîk mafê jinan ên di bin gefan de mîsoger bikin. Em dibêjin werîn em bi hevre pêşengiya Makewanûna Demokratîk bikin. Em bi Makeqanûna Jinan Demokrasiyê pêş bixin.    Pêdiviya welat bi edalet, aştiyê heye. Lê Îktîdara siyasî lêçûna welat li amûrên şer xerç dike. Îtîfaqa îktîdar û faşîzmê S-400 e. Lê îtîfaqa siyaseta demokratîk aştî û li hevhatine civakî ye. Divê em îtifaqa herî mezin ava bikin. Em ê tu carî vî welatî teslîmî hişmendiya mêr nekin. Jin bi ser ketin û wê dîsa bi ser bikevin. Jin wê bêtir bi ser bikevin. Hêvî ne AKP ye. Hevî HDP ye. Hevî jin e û Hêvî îtîqa jinan e. Ger ku jinan ev welat bi rêve biribûya wê S-400 tune bûya. Wê şer û kuştin tune bûya. Wê hevî, amarî, aştî û edalet hebûya. Jinan serkeftina xwe di hilbijartina 23'ê Hezîranê de nîşanî cîhanê da. Di guhertina cîhanê de biryar, bawerî, gotin û hêza me  heye. "