STENBOL - Di danişîna “Doza Parêzeran a KCK’ê” ya darizandina 46 parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, şahid parêzer Îrhan Dundar ê derbarê wî de biryara bi zorê anînê hebû, beşdarî dadgehê nebû. Danişîn ji ber mijarên kêm hat taloqkirin.
Danişîna “Dozga Parêzeran a KCK” a 46 parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Stenbolê, hat dîtin. Hin parêzerên serbest tên darizandin beşdarî danişînê nebûn û gelek parêzer beşdar bûn. Şahid parêzer Îrhan Dundar ê derbarê wî de biryara bi zorê anînê hebû, beşdarî dadgehê nebû. Ji Elmanya, Îsvîçre, Hollanda û Fransayê gelek serokên baroyan û endamên baroyan danişîn şopandin.
DANIŞÎN JI BER MIJARÊN KÊM HAT TALOQKIRIN
Ji parêzeran Esra Salmanli, danişînê de axivî û xwest mijarên kêm ên di dosyeyê de bên temam kirin. Dozgerê danişînê yê mutalaya xwe pêşkêş kiribû jî, xwest mijarên kêm ên di dosyeyê de bên temam kirn.
DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN
Şandeya dadgehê piştî mutalaya dozger biryara xwe aşkere kir û ji bo temam kirina mijarên kêm ên di dosyeyê de, danişîn taloqî 28’ê Mijarê kir.