ENQERE - Nazîha Ercan a 32 sal berê ji Qersê koçî Enqereyê kir, ji bo çand, kevneşopiya xwe bidomîne û debara xwe bike çanda tenûrê li bajar jîndar dike. Hem tevnê li dar dixe, hem sewalan xwedî dike û hem jî bi axa ji gund tîne tenûrê çê dike û nanê tenûrê dipêşe.
Nazîhan Ercan a 71 salî ku 32 sal berê ji Gundê Çaybaşi yê Navçeya Selîm a Qersê koçî Enqereye kir, çand û kevneşopiya xwe jî bi xwe re anîye Enqereyê û li vir jîndar dike. Naziha Ercan (71), tevî jiyana bajar, çanda gund jîndar dike. Ercan ku 32 salin li Hasanoglanê dijî bi xwe re çand û kevneşopiya xwe jî dide jiyandin. Ercan li vir hem lihêfan çêdike, hem tenûran çê dike û hem, pez xwedî dike û hem jî terzîvanî û karê şîşikan dike. Ercan li hewşa xwe ya malê hem baxçe diçîne û hem jî sewalan xwedî dike. Pez, mirîşkan xwedî dike û hemû hêk, mast, penîr û qatixê xwe ji malê derdixe. Ercan, diyar kir ku dema ji Qersê hat Enqereyê ger ku ne ji xwedîkirina sewalan bûya dê nikarîbûya li vir bijiya. Ercan, anî ziman ku 32 salin li Enqere dijî û hêj fêrî jiyana Enqere nebûye.
DIXWAZIM VEGERIM GUNDÊ XWE
Ercan, anî ziman ku bi salan karên cuda kir û wiha got: "Ez hem karê cuda dikim û hem jî hunera xwe ya ji gund aniye zindî dike. Yên li vir dijîn hemû gundên xwe vala kirine û hatine li vir bi cih bûne. Piştî kriza aborî hemû ketin nava kriza abori û bi zor û zahmet debara xwe dikin. Li şûna ez 5 TL bidim nan, ezê bi xwe nanê xwe bipêjim. Ez niha dîsa dixwazim vegerum gundê xwe. Ger ku ez li gund bim, çêlekek min heme têra debara min dike.
Ji bo ku ez nanê xwe bipêjim min ji bo tenûrê ax û cih peyda kir. Dema min li gund nanê tenûrê lê dixist, min 2 nan zêde çê dikir û li cîranan belav dikir. Piştî ez vê tenûrê çêkim ezê vê çandê dîsa berdewam bikim. Her ax ji bo çêkirina tenûrê nabe. Ji bo çêkirina tenûrê axek taybet lazim e. Ez axê ji reng û damara wê nas dikim. Ez pûş, xîz, xwê û gubre û mû tev li axê dikim. Min hinek ji çîmento tev lê kir. Min ev axa ku amade kiriye kir herî û 3 rojan ev ax stra. Piştî min heriya xwe baş stra min bi naylon ser heriyê girt. Min 3 rojan hişt ku ax tirş bibe. Piştî min heriya xwe 3 rojan hişt vê carê min dest bi lêkirinê kir. Min her rojê 4 qor lêkir. Piştî min lê kir û baş hişk kir min di koncala ku vekiribû de bi cih kir. Niha ezê li vir nanê tenûrê bipêjim."
MA / Zemo Aggoz